Karayilan: Saziyeke Parastina Neteweyî pêwîst e

Karayilan: Saziyeke Parastina Neteweyî pêwîst e

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku ji bo parastina nirxên neteweyî yên gelê Kurd, fermandariyeke hevpar nebe jî pêwîstî bi saziyeke parastina Kurd a Neteweyî heye, ku li gorî plansaziyeke hevpar tevbigerin. Karayilan bal kişand ser rewşa krîtîk a li Şengalê jî û diyar kir, ku ji bo sivîlên li Şengalê divê Bakurê Şengalê bê rizgarkirin, ev nebe divê ji hewayê korîdorek bê vekirin.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di beşa sêyemîn a hevpeyvîna bi rojnameya Azadiya Welat re, di der barê mijarên wek hejmara endamên HPG’ê yên li Şengalê, tabûrên HPG’ê ku nava rojê di bajarên Başûr de di bin kêfxweşiya gel û pêşmergeyan de derbasî Mexmûr, Şengal, Duhok û Laleş bûn, rewşa heyî li Başûr, plansaziya derxistina hêzên çeteyên DAIŞ ji Şengal û hevdîtinên bi hêzên Başûr û Iraq re nêrînên xwe anî ziman. 

Li Şengalê qirkirineke mezin pêk hat, hê jî hejmara kuştiyan, jin û zarokên revandî ne diyar e. Tevgera Azadiyê di şexsê YPG û HPG’ê de pêşiya qirkirineke sedsalî girt. Lê ji ber ku we ew taloke dîtibû û hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hebûn çi bû asteng ji bo hejmareke zêdetir li Şengalê bi cih bibe û parastina gel bike?

MÎNA 12 SIWARIYÊN DERWÊŞÊ EVDÎ 12 GERÎLA ÇÛN PARASTINA ŞENGALÊ

Serok Apo ji bo parastina Şengalê gelek caran peyam dabûn. Herî dawî ji bo Şengal û Kerkûkê peyam da ku lazim e bê parastin. Me jî li ser vî esasî dît xeter nêz bû me pêşniyarî bir PDK û YNK’ê. Me got em dixwazin di bin agahiya we de hin hêzên xwe yên gerîla ji bo Mexmûr, Kerkûk û Şengalê rê bikin. PDK’ê got “tiştek wiha ne hewce ye her tişt kamil e. Pêşmerge têrî xwe heye, hewceyî gerîla nake.” YNK’ê jî heman tişt got lê dîsa jî got “kengî pêwist bibe em ê agahî bidin we.” Dema wisa bû em wek PKK tim rê û rêbazên xwe bi xwe esas digirin. Me dîna xwe dayê wiha nabe em rabûn me rêbazên xwe bi pêşxist. Me got dema tiştek biqewime ji bo em karibin bikevin dewrê lazim e em amadekarî bi pêş bixin. Me 12 heval ji bo Şengalê amade kir. Heta ez bi wan 12 hevalan re wiha axivîm. Min got Derwêşê Evdî bi 12 siwariyan çû beriya kurdan rizgar bike. Hûn jî va 12 kes diçin ku Şengalê biparêzin. Wiha anekdoteke dîrokî hate bîra min, min ji wan re got. Ji bo Mexmûr jî 8 heval û komeke din jî ji bo Kerkûkê me amade kir. Ev tev hevalên pispor xwedî tecrube bûn. Me bi şêwazekî veşartî şandin. Ew hevalên me yên gihîştin Şengalê qaçax çûn. Pişt re pêşmerge ew ferq dikin. Li dû wan digerin û 3 heval zevt kirin. Hevalên mayî hinek keşif kirin. Dijmin li ku derê ye rewşa gel çawa ye. Herêm nas kirin. Heman tişt li Mexmûr jî hebû. Ew her 8 kes li wir ji gelê Mexmûrî, ji ciwanan û kesên dilxwaz tabûr ava kirin. Bi şev bi dizî perwerde bi pêş dixistin. Di malan de veşartî ders didan gel. Di Mexmûr de 6 tabûr ava kirin. Ji xwe ewan Mexmûr parastin. Yên Şengalê siba 3’yê Tebaxê saet li 09.00’an agahî dan ku li Şengalê wek felaketek heye. Pêşmerge di 2’yê Tebaxê de hinek şer kiriye lê di 3’yê Tebaxê de bi paş ve kişiyaye û gel tev direve. Ez bi xwe jî ev 8 sal zêdetir e telefonê bi kar nayinim. Min dît mijareke girîng e ez çûm bi telefonê bi hevalên wir re axivîm û min ji wan re got “ger niha em tabûran amade bikin gelo hûn dikarin wan pêşwazî bikin.” Gotin em dikarin. Me saet li 09.00’an ev axaftin kir û li 11.00’yan me tabûr xistin rê. Tabûrên mudaxeleyê.

