Kasim Engîn li Mexmûrê hate bîranîn

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn ku ji ber êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker şehîd bû, li kampa penaberan a Mexmûrê bi merasîmekê hate bîranîn.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn ku 27'ê Gulanê li herêma Bradostê di êrişeke hewayî de şehîd bû li Mexmûrê ji aliyê bi sedan kesî ve hate bîranîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Hecî Kaçan axivî.

Kaçan diyar kir ku ev şehadet ji bo gelê Kurd û PKK'ê 'xemgîniyeke mezin e' û got, "Bi navê kampa Mexmûrê em sersaxiyê ji Rêber Apo, malbata şehîd Kasim û hevalên wî re dixwazin."

Kaçan diyar kir ku ew ê her tim li ser şopa hevrêyê xwe Kasim Engîn bin, têkoşîna wî mezin bikin û got, "Em ê hêrsa xwe veguherînin têkoşîn û berxwedaneke mezin."

Kaçan diyar kir ku wê tola Kasim Engîn li erdê nemîne û got, "Em ê bi berxwedaneke mezin tirsê berdin dilê dijmin. Dijmin nikare ti carî îradeya me teslîm bigire."

Di dawiya axaftinê de li helbesteke Kasim Engîn hate guhdarîkirin.

Bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

Li Saziya Malbatên Şehîdan serdanên sersaxiyê tên qebûlkirin.