Kaya:Ji bo jiyanê li wirin

Kaya:Ji bo jiyanê li wirin

Nivîskara Îslamî ya malpera înternetê ya Hur Bakiş, Huda Kaya, di rojên borî de çibû herêma Qendîlê û bi gerîlayan re hevdîtin kir û çavkaniyên xwe nivîsî.

Kaya çavdêriyên xwe ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku kurd ligel ku êşên mezin kişande dîsa aştiyê dixwazin û divê her kes destê xwe yê aştiyê bide wan.

Kaya wiha got: “Min destpêkê hewl da fêm bikin, cihekî bê dewlet, axeke azad. Ligel ku gerîla bi salane li çiyane jî  hilberîn û hişmendiyeke gelek bilind ya entelektuel min dît.”

Kaya ku ji darbeya 28’ê sibatê tê darizandin, got dengê xwe dida AKP’ê lê piştî referandumê şikestina wî çêbûye dê êdî nedê.

Huda Kaya wiha pê de çû: “Tevgreke ev 40 sale didome heye. Me heta niha yek alî temaşe kir. Her tim bi awayekî deformekirî hat vegotin.  Vê çapemeniya tecal reş sipî, sipî reş da nîşandan. Gelo ev mafe, ev rastiye? Li gorî daxwaza serdetan ev pêk hat.”  Kaya got berê qet nehatibû hişê wî ku biçe Qendîlê û wiha pê de çû: “ Li Amedê civîneke me ya jinan çê bû. Piştre tevli Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn bûm. Li wir min cara yekemîn tiştek dît. Li wir tevgereke jinan a cidî heye. Jinên di qada çandî, civakî û siyasî de dixebitin hene. Lê her tim li ser wê qedê mêr tên cihekî.  Ji ber vê jî jin her tim di siya mêran de mane. Li wir tevgereke cidî  ya jinan heye. Fikra min a çûyînê li Amedê çêbû.bi piştgiriya kurê min zelaltir bû. Bi taybet ez bi referansa xwe, bi nasnameya xwe ya Îslamî û hem jî wek jinekê, min di çûyîna xwe de fêde dît.”

AXA AZAD YA KU DEWLET LÊ NÎNE

Dema destpêkê ez çûm min jiyana wir rastî mereq dikir û got: “Em fikirin. Bi raybet min digot ez bi gerîlayên jin re hevdîtina bikim dê baş be. Min qendîl wek çiyayekê dizanî. Lê herêmek bû. Dema em hatin nokteya kontrolê ya yekemîn, ajokarê me got  ji vir şûnde herêma me ya azad e. got ev ax, ev çiya yê me ne. Got ev axa me ye, dewlet li vir nîne. Axa azad ya ku dewlet lê nîne! Mirov li wan çiyan dinêrin, dibêjin gelo bi salane ev der hatine bombebarakirin. Ez bi hişmendî û hilberîneke gelek mezin ya entelektuel re rû hev hatim. Bi salane di doza tiştekî de ne. Min şexsiyetên wisa dîtin ku di mijarên siyasî, dîrokî, civakî û çandî xwedî fikr û hişmendiyeke gelek mezin bûn. Ji bo jiyan xweş be bi wate be her tiştî dikin.  Vê bandorek mezin li ser min kir.

LI ÇIYA JIN..

Hevdîtina min ya bi Elîf Pazarcikê re gelek bi wate bû. Piştî kongreya KCK û avakirin pergala nû em çûn wir. Pergal û avabûnek bi hempa ya ku wekheviya mêr û jinê tê temsîlkirin bû.  Ji sê endamên konseya serokatiya giştî yek Elîf Pazarcik bû. Xwedî hişmendiyeke mezin bû. Ev gotina wê bi bandor bû; Piştî ez tevli tevgerê bûm min hişmendiya jinê ferq kir. Min ev rastî dîtin û bandorek mezin li ser min kirin.

KURD AŞTIYÊ DIXWAZIN

Bi salan bûn serdestan bi awayekî cuda nîşan dida. Îmajek cuda didan. Ligel ku her kes di ferqa vêde bû, deng nedihat kirin. Gelê kurd ligel tiştên jiyan, dîsa aştiyê dixwazin. Ev gelek girînge. Ligel êş û azarên kişandin hêj aştiyê dixwazin.

Niha em di cihekî wisa dene ku her du alî nikare paşde gavê bavêje. Em dibîni ku aliyê kurd ji bo aştî li herêmê serdest be, bi bername û hişmendiyeke mezin tevdigere. Niha çavê hemû kesî li Meclisê ye. Luksa hikûmetê ya paşde gav avêtinê nîne.

Hikûmet di nava hesaban de ye. Li pêş me hilbijartin hene. Xesasiyet û xetên wan yên sor hene. Bi van re ne hêsane. Ger bi rastî vê derfetê ji destê xwe bernede dê derfeteke Tirkiyeye bi bandor bidest bixe.

Kaya der barê berxwedana Parqa Gezî de jî axivî û got: “Di wê berxwedanê de kesê dengê xwe dabûn AKP’ê hebûn. Min jî dabûm. Lê di nokteyên edelet, azadî û mafê mirovan de giliyên min hene. Deng dayîna me nayê wateya ku em bê edeletiyê nebînin. Em ji bert esedura xwe hatin hatin mexdurkirin, darizandin.  Di girtîgehan deman. Desthilatdarî kî dibe bila bibe, em ligel mexdurane. Di vê mijarê de em nekarin bê deng bimînin. Gezî di alî ku hinek nerehetî bên sererastkirin de derfetek bû.

Kaya der barê pirseke ku hun dê di hilbijartinên pêş de dengê xwe bidin AKP’ê an na de jî wiha got: “Piştî referandumê şikestinê min çêbû. Em dan zorê. “

Kaya di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew wekê gelê Rojhilata Navîn Kurd,Tirk,Ermenî, Rum û Suryanî divê ji bo aştiyê dest bidin hev.