Karayilan: Muzakere nebe ev kar nameşe

Karayilan: Muzakere nebe ev kar nameşe

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku hikûmeta AKP'ê dawî li pêvajoya çareseriyê aniye û got, "Eger muzakere nebe, ev kar nameşe." Karayilan destnîşan kir ku pêwîstî bi sekreterya, heyeta muzakereyê û heyeta çavdêriyê ku di nav de kesayetên navneteweyî jî cih bigirin, heye.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan di beşa duyemîn a hevpeyvîna bi rojnameya Azadiya Welat re pêk anî de li ser mijarên wek nêrîna hêzên HPG’ê li pêvajoyê, ji bo pêvajo bi awayekî samîmî bimeşe tiştên ku divê hikûmeta AKP’ê pêk bîne, ji “Çavên Sêyemîn” çi ye û kî tên qestkirin û hwd. nêrînên xwe anî ziman. 

Karayilan di destpêka axaftina xwe de got ku baweriya hêzên HPG’ê bi siyaseta AKP’ê nîn e û wiha axivî: “Hemû hêzên me di ferqê de ne. Lê hêzeke pir bi disîplîn û hurmetkar e li hemberî hemû perspektîfên rêxistin û Serokatiyê. Bi taybetî hevalên me yên ciwan. Berê dihate gotin ku nifşên ciwanan ê nû agirbestê li ber çavan nagirin. Nifşê nû lîstikan hê zûtir fêm dikin. Belkî jî ji bo wê tevlîbûn zêdetir dibe. Ez bawer dikim êdî her kesî fêm kiriye. Bi rastî li hin qadên dewletê, yan jî di nav hin derdorên AKP’ê de niyeta wan a çareseriyê hebe, divê zanibin heya gavên pratîkî neavêjin kes ji wan bawer nake. Lewre siyaseta AKP’ê li ser esasên demagojiyê ye, tenê bi dev dibêje û di pratîkê de tiştek nîne.”

DIVÊ PÊŞNIYARÊN OCALAN DEMILDEST BI CIH BÎNIN

Karayilan da zanîn ku divê demildest  pêşniyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicih werin anîn û got: “Divê Sekreterya çêbibe, heyeta muzakereyê çêbibe, divê heyeta çavdêr çavê sêyemîn çêbibe. Yanî muzakere nebe ev kar nameşe. Ji bo muzakereyê jî lazim e li gel Serokatî sekreter hebin. Lazim e cihê Serokatî wisa ne zîndanek û tecrîd be. Ev lazim e bên derbaskirin. Ev nebin nabin. Ev bi lez divê pêk werin. Li gorî min di dema pêş de dema heyet çû hevdîtinê ger ev pêk neyên bê wate ye. Yanî hevdîtin bi tenê meseleyê çareser nake.”

'MA NE EM VEDIKIŞIYAN, WE EM SEKINAND'

Karayilan li ser vekişîna hêzên HPG’ê jî nirxandinên girîng kir û wiha domand: “Belê niha dibêje ‘lazim e zû vekişin’. Em dibêjin Rojbaş. Ma ne em vedikişiyan te em sekinandin. Te rola xwe pêk neanî, mecbûr me sekinand. Ka kerem bike bila pêvajo bi rê biçe, qanûnan derxe. Herî dawî Serokatî got senkronîz e. Bi hev re yanî.  Ka hûn herin vekişin ji navberê derkevin piştre ez çi bikim ez ê bikim. Wisa nabe. Van berê gelê Kurd pir xapandine. Niha jî serî li heman lîstikan didin. Lê êdî nikarin me bixapînin. Kes nikare Serok Apo, tevgera me û gelê me bixapîne. Lazim e êdî vê fêm bikin.”

'PÊWÎSTÎ BI ÇAVEKÎ SÊYEMÎN Ê BÊ ALÎ HEYE'

Karayilan anî ziman ku ew ji destpêkê ve dibêjin heyeteke çavdêrî divê hebe û ev xal destnîşan kir: "Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê tim hîlekariyê dike. Ma ne Seyîd Riza çi got. Got, ‘Em bi derew û dek û dolabên we re derneketin serî, ew ji bo me bû kul û derd, lê em jî li hemberî we stûxwariyê nakin ev jî ji bo we bû derd’. Ev wisa ye. Yanî tim hîle dikin. Binihêrin carekê min ji Ahmet Altan re nameyek nivîsîbû. Di wir de min meseleyeke Kurdî ku ji gundê me bihîstibû nivîsandibû. Îxtiyarên gundên me digotin, ‘Dewleta Tirkiyeyê bibe ker jî lê siwar nebin’. Ger ti lê siwar bibî wê rabe zîtikan, te biavêje erdê. Ev hevokeke derûniya civaka Kurd tîne ziman. Ji bo vê yekê em dibêjin bila yên bêalî çavdêriyê bikin. Kî erka xwe bi cih neanî bila wan hişyar bike. Bêguman gelek rewşenbîrên bêtirs û giranbuha yên Tirkiyeyê hene, lê li derve yên bi tecrûbetir hene. Mînak; ên di mijarên Îrlanda, Bask a Spanyayê de xwedî tecrûbe hene. Dewlet jî dibin. Yanî kesayetên navdar ên dewletekê jî dibin. Lê divê vê bêjim; eger kesayetên navneteweyî, yên tên naskirin û xwedî tecrûbe nebin, heyet nikare rola xwe bilîze. Eger heyetek bi tenê ji Mirovên Aqilmend pêk were, wê AKP heyetê li ber çavan negire. Heyeta çavdêr divê hem xurt be hem jî heyeteke dewlet karibe li ber çavan bigire be. Ev yek jidilbûyîna me nîşan dide. Lewre li cihê pêwîst lazim e ji PKK’ê re bibêje we ev nekir, dewlet neke jê re bibêje. Ji bo vê yên bi tecrûbe, bi înîsiyatîf, karibin bi her du aliyan re jî bê tirs biaxivin. Bi rastî eger dewleta Tirk were ser xeta çareseriya demokratîk em di vê mijarê de jidil in. Lê em ji lîstikên wan pir bi şik û guman in. Ji bo vê divê aliyekî sêyemîn bi înîsiyatîf hebe."

DI MEHEKÊ DE 1.085 KES BEŞDARÎ GERÎLA BÛN

Karayilan der barê îdîayên ku tên gotin, di mehên dawî de tevlîbûna nav refên gerîla zêde bûne, diyar kir ku di destê wan de reqam hene, lê detay nedan. Karayilan tenê got, "Di meha Cotmehê de hezar û 85 kes beşdar bûne.”

Karayilan têkildarî bersiva gumanên wek, “Eger hûn çareseriyê dixwazin çima evqas tevlîbûn çêdibin?” got, "Bila li pratîka xwe binêrin. Pêkanînên wan baweriyê nade ciwanan. Ciwanên Kurd ji bo çareseriyê , ji bo dewlet bersivê bide berê xwe dide nav refên gerîla. Me ji bo tevlîbûnan hewldaneke taybet nîşan neda û me bang jî nekir. Eger tenê di mehekê de hezar û 85 kes beşdar bûbin, bila AKP kerem bike ji xwe pirs bike."