YPG jî kete şer di heman demê de…

Rast e destpêkê ji ber nêz bûn me hêzên YPG’ê jî talep kir. Lê yên di çiyê de hevalên HPG’ê bûn. Di dema mudaxeleyê de YPG jî kete dewrê. Gel dihat çete jî li pey wan bûn û dixwestin pêşiya wan bigirin. Di heman rojê de ew tabûrên me şandin ketin şer. Ji bo wan rawesitînin. Hinekî rawesitandin heya 4’ê mehê gel hat çiyê. Êdî xet birîn. Lê me tabûrên teqwiyê jî şandin. Bi taybetî me ji vir jî du tabûrên pispor şandin. Îcar gel ji deştê ber bi çiyê ve diçû. Nikaribû derkeve; lewre li Rabîa şer bû. Xet qut bû êdî gel dihate çiyê. Ji xwe li çiyê xwarin û av tune bû. Qerebalixeke zêde civiya. Heya hingavê 50 kes -zarok kesên nexweş- ji birçîna jiyana xwe ji dest dan. Çend caran helîkopterên Amerîka û Iraqê hatin bi  rastî tiştekî pêkenok bû. Wisa çend qoliyên av û nan avêtin. Me dît wisa nabe. Em bi hevalên YPG’ê re axivîn û me planeke hevbeş çêkir ku YPG ji aliyê Cezaa ve biçe û hêzên me yên li ser Çiyayê Şengalê jî ji wir ve werin korîdorek ava bikin. Di 8’ê Tebaxê de ev plan pêk hat. Korîdor vebû, di 3 rojên destpêkê de gel bi meş hat derxistin perîşan bû tî bûn. Pişt re me hinek keleh girtin û me hinek din misoger kir êdî bi wesayitan tehliye dest pê kir. Ji xwe Kantona Cizîrê seferberî îlan kir ku herkes bi erebeyên xwe kete nava liv û tevgerê. Ji 8’ê Tebaxê heya 18’ê Tebaxê 120 hezar însan bi vê operasyonê hat tehliye kirin. Hemû hatin Rojava û ji wir hinek çûn Başûr, hinek çûn Bakur hinek jî li wir man. Ev operasyoneke berfireh bû. Di wê operasyonê de rola YPG’ê û HPG’ê jî hebû hevbeşiyek hebû.

Me jî wek Azadiya Welat şahidî ji wê rojê re kir. Bi rastî trajediyeke giran bû.

Rast e hûn jî li wir bûn we her tişt bi çavên xwe dît.

Piştre hin tabûrên we jî ji çiyê li otobosan siwar bûn û nava rojê di nuqteyên Hukûmeta Herêmî re derbas bûn, bi kêfxweşî hatin pêşwazî kirin. Ev di encama hevdîtinan de çêbûn an spontane bûn?

