Kargehên Elman cih nadin mîtîngên Erdogan

Piştî bertek mezin nîşanî mîtînga Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim a li Oberhaûsenê û şûnde gelek kargehên Elman, diyar kirin ku ji bo mîtîngên Erdogan dibe ku beşdar bibe cih nadin.

Kargehên Elman yên bi navê Koln Lanxess-Arena û Congress Sport&Event ên li Dusseldorfê di dema serlêdana ji bo mîtîngên Erdogan de diyar kirin ku cih nadin . Serlêdanên ku li pişt wan navê kê heye ne diyare jî balkişand ser xwe.

Li gorî nûçeya Franzîska Heîn ê di Rojnameya Rheînîsche Post, ji bo propagandaya referandûma AKP’ê ya ku bi gotinên xwe yên faşîst û cudakariyê vegûhezandî Elmanyayê, ji bo mîtîngên ku wê Erdogan beşdar bibin hê ti serlêdan nehatiye kirin. Rheînîsche Post ên ku bi Congress Sport&Event û Oberhaûsend Konîg-Pîlsener-Arena yên xwedî Lanxess-Arena, li Dûsseldorfê gelek salonên sporê û arenayan dixebitînin re hevdîtin kir, hê ti serlêdan nehatine kirin.

QETHİYEN ARENA LANXESS A KOLNÊ CIH NADE

Hefteya derbasbûyî mîtînga Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim a li Konig-Pîlsener-Arena ya li Oberhaûsê bi protestoyan hat pêşwazîkirin, berpirsên Arenayê jî diyar kirin ku di dema serlêdanê de wê bi fikirin.

Lê Kargehên Koln Lanxess-Arena û Congress Sport&Event ên li Dusseldorfê ku bi rojnameyê re axifîn diyarkirin ku cih nadin mîtîngên Erdogan.

Têkildarî mijarê Berdevkê Lanxess-Arenayê diyar kir ku ew carekî din salonan ji bo mîtîngên Erdonga bi kirê nadin.

'RAGEŞİYÊ ÇÊDIKIN Û LI PIŞT WAN KÎ HEYE NE DIYARE'

Kargehên Congress Sport&Event a ku salonên mezin bi rêve dibe, Arenayên Esprit-Arena, Mîtsûbîshî-Electric-Halle ya li Dusseldorfê û Arena ISS-Dome a ku sala 2011'an Erdogan lê axivî, ragihandin ku ew rê nadin dîktatoriya Tirk.

Rêveberê kargehê Hîlmar Gûckert got ku ev aktivîteyên ku rageşiyê çêdikin bala me nakêşe.