Karkeran piştî rojnameyê komele vekirin

Kedkarên ku 5 sal in rojnameya ‘Emek ve Onur’ê derdixînin, niha jî li Stenbol, Îzmîr û Edeneyê bi heman navî komele ava kirin.

Kedkarên ku rojnameya ‘Emek ve Onur’ê li kargehan belaş belav dikin, bi komeleya ku ava kirine armanca wan ev e ku komîteyên karan û meclîsên karkeran ava bikin.

Berdevkê Komeleya Emek ve Onurê Emrah Arikûşû dibêje ku mûhasebevan û parêzerên patronan hene. Karker jî bi tenê keda wan heye. Gelek karker hene ku bi mafên xwe nizanin.”

Arikûşû diyar dike ku cara pêşîn wan xwe di nav çalakiyên karkerên metalê de ava kirine û got ku “Piştre em tevlî nav berxwedanên karkeran bûn, em çûn fabrîke, kargeh û atolyeyan. 5 sal in em dixebitin. Piştre me komele vekir. Evm komele ji bo eleqedarbûna kêşeyên karkeran wê bixebite.

GELEK KARKER BI MAFÊN XWE NIZANIN

Karker bi mafên xwe nizanin. Karker nizanin ku bi meaşê asgarî wê çi were birîn.  Patron û kardar xwedî parêzer, şêwirmend û mûhasebevan in, lê karker ew bi tenê ne. Ji bo debara xwe bi tenê dikare keda xwe bifiroşe. Di vir de em mudaxil dibin. Him ji bo hesapkirina meaşê karkeran û him jî di warê şexsî de ew çawa dikare xwe bi pêş ve bibe û têbikoşe, em bi hev re dixebitin.”