PKK'Ê LI ŞENGALÊ ERKA XWE YA NETEWEYÎ BICIH ANÎ

Ji bo vê têkiliyek hebû van têkiliyan mecal vekirin. Lê pişt re rewşeke wiha çêbû. DAIŞ piştî Şengalê destên xwe avête xeta bendavê. Ber bi Mexmûr û Hewlêr ve pêş ket. Dema wisa bû dixuye ku hêzên başûrê Kurdistan jî jê re ne amade bûn, hesabê vê yekê nekeribûn. Gelek kes serî li me da. Gelê me, kesên naskirî serî li me dan. Ji xwe me 2 tabûrên pispor ji Qendîlê bi otobosan şandin Mexmûr, tu kes nebû asteng. Me ji bo Kerkûkê jî şandin. Me pişt re dît ku gelê me yê Êzidî serî li me da got DAIŞ nêzî Şêxan bû ye ihtîmal heye Laleş bigire. Şengal wiha ket û were Laleş bigire û wî warê pîroz biteqîne gelê me yê Êzidî dê ji hêla derûnî û manewî ve gelek bi bandor bibe. Ji bo vê me hêzek, alayek heval jî şand xeta Duhok û Laleş. Me xeber da biraderên PDK’ê wan jî gotin normal e bila werin. Piştre hin derdoran xwestin vê pêvajoyê berevajî bikin. Ev piştevaniya me bû, ji bo gelê me yê Başûr. Ez bawerim şandina hêzên HPG’ê li Kerkûk, Mexmûr, Laleş, Duhok û Şengalê hem ji bo gelê me yê Başûr bû moral, hem jî ji bo pêşmerge jî bû sedema teşwîqkirinê. Tesîrên xwe baş bû; lê hinek saziyên çapemeniyê panel çêkirin hinek kesên kontra ku berê ji nav me reviya bûn, karê wan tim dijîtiya PKK’ê ye derxistin panelan. Gotin “PKK ji zeîfiya pêşmerge dixwaze îstifade bike. PKK heya niha ketiye ku derê ji wir dernakeve. Dibe ku Şengalê dagir bike. Ji Duhok dernakeve” û nizanim çi. Yanî rojev şolî kirin û berevajî kirin. Hesasiyetek çêkirin. Lê heqîqet ne wisa bû. PKK’ê erka neteweyî pêk aniye. Çû hewara birayê xwe yên Başûr. Bi taybetî jî Êzidiyatî ji bo me wateya xwe heye. Em hemû rengên Kurd û Kurdistanî dixwazin biparêzin. Di serî de bîr û baweriyên Êzidîtî bîr û baweriya kurdan e em dixwazin biparêzin. Em nikaribûn li hemberî ketina Şengal û Laleş bêdeng bimana. Yanî em ji bo erkeke neteweyî, demokratîk, exlaqî û însanî pêk bînin çûn. Ev peyamek bû ji bo yekîtiya neteweyî xurt bibe. Me wê çaxê bang kir ku weke Fermandariyeke Hevbeş çêbibe. Saziyên neteweyî pêş bikevin. Lê ji ber vê yekê hevdîtin yan nebûn yan jî encamên xwe çênebûn. Herkes di halê xwe de ma. Lê niha heqîqet hêj baştir derkete holê. Digotin “PKK cihê dikeviyê dernakeve. Me dît ku ji bo Laleş û Duhok ne hewce ye em ji çiyayê Duhok derketin, ji Laleş derketin. Ger ne hewce be kuder be em ê derkevin.

Ji bilî Laleş û Duhok niha liBaşûr li ku derê Pêşmerge û HPG bi hev re di çeperên şer de ne li hemberî DAIŞ’ê?

Hêzên me li Kerkûkê zêdetir bi pêşmergeyên YNK’ê re hene; lê yên PDK’ê jî hene, li xeta Mexmûr jî hêzên me ligel pêşmergeyan hene. Dîsa li Şengalê hêzeke me yê di şer de têra xwe heye. Li wir jî hinek pêşmergeyên ku bi alîkariya me di ser Rojava re çûne wir hene.

DIVÊ PÊŞMERGE Û GERÎLA HÎN XURTIR BI SER DAIŞ'Ê DE BIÇIN

Niha rewş çawa ye li wan deran?

