Kartal: Divê Swêd ji gelê Kurd lêborînê bixwaze
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal piştî 34 salan, li ser girtiyan dosyaya Olof Palme got divê hikûmeta Swêd ji gelê Kurd lêborînê bixwaze.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal piştî 34 salan, li ser girtiyan dosyaya Olof Palme got divê hikûmeta Swêd ji gelê Kurd lêborînê bixwaze.
Beriya 34 salalan 28'ê Sibata 1986'an Serokwezîrê berê yê Swêd Olf Palme hatibû kuştin. Mexdûrê mezin ê kuştinê bûbûn Kurd. Rayedarên polîsan ên wê demê bêyî ku ti delîl hebin PKK sûcdar kiribû û li tevahiya Ewropayê li dijî Kurdan kampanyaya krîmînalîzasyonê dest pê kiribû.
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal got Palme li piştevanê gelê Kurd û Filîstînê bû, ji ber ku Palme hem ji bo alîgirê gelên çewisandî bû û hem jî li qada navnetewî bi polîtîkayên DYE'yê yên emperyalîst re dihare pêşberî hev hate qetilkirin.
Kartal bi bîr xist ku Palme digot,Kurd azadiyê heq dikin û dixwest ku meseleya Kurd bi rêyên demokratîk,siyasî were çareserkirin, daxwaza yekbûna Kurdan dikir û piştî rejîma 12'ê Îlonê li dijî zext û zordarî, êşkence û girtinan ên li Tirkyê disekîne û piştevanê gelê Kurd bû.
Kartal bi berdewamî got li Ewropayê dema ku lîderek li meseleya Kurd xwedî derbiketa ev ji bo wan taloke bû, têkoşîna çekdarî ya ku 15'ê Tebaxa 1984'an dest pê kirî ji bo Tirkiyê û hevalbendên wê NATO'yê meseleyeke giran bû û ji ber vê kuştina Palme ji gelek aliyan ve wê ji bo wan bibûya destkeftineke mezin.
Kartal diyar kir bi kuştina Palme re senaryoyeke wiha hate çêkirin, polîsê veşartî yê Swêd Sapo di serî de bi DYE, Elmanya û Ingilistan3e bi hêzên kûr ên NATO'yê re ev konsept danî û ev kirin sukra PKK'ê.
Kartal got, bi kuştina Palme re , ''Hem li Swêdê û hem li Elmanyayê û li welatên din ên Ewropayê li dijî PKK'ê operasyonên mezin hatin destpêkirin. PKK hatiye krîmînalîzekirin û bi vê bingehê bûye sedem ku konsepteya bi desteka NATO'yê ya Tirkiyê ya li dijî PKK'ê mezintir bûye û hatiye berfirehkirin. Bi kuştina Palme re hem li herêmê, hem li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û Ewropayê, li qada navnetewî li dijî PKK'ê kampanyaya terorîzekirinê dest pê kiriye.''
Li ser girtina dosyaya Palme jî Kartal got, ''Bêyî ku têkilî Kurdan daxuyaniyeke têr û tije were dayin, bêyî rexneyê li xwe bînin û nêzîkatiyeke cihê deynin holê û bi avêtine ser mirovekî mirî girtina dosyayê hem ji bo raya giştî ya Swêd, hem ji bo cîhana pêşverû, nexasim ji bo Kurdan ne rewşeke wiha ye ku were qebûlkirin. Rast e, hêzên mezin ên tarî Palme kuştin û piştî 34 salan ev dosya hate girtin û rakirin. Li dijî vê divê têkoşîneke girîng were dayin.''
Kartal her wiha got: ''Ji ber îdîayê hikûmeta Swêde a têkilî dosyaya Palme ya li ser Kurdan, divê ji Kurdan lêborîn were xwestin û tiştên ku hatine kirin vebêjin. Bi vê çarçoweyê saziyên Kurd wê têbikoşin. Li gel saziyên Kurd derdorên pêşverû, demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên jinan, dostên gelê Kurd, di serî de li Swêdê, li qadên navnetewî divê xebatan bikin, zextê bikin. Piştî 34 salan bêyî ku têkilî PKK'ê daxuyaniyeke cidî were kirin, nayê qebûlkirin ku kuştinê bavêjin ser kesekî û ser dosyayê bigirin. Divê ji hikûmeta Swêde were xwestin ku daxuyaniyeke were qebûlkirin, hê maqultir û rast bide. Ji bo vê wê têkoşînek were dayin.''