Karwanê cenazeyê gerîlayê HPG'î Ugurlar hat rawestandin

Karwanê cenazeyê gerîlayê HPG'î Ugurlar hat rawestandin

Karwanê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ahmet Ugurlar (Agit Suruç) ku ji bo pişti testa DNA ya li Stenbolê dîsa li Goristana "Şehîtgeha Egît Pirsûs" a li Bagogê defin bikin derket rê, bi hinceta li herêmê goristan tune, di ketina Nisêbînê de hat rawestandin.

Malbata gerîla HPG'ê Ahmet Ugurlar (Egît Sûruc) li Çiyayê Bagokê di 1'ê Îlonê de li goristana "Şehîtlîka Agit Suruç" cenazeyê Ahmet Ugurlar definkiribûn. Lê di 2'ê Îlonê de bi fermandariya Walîtiya Mêrdîn leşkeran bi ser goristanê de girt û hemû gor hilweşandin. Gora Ahmet Ugurlar şikandin û cenazeyê endamê HPG'ê Ahmet Ugurlar (Agit Suruç) derxistin. Leşkeran piştre cenazeyê Ugurlar ji bo testa DNA şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Piştî testa DNA ya Ugurlar bi encam bû û şûnde, malbatê cenazeyê Ugurlar girtin û bi karwanekê ji Stenbolê anîn Mêrdînê. Karwana cenazeyê Ugurlar li ketina Nisêbînê ya Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve hat rawestandin. Leşkeferên Fermandariya Cendirmeyan a TRT'ê bi hinceta ku li herêmê goristan tune destûr neda ku malbat cenaze bibe Şehîtgeha Egît Sûruç. Lekeran bi hinceta "Belgeya definkirina cihê caneza ya Wezirê Karên hundir tune" rawestandin.

Ahemt Ugurlar (Egît Sûrûç), di sala 1999'an de di pêvajoya vegera pêvajoya agirbestê de jiyana xwe ji dest dabû. Li wê şehîtlîkê 44 ciwanên me hene. Hemû namûsa me ne. Em li hemberî van êrîşan bêdeng namînin."