Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan beşdarî bernameyeke taybet a li Stêrk TV bû.
Karayilan got, "Xuya ye 16'ê Nîsanê hem ji bo gelê me hem jî ji bo gelê Tirk qonaxeke girîng e" û wiha dewam kir: "Li Tirkiyeyê bi beşdariya AKP, MHP û BBP ku parçeyek ji MHP'ê ye tifaqeke neteweperest-nîjadperest ava bûye. Bi vî rengî dixwazin ji sîstema 12'ê Îlonê jî bêhtir zêdegaviyê bikin û faşîzmê mayînde bikin. Ti aliyê demokratîk ê guhertina destûra bingehîn ku niha pêşkêşî referandûmê dikin, nîne. Dixwazin sîstemeke faşîst û dîktator mayînde bikin."
Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku divê were zanîn, tifaqa AKP-MHP'ê li ser bingeha dijberiya li Kurdan ava bûye û got, "Ji xwe şertê MHP'ê ev bû. Bala xwe bidinê, parçeyê din ê MHP'ê jî hat tevlî bû. Van hêzan bi vê tifaqê re xwe gihandin konsepteke nû. Naveroka vê konseptê jî tinekirina Kurdan e. Yanî destketiyên gelê Kurd dikin hedef. Ne tenê li nava sînorên Komara Tirkiyeyê, li derveyî sînor jî dixwazin êrîşkariyê bikin û hemû destketiyên gelê Kurd ji holê rakin. Eger tevî van hemûyan Kurdek an jî Kurdistaniyek rabe ji vê destûra bingehîn re bêje 'erê' hingî ew kes zilma 2 salên dawî ya AKP û MHP li Kurdistanê dike, erê dike. Yanî, kesekî bêje erê, hingî şirîkê vê zilmê ye. Ne tenê ev; eger tifaqa AKP-MHP bi ser bikeve, wê hingî Erdogan bêje, 'Binêrin; tiştên ez dikim tên erêkirin; wê çaxê ez ya rast dikim û divê ez vê yekê bidomînim'. Yanî, wê vê yekê weke bingehekê ji bo zêdekirin û dijwarkirina şîdet û faşîzmê bi kar bîne. Mînak; wê şerê li Kurdistanê girantir bike. Ji ber vê yekê, kesekî ku bêje 'erê' wê ne tenê bibe şirîkê tiştên heta roja îro hatine kirin; di heman demê de wê bibe hevparê berpirsyariya tiştên ji niha û pê ve werin kirin. Lewma her Kurd û demokratekî Kurdistanî yên xwedî wijdan û rûmetê, divê nebêje 'erê'.
Ev dijminê Kurdan e û li ser dijminatiya li Kurdan tifaq kirine. Bala xwe bidinê; di hemû mîtîngan de li dijî me daxivin. Yanî yekî nizanibe wê bêje 'ev li dijî PKK'ê û li dijî gelê Kurd ketine hilbijartinê'. Hemû axaftinên wan li ser me ne. Serokkomarê cîgir hatiye Wanê. Min li axaftina wî guhdarî kir. Dibe ku 10 caran gotina 'alçax' anî ziman. Ji jê re dibêje? Ji HDP'ê re, ji PKK'ê re dibêje. Lê ya esasî, vê gotinê ji gelê Kurd re dibêje. Ev ewqasî bi hêrs in li dijî gelê me. Ji gelê me nefretê dikin. Ev radibin bi rengekî vekirî li qadên mîtîngê dijminatiyê dikin."
AKP DIXWAZE BIKEVE KERKÛKÊ
Karayilan, bilindkirina ala Başûrê Kurdistanê li Kerkûkê nirxand û got, "Bala xwe bidinê; li Kerkûkê ji bo ala Başûrê Kurdistanê biryarek hat dayîn. Ji xwe ala Iraqê hebû; biryar hat dayîn ku li kêleka wê ala Başûrê Kurdistanê were bilindkirin. Ev rabûn qiyamet rakirin. Ji ber ku Erdogan plana xwe ya şer vê gavê bi PDK'ê re li dijî me li Şengal û hin herêmên din amade kiriye, niha bi tundî nabêje 'Em ê bikevin Kerkûkê'. Lê belê tişta ku dixwaze bêje, bi rêya Devlet Bahçelî dibêje. Devlet Bahçelî çi got? Got: 'Ne dost e, ew postê li binê lingê me ye'. Ev ji bo lîderiya PDK'ê got. Yanî, ev dijminê tevahiya gelê Kurd in. Ev tiştekî vekirî ye. Û eger em îro nebin, wê vê yekê bi awayekî vekirî jî bikin. Em îro Bakur jî, Başûr jî, tevahiya Kurdistanê diparêzin. Eger em nebûna, wê teqez bigotina 'Em ê bikevin Kerkûkê'. Niyeteke xwe ya bi vî rengî heye. Ji xwe Bînalî dibêje, 'Divê Neteweyên Yekbûyî dest bavêje vê mijarê'. Bi van gotinan dixwazin bêjin, 'Divê Tirkmenên li wê derê werin parastin; divê leşkerên me biçin wê derê'. Di dawiya dawî de jî wê biçin. Ji xwe eger em nebûna, wê heman niha di cih de hewl bida biçûna. Lê belê, ji ber ku niha li dijî me şer dikin û di şerê dijî me de dixwaze PDK'ê li kêleka xwe bidin şerkirin, tiştên bi vî rengî nikarin bi awayekî vekirî bêjin. Bi rengekî sergirtî gefan dixwin."
