Karê ji bo hilbijartinê li Toûloûse jî dest pê kir

Kurdistaniyên li bajarê Toûloûse yê Fransayê dijîn tevî dostên xwe dest bi karê ji bo hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Toûloûse yê li başûrê Fransayê dijîn tevî dostên xwe dest bi karê ji bo hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê kirin. Bi vê armancê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civînek hate kirin û gelek Kurdistanî û dostên Tirkiyeyî tevlî bûn. Beşdaran diyar kirin ku ji bo dengdana li hilbijartina 24'ê Hezîranê divê seferber bibin.

'DIVÊ EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ TEVBIGERIN'

Di civînê de biryar hate dayin ku ji bo her kesên qeyda wan li lîsteya Konsolosxaneya Bordeaûxê nîne roja 29'ê Nîsanê saet 10:00 de komîteya karên agahiyê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jê re bibe alîkar.

Di civînê de hate destnîşankirin ku ji bo karê qeydkirinê divê her kes bi ruhê seferberiyê tevbigere û ji bo dawî li dîktatoriya Erdogan were anîn her kes têbikoşe.

Hate ragihandin ku Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Toûloûse û derdora wê dijîn, li ser hilbijartina 24'ê Hezîranê bi rêya nûmaraya 0033 6 84 17 61 02 dikarin agahiyê bigirin.