Niha êdî DAIŞ û Kurd bi hev re di şer de ne. Xetere hê jî berdewam e. Lê di vir de kêmasî hene. Ez bi kurtasî van destnîşan bikim dê baş be. Niha stratejiya şer mijareke pir girîng e. Tevgerên Başûr ku hêzên xwe yên pêşmerge hene, parastinên nermik pasîf dimeşînin. Li gorî me wek stratejiya şer ev nêzîkbûneke kêm e. Divê parastina aktîf pêş bikeve. Em bi ser de biçin. Em bi rêya we jî vê dixin rojevê. Me bi rêyên rêxistinî jî hewl da ku em bixin rojevê. Pozîsyona parastina aktîf dikare me bibe serfiraziya serketinê. Lê di pozîsyona parastina pasîf de serketin çênabe. Em pêşniyar dikin û wek rexne jî em dibêjin divê pêşmerge jî gerîla jî hin xurtir bi ser de biçe. Lê niha li Kerkûkê li xeta Mexmûrê li hemberî hev in û hev temaşe dikin. Ger wisa be naxwe kengî DAIŞ bixwaze dê êrîş bike. Insiyatîf dikare zêdetir bikeve destên DAIŞ’ê.

SAZIYEKE PARASTINÊ YA KURD A NETEWEYÎ PÊWÎSTIYEKE

Li Şengalê rewş çawa ye?

Li Şengalê jî niha rewşeke taybet heye. Lazim e hêzên Kurd dest bi êrîşê bikin. Divê em êrîş bikin û Şengalê rizgar bikin. Çima dê xwe di Şengalê de bi cih bikin û wan deran wêran bikin. Ji xwe qetlîameke pir mezin pêk anîn. Ger mudaxeleya me çênebûna dê qetlîama sedsalê çêbibûna. Tu jî vê dizanî. Lê me mudaxele kir me pêşiya wê girt. Lê li gel vê jî dîsa qetlîam çêbû. Niha em nizanin çiqas kesên me hatine qetil kirin. Hê jî keçên me însanên me di destên wan de ne. Lazim e em li Şengalê êrîş bikin û ev qeweta hêzên kurdî jî heye. Berê jî min carekê got. Em bang li PDK, YNK û dewleta Iraq dikin. Werin em Şengal rizgar bikin. Em bi xwe dikarin roleke girîng bileyizin. Lê ger ew neyên em ê bi îmkanên xwe yên gerîla hewldanan bi pêş bixin. Dê ev jî dem bixwaze. Meseleyeke teqtîkî wiha ye. Ya din jî divê êdî Fermandariyeke Hevbeş çêbibe. Niha li Kerkûkê li Mexmûrê herêmî hevbeşî heye. Li Şengalê ne pir di pêş de ye, lawaz be jî car caran bi hev re têkilî, koordîne heye. Va li Kobanê jî pêşmerge heye. Lê di pîleya jor de hevbeşiyek tune ye. Li gorî me şert û merc hin tiştan li ser me ferz dikin. Yek ji bo parastina destketî û nirxên gelê Kurd lazim e hêzên parastinê yekdest be. Fermandariyeke Hevbeş nebe jî derheqê stratejî û teqtîk de, derheqê planên giştî de ji bo parvekirinek hebe divê saziyeke parastin a Kurd yê neteweyî hebe. Ev bi şêwazê Fermandariyeke Hevbeş dibe ev bi şêwazê meclis dibe wek komîteyek dibe. Divê saziyeke Kurd ê parastineke hevbeş hebe. Ji bo vê elbet lazim e ku di warê siyasetê de hin gav bên avêtin. Platformeke neteweyî bê ava kirin. Di van xisusan de berê ji bo Kongreya Neteweyî hewldanên me hebûn. Bi kurtasî ji bo Fermandariyê an jî saziyeke parastina neteweyî çêbibe pêwistî bi pêşveçûna di warê siyasî de jî heye. Di wî warî de jî tiştekî xwe ferz dike heye.

