Karê qeyûman ên li ser çand-hunerê û jinan!

Parlamenterên HDP’ê Sîbel Yîgîtalp û Dîlan Dîrayet Taşdemîr bîlançoya dijminatiyê ya qeyûman a li ser xebatên çand-hunerê û jinan par ve kirin.

Parlamenterên HDP’ê Sîbel Yîgîtalp û Dîlan Dîrayet Taşdemîr derbarê rapora DBP’ê ya li ser qeyûman li Meclîsê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

‘XEBAT ASTENG KIRIN, PIRTÛKXANE BÊKÊR KIRIN’

Yîgîtalp di daxuyaniyê de li ser karûbarên şaredariyan û piştre jî li ser kirinên qeyûman got: ‘’Rêgeza me ya sereke ya rêveberiya xwecih a di qada çand û hunerê de ew bû ku hemû çand werin parastin. Hemû şaredariyên me li gorî deman, bi domdarî festîvalên çand û xebatê dikirin. Bi mebesta pêşvebirina çand û zimanan 24 heb navendên çand û hunerê hatibûn vekirin, her wiha galerî û pirtûkxane jî hatibûn vekirin.

Li 14 bajar û navçeyan xebatên çand û hunerê hatin astengkirin. 21 festîval hatin betalkirin. Li navendan ji 3 hezarî zêdetir xwendekar hebûn, ev derfet ji dest wan hate standin.

Bîrdariyên ku bîra hevpar a civakê bûn ji holê rakirin. Navê park, navendên çandê yên bi Kurdî, Sûryanî, Ermenî û Erebî rakirin.

Gelek pirtûkxane bêkêr kirin, bi deh hezaran pirtûk jî bi hincetên cuda dane hev û tine kirin.’’

‘SAZIYÊN JINAN GIRIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin ji bo ku jin di pêvajoya biryarê ya şaredariyê de hebin ‘meclîsên şaredariyê yên jinan’ hatibûn avakirin û her wiha bi mebesta rêveberiya xebatên pratîk ên meclîsan ‘desteya jinan’ û ‘koordînasyona jinan’ hatin hilbijartin.

Bi berdewamî ev agahî hatin parvekirin:

‘’Niha 27 hevşaredarên jin girtî ne.

Qeyûma çi kirin?

Saziyên jinan an girtin an bêkêr kirin,

Xebatkarên jin an ji kar kirin an jî cihê wan guhartin,

Memûrên mêr anîn ser rêveberiya yekîneyên jinan,

Bûne sedem ku dest li ser dosyayên jinan bidin ku serî li Navenda Jinan dabûn û her wiha bûne sedem mafê veşartîmanê were binpêkirin û li ser jiyana jinan rîsk çêbibe.

Bazarên semtan ên jinan girtin û ji projeyên aboriyê jin dûr xistin.’’