Karayilan: PKK di sala 37’emîn de bi hêztir e

Karayilan: PKK di sala 37’emîn de bi hêztir e

Pîrozbahiyên 36’emîn salvegera PKK’ê ya li herêmên gerîla berdewam dikin. Endamê Komîteya Rêveberiya PKK’ê Murat Karayilan di merasîma leşkerî de axivî û diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê muzakere û her wiha her du alî gavan bavêjin. Karayilan da zanîn ku ji bo berdewamkirina pêvajoyê tenê bi pêngavên aliyekî çareserî pêk nayê û her wiha bal kişand ser operasyonên polîsên AKP’ê yên demên dawî ya li ser siyasetmedarên Kurd û got: “Ger ev operasyon neyên sekinandin, mecbûrî em ê jî dest bi girtinan bikin. PKK di sala xwe ya 37’an de dema xwe ya herî bi hêz dijî. Sala 37’an dê bibe sala serkeftin û azadiyê. Berxwedana ku heta niha hatiye nîşan dan ev rastî ispat kiriye."

36’emîn salvgera damezrandina PKK’ê li Qadê Parastina Medya hat pîrozkirin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan, endamên Fermandariya Sewq-îdare ya Bakur a HPG’ê Hemrîn Dêrsîm, Dogan Didêrî, Şerîf Guyî û endama Konseya Komutaya YJA Starê Raperîn Gabar û gele gerîla tevli bûn. Karayilan di merasîmê de axaftine kir. Piştî merasîmê civînek bi gerîlayan re hate kirin û li ser mijarên rojevî, siyasî nirxandin kir.

27’Ê MIJDARÊ ROJA BERXWEDANA NETEWEYÎ YA GELÊ KURD E

Karayilan da zanîn ku damezrandina PKK’ê li Kurdistanê serdemek nû daye destpêkirin û PKK ya ku li dijî mêtingerî û qirkirinê berxwedana daye destpêkirin, dîroka gelê Kurd ji nû ve nivîsandiye û ew ji tunebûnê rizgar kiriye.

Karayilan got: “Ji ber vê yekê ev roj ji bo gelê me rojek pîroz e. Em Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê selvegera PKK’ê di serî de li Rêber Apo, hemû gelê Kurd, dostên Kurdan, dayikên şehîdan, xebatkarên tevgera xwe, sempatîzan, şervan û kadroyên xwe pîroz dikin. Em li hemberî bîranîna şehîdên xwe jî rêzdar in. 27’ê Mijdarê ne tenê roja damezrandina partiyê ye û di heman demê de roja hebûna gelê Kurd e."

Karayilan destnîşan kir ku 27’ê Mijdarê roja biryardayîna berxwedana neteweyî ya gelê Kurd e û wiha berdewam kir: “Têkoşîna li ser bingeha damezrandina PKK’ê de ketiye dewrê hebûna gelê me derketiye holê û ji gel ji tunebûnê rizgar kiriye. Ev pêngava dîrokê, pêşveçûna xerab a Kurdistanê daye sekinandin. Biryarbûna 27’ê Mijdarê gelekî ku xwedî li xwe derdikeve û berxwedêr afirandiye û di heman demê de rê li ber geşedanên şoreşgerî yên Rojhilata Navîn vekiriye. Bi taybet jî PKK’ê ji bo jiyanek azad, wekhev û demokrat çawa pêş dikeve jî têkoşîn meşandiye. Ji ber vê sedemê îro li Rojhilata Navîn têkoşîna gelê Kurd ji aliyê paşverûyan ve hedef tê girtin. Lê li dijî van êrîşan îro li Kobanê, Şengal, Rebîa, Celawla û gelek cihên din  gel di berxwedanê ye.

PKK JI HER DEMÊ BI HÊZTIR E

Karayilan bi lêv kir ku PKK ji her demê bi hêztir dikeve sala 37’an û got: “Divê ti kes vê heqîqetê ji nedîtî ve neyê. Di demê dawî de rewşa konjoktruel a li Rojhilata Navîn tê afirandin her tiştî li ber çavan nîşan dde. Bêguman mîlîtanên vê tevgerê di çarçoveya vê pêvajoyê de têbikoşe wê sala 37’an bibe sala serkeftinê."

JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD PÊNGAVA PRATÎK ŞERT E

Karayilan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em di vê dema xwe ya herî bi hêz de daxwaz dikin ku li Bakurê Kurdistanê pirsgirêka Kurd bi diyalog û muzakereyê bê çareserkirin. Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ger bi rastî jî di çareseriyek demokratîk de samîmî be, wê demê divê li gorî ruhê çareseriyê pêngavên pratîk bavêje. Hem di pêvajoya sê salan a Osloyê de û hem jî di hevdîtinên ku ev du sal e bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên kirin de her tiştê divê bê nîqaşkirin hatiye nîqaşkirin, axaftin û êdî niha divê muzakere bên destpêkirin, pêngavên pratîk bên avêtin.

Heta ku pêngavên pratîk neyên avêtin bawerî bi AKP’ê nîne. AKP dibêje ku ji bo Kurdan gelek tişt kiriye, lê niha xuyaye ku ti tiştek nekiriye. Hikûmeta DSP-ANAF-MHP’ê  di dema xwe de hinek pêngavên girîng avêtibûn. Lê mixabin hikûmeta AKP’ê heta niha ti tiştek nekiriye. Der barê çareseriyê de ti pêngavek şênber neavêtiye. Demagojî û mijûlkirinê pêk tîne. Hebûna Kurdan qebûl nake.

GER EM BIRA BIN ÇIMA PÊNGAV NAYÊN AVÊTIN

Karayilan da zanîn ku divê kes bi gotinên AKP’ê yên wekê ‘em biran e’ bawer neke û got: “Ger em birane wê demê hûn çima zimanê me qedexe dikin. Çima mafê me yê perwerdeya dayikê nadin. Çima hûn nahêlin em bi çanda xwe bijîn.  Ger  bi rastî jî em bira bin divê hûn gavan bavêjin. Divê hûn derbasî muzakereyan bibin.

DIVÊ ÊDÎ MUZAKERE DESTPÊ BIKIN

Hat gotin ku wê heyet 30’ê Mijdarê de biçe cem Rêber Apo. Piştî alozî û bûyerên pêk hatin, avakirina atmosfera diyalogê hat avakirin. Lê divê dîsa gel mijûl nekin serî li taktîkên berê nedin.

DIVÊ PÊVAJO BI HER DU ALIYAN BIMEŞE

Serokwezîrê Tirk dibêje li her qada jiyanê bêpevçûnek heye. Em ji bo vê hene, lê divê dewleta Tirk jî ji bo ku ev agirbest bimeşe tevbigere. Heta çêkirina qerekol, bendav û rêyan raneweste, qetilkirina ciwanên Kurd bi dawî nebe, girtina siyasetmedarê Kurd nesekine ev nabe. Wê demê ev yek alî dimeşe.

Ger ku Davutoglu di gotinên xwe de samîmî be, wê demê de divê ew jî agirbestê di her qada jiyanê de pêk bîne. Ger dewlet vê bîne cih, wê demê li pêş me jî ti astengî tine.  Lê li aliyekî ev pêkanîn pêk bê ev pêvajoya nayê meşandin û divê her kes bizane. Divê her du alî gavan bavêjin. Ger nayê xwestin ev bûyger pêk bên wê demê divê demildest hikûmet dest ji van pêkanînên xwe berde.”