Karwanê Konsolosa Tirk a Mûsilê rastî êrîşê hat

Karwanê Konsolosa Tirk a Mûsilê rastî êrîşê hat

Li dijî Konsolosa Tirkiyê ya li Mûsilê, êrîşeke bombeyî hat lidarxistin. Li gorî agahiyên destpêkê, di êrîşê de mirî yan jî birîndar nîne.

Karwanek ji 4 wesayîtan ku tê de erdkarên Konsolosa Tirk hebûn, ji Mûsilê ket ser rêya Hewlêrê saet li dora 10:00 rastî êrîşeke bombeyî hat.

Li gorî agahiyan, bombeya li rex rê hatibû bicihkirin di dema derbasbûna karwan de teqiya û hat ragihandin ku di bûyere de ji bilî ziyana li wesayîtan, mirî yan jî birîndar nîne.

Hêzên ewlekariyê yên li Mûsilê jî hat cihê bûyerê û dest bi lêkolînan kirin.