Kartal: Di sala 40'î de em ji bo azadiya Ocalan seferber bibin
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li pîrozbahiyeke sala 40. ya PKK'ê axivî û got, "Divê gelê me, ji bo sala 40'î ya PKK'ê bike sala azadiya Serok Apo, seferber bibe."
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li pîrozbahiyeke sala 40. ya PKK'ê axivî û got, "Divê gelê me, ji bo sala 40'î ya PKK'ê bike sala azadiya Serok Apo, seferber bibe."
Pîrozbahiyên ji bo sala 40. a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) dewam dikin. Pîrozbahî li çar aliyên cîhanê bi şevên girseyî pêk tên. Kurdên li Belçîkayê dijîn li bajarê Leûvenê li hev civiyan û salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Li gel bi hezaran kesî, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Kartal li vir axivî, bal kişand ser şert û mercên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê girtin û banga seferberiyê li hemû Kurdan kir.
'PKK'Ê DEST LI DÎROKÊ WERDA'
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartala sala 40. ya PKK'ê pîroz kir û bi bîr xist ku beriya PKK'ê Kurd di nava serdemeke tarî de bûn. Kartal got, "Kurdistan di nava tarîtiyê de bû. Deng ji kesî dernediket. Dijminên me li çar parçeyên Kurdistanê hêvî şikandibûn. Di demeke wiha de Rêber Apo û hevalên wî ji bo jiyana azad dest li dîrokê werdan. Dest li sîstema ku di şerê yekemîn ê cîhanê de Kurdistan kir çar parçe werdan. Ji wê rojê û vir ve, ji Hakî Karer heta Delal Amed em minetdarê hemû şehîdên xwe ne û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Em soz didin ku em ê armancên wan bi cih bînin."
Kartal bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê di nava esareteke giran de ye û got, "Girîng e Kurd hemû xwe ji vê rewşê berpirsyar bibînin." Kartal işaret bi têkoşîna azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê kir û wiha dewma kir: "Gelê me bi îradeya Rêber Apo li Rojhilata Navîn dîrokê dinivîsîne. Ne tenê ji bo xwe, ji bo jiyana azad a hemû gel û nasnameyan têdikoşe. Ev têkoşîn jî bi pêşengiya jinan tê kirin. Bi rêya vê têkoşînê, sîstema navneteweyî ya ku bi sedan salan em bê maf û hiqûq hişt, ji hev tê xistin û li şûna wê sîstemeke azadîparêz û demokratîk tê afirandin."
'EGER CPT NEÇE ÎMRALIYÊ EM Ê BERXWEDANA XWE MEZIN BIKIN'
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal banga seferberiyê li Kurdên li Ewropayê kir û got, "Di serî de gelê me yê li Ewropayê, tevahiya gelê me yê li çar parçeyan û dostên me, ji bo sala 40'î ya PKK'ê bibe sala azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd divê seferber bibin. Ji aliyê siyasî, dîplomatîk û ragihandinê ve em têkoşînê li hemû qadên civakî mezin bikin. Ji ber ku em nizanin bê rewşa Rêber Apo niha çi ye. Ji ber agahiyên ku ji aliyê dijmin ve hatine belavkirin, em ji jiyana wî fikaran dikin. Em li Strasboûrgê çalakiyeke mezin li dar dixin. Ji bo CPT biçe li ser mafê jiyanê yê Rêber Apo lêkolînê bike û daxuyaniyekê bide. Eger CPT, malbat, parêzer an jî heyetek neçe cem Rêber Apo em ê vê berxwedana xwe mezintir bikin. Ji ber vê yekê barekî giran dikeve ser milê gelê me yê li Ewropayê. Di sala 40'î de lazim e em fedakariyeke mezin bikin. Çalakiyên xwe yên xwedîderketina li Rêber Apo ancax em dikarin bi vî rengî meizn bikin. Peyama me ji bo tevahiya gelê me yê welatparêz ev e: Sala 40'î sala fînalê ye. Ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd firsendên mezin e. Divê her kes bi vê bîr û baweriyê tevbigere."
Pîrozbahî piştî axaftinê bi stranên Cemîl Koçgirî, Serhat Çarnewa û hunermendên herêmî dewam kir. Ciwanan jî heta derengiya şevê govend gerandin û salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.