DI NAVA VÊ MEHÊ DE DIVÊ JI REWŞA ÎNSANÎ YA LI ŞENGALÊ RE ÇAREYEK BÊ DÎTIN

Niha li Şengalê rewşeke cidî heye. Gelê me bi piranî jê derket. Hin derdorên welatparêz bi rizaya xwe bi dilên xwe xwestin Şengalê terk nekin û li wir man. Derdora 10 hezar kes heye. Dîsa hin mal malbatên wek eşîr û çekdar jî hene. Dîsa hin pêşmerge jî hene û hêzên me jî li wir hene. Mirov dikare tevgereke leşkerî bi pêş bixe. Lê beriya wê divê em ji Şengalê re çareyekê bibînin. Di demên ku li aliyên Kobanê êrîş pêşxistin de ji bo hêzên YPG’ê tengav bikin korîdora navbera Şengal û Rojava de êrîşeke dijwar pêş xistin û êdî parastina korîdorê ne mumkun bû. Niha ew korîdor hate girtin û pêwistiyên wan însanan yên erzaq hindik mane. Erzaqên heyî jî di dema korîdor vekirî bû de ji Rojava bi kamyonan birine. Bi şiklekî pir balkêş hêzên navneteweyî bo gelê Şengalê tu piştevanî nekirine. Tiştên lazim bû dewleta Iraq û Hukûmeta Herêmî bikirina jî nehatin kirin. Niha êdî rewşeke krîtîk heye. Di hundirên vê mehê de divê çareserî pêk were.

JI BO DEMA KURT RIZGARKIRINA BAKURÊ ŞENGALÊ ŞERT E

Çareseriyeke çawa?

An divê em tevgereke leşkerî bi pêş bixin. Ne tenê korîdorek vekin bi esasî berfireh pişta Şengalê ango bakurê Şengalê rizgar bikin. Em vê pêşniyar dikin ger aliyên din werin em dikarin vê bikin. An jî di hewa de korîdorek pêwist e. Ji bo vê yekê jî hewldan hene. Hinek tişt (xwarin) bi riya hewayê birin Şengalê ji bo îstiqrar çêbibe. Ger ne wisa be dê ew însan ji birçîna bimirin. Ji xwe zivistan e şert girantir dibin. Yanî em wek gelê Kurd ji bo Şengalê divê biryarek bidin. Li gorî me divê em li Şengalê xwedî derkevin û rizgar bikin. Niha ne giştî be jî hindik em bakurê wê rizgar bikin. Ev erkeke me ye. Ev pêk neyê jî divê li hewa korîdorek çêbibe da ku pêwistiyên gel pêk werin. Lewre niha hêzên me weke HPG li navçeya Şengalê dikare gel biparêze; lê ji bo bakurê Şengalê giştî rizgar bikî deşt e teknîk pêwist e. Mînak tank top pêwist e. Li cem hêzên me ev tune ne. Ji ber vê hewceyî bi piştevaniyê heye. Ger ji me re piştevanî bikin, an em bi pêşmerge re dikarin Şengalê rizgar bikin. Di wan gundên deştê de li hemberî teknîka dijmin em ê karibin şer bikin jî; lê dê zehmetî derbikeve. Em hakim in dikarin gel biparêzin. Ne dereng zû di nava vê mehê de divê çareyek bê dîtin. Yan korîdoreke hewayî saxlem û daimî hebe yan jî di erdnîgariyê de korîdoreke berfireh bê pêşxistin.

Ji bo vê yekê hevdîtinên we bi kî re hene. Tenê bi Hikûmeta Herêmî re hene an na?

Hem bi Hikûmeta Herêmî re hem jî bi ya Iraqê re heye. Bi hemû derdoran re em di nava hewldanan de ne û em vê dixin rojevê. Lewra wext nîne bi lez divê em çareyekê bibînin. Ya din jî em hêzên xwe amade dikin.