Kasim Engîn li Lavrîoyê hate bîranîn
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn li Lavîroyê bi meşekê hate bîranîn.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn li Lavîroyê bi meşekê hate bîranîn.
Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê bi sedan Kurdistanî li hev kom bûn û ji bo bîranîna endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn û şermezarkirina êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê meşiyan.
Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwcanên Şoreşger şeva Duşemê li pêşiya kampa Lavîroyê dest pê kir û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên Kasim Engîn, alên PKK û KCK'ê hatin hildan.
Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Faşîst Tirkiye" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.
Piştî meşê li hewşa Kampa Lavrîoyê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Gelê Kurdistanê axaftin hatin kirin û piştre li sînevîzyona li ser berxwedana Kasim Engîn hate temaşekirin.
Çalakiya bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.