Karê AKP'ê yê hilbijartinê: 5 kes li Kocaeliyê hatin destgîrkirin

Li Kocaeliyê, 5 kes bi hinceta parvekirinên li medya civakî hatin destgîrkirin.

Rejîma AKP-MHP'ê ku bi tirsa têkçûnê ketiye, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî zêde kir.

Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malên li navçeya Darica ya Kocaeliyê. Endamê Rêxistina HDP'ê ya Daricayê Serhat Aydin, Gencer Ertûger û ji rêveberên DBP'ê Tûncer Merîç, hatin destgîrkirin. 3 kesên bi hinceta parvekirinên li medya civakî hatin destgîrkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Kaşkalê tên hiştin.

2 kes jî li navçeya Gebzeyê hatin destgîrkirin.