EW NE DOSTÊ KURDAN E
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bal kişand ser van xusûsan:
"Ew ne dostê gelê Kurd e, ew ne dostê mirovekî Kurd e. Ew dostê wan Kurdên noker ên bi wan re tevdigerin e. Dîroka Komara Tirkiyeyê bi mînakên bi vî rengî dagirtî ye. Di Terteleya Dersîmê de, ewilî Kurdên berxwedêr kuştin û koçber kirin, piştre yên li cem dewletê kuştin û koçber kirin. Ev rastî di Tevgera Şêx Seîd de jî hat dîtin, di hemû raperînan de jî hat dîtin. Pêwîste mirov li dîrokê binêrin û roja îro li ser vê bingehê binirxînin. Ji ber vê yekê, divê ti Kurd vê rastiyê jinedîtî ve neyê. Kî vê rastiyê ji nedîtî ve bê, ew ê teqez têk biçe. Ji ber ku ev ê sibê rastiya xwe hê bi zelalî nîşan bidin û êrîşî hemû destketiyên Kurdan bikin. Lewma di referandûmê de divê ti Kurdistanî nebêje 'erê'. Pêwîste bêje 'NA'.
EV PÊLA FAŞÎZMÊ JI BO GELÊ TIRK JÎ ZILM E
Ev pêla faşîzmê, bi qasî zilma li gelê Kurdistanê ye, ji bo gelê Tirk jî zilm e. Ev dixwazin sîstema faşîzmê mayînde bikin, dîktatoriyê zexm bikin. Ji bo hemû gelên Tirkiyeyê, bi taybetî ji bo civaka me ya Elewî û hemû hêzên li derveyî sîstemê ne, ev xeterî ye. Pêwîste hemû şêniyên Tirkiyeyê li vê bifikirin û ji vê re nebêjin 'erê', bêjin 'NA'. Deng dabe kîjan partiyê jî; ev rewş her kesên li Tirkiyeyê eleqedar dike. Lewma her kesên li dijî dîktatoriyê ne, divê bêjin 'NA'. Çi Kurdistanî, çi jî Tirkiyeyî, pêwîste her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe, bi vî rengî tevbigere û tercîha rast bike.
DIVÊ GELÊ ME YÊ LI EWROPAYÊ BIÇE SER SINDOQAN Û DENGÊ XWE BIDE
Li Ewropayê niha deng tê dayin. Bêguman gelê me yê li Ewropayê divê ji bo dengdanê hê xwe bişidîne. Li her bajarî deng nayê dayin; tenê li cihên diyarkirî deng tê dayin. Ji ber vê yekê, gelê me yê li Ewropayê divê nebêje, 'ez li vir im; çi karê min heye ku biçim li cihekî din deng bidim'. Divê bi berpirsyarî rabe û zanibe, ku neçûna ser sindoqan tê wateya dengê 'erê'. Kî naxwaze bibe şirîkê vê zilmê û vê zîhniyeta faşîst, pêwîste biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Neçûna ser sindoqê tê wateya dayina dengê 'erê'. Hem li Ewropayê, hem li Tirkiyeyê, hem jî li Ewropayê divê bi vî rengî nêzîk bibin. Ez bawerim ji bo dengdana li Ewropayê demeke kurt ma ye. Ev xusûs girîng e.
Wekî din, mirovên ku gihîştine vê baweriyê divê bi tenê tevnegerin. Di heman demê de ew bi xwe jî bixebite. Ji ber ku îro bi taybetî li Kurdistanê û Tirkiyeyê kadro li derve nehatine hiştin. 10 hezar siyasetmedar û milîtanên Kurd îro di zîndanan de ne. Bi qasî 5 hezar HDP'yî girtine, avêtine zîndanê. Kesekî ku karibe bixebite nema ye. Ji ber vê yekê, her kesê welatparêz-demokrat, lazim e di vî warî de bi berprisyarî rabe, mîna kadroyekî biçe nava malan, xizm, cîran, her kesî hişyar bike û rêxistinbûna xwe ava bike. Bi vî rengî girseyan bibe ser sindoqan û bike ku dengê 'NA' bidin."
EGER DENGÊ 'NA' BI SER BIKEVE WÊ LI TIRKIYEYÊ SERDEMEKE NÛ DEST PÊ BIKE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku eger di 16'ê Nîsanê de gelên Tirkiyeyê bêjin 'NA' û dengê 'NA' bi ser bkeve, wê li Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê bike û got, "Serketina dengê 'NA', wê bibe destpêka serdemeke nû, ku hemû erk di destê şexsekî de nehatiye hiştin, rêbazên demokratîk lê tê nîqaşkirin û lêgerînên di vî warî de bên kirin. Ev yek wê derbeke mezin li pêla faşîst a tifaqa AKP-MHP'ê bixe. Ew ê qels bibin û wê pêşî li demokrasiya civakî vebe. Ji ber vê yekê, ev referandûm dikare bibe bingehek ji destpêkên nû re. Lewma divê mirovên me bi hêvî û bawerî bixebitin û helwesta 'NA' bi rengekî rêxistinî nîşan bidin. Ya ku niha tê dîtin, serketina dengê NA ye. Eger dek û dolab neyên gerandin, hîlekarî neyê kirin hem li Kurdistanê, hem jî li Tirkiyeyê wê dengê NA bi ser bikeve. Rewşa heyî vê yekê nîşan dide." Karayilan bi hêviya serketina dengê NA, ji hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê re serketin xwest.