Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan: Bêguman divê gelê me li pêşberî qîrîna ji zîndanan tê bêdeng nemîne. Gelê me, ku li Amara û her cihî 4'ê Nîsanê pîroz dike, wê xwedî li azadiya Rêber Apo û qîrîna ji zîndanan bilind dibe, derkeve.
Karayilan wiha axivî:
4'Ê NÎSANÊ NE ROJBÛNA ŞEXSEKÎ YE, ROJBÛNA GELEKÎ YE
"Ez, 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li ser navê hemû gerîlayên azadiya Kurdistanê di serî de li Rêber Apo, li hemû hevrêyan, gelê Kurdistanê û dostên gelê me pîroz dikim. 4'ê Nîsanê ne rojbûna şexsekî tenê ye. Dibêjin, 'Rêber nayên hilbijartin, ji dayik dibin'. Di 4'ê Nîsanê de jî jidayikbûna Rêbertî pêk hatiye. Felsefe û têkoşîna Rêber Apo li Kurdistanê rê li ber destpêkirina serdemeke nû vekiriye û bûye sedem ku civaka Kurd ji bingehê ve biguhere. Kesê herî nezan zane, kesê herî qels jî xurt bûye. Ji nava bêhêvîtiyê hêvî afirandiye û ev hêvî mezin kiriye. Felsefeya ku Rêber Apo li Kurdistanê afirand, di nava mirovan de rê li ber guhertinên bi vî rengî yên bingehîn vekir û li dijî asîmîlasyon û siyaseta qirkirinê bû sekneke bi biryar.
Ji ber ku siyaseta mêtînger, bêhêvîtî xistibû nava civaka Kurd. Lê belê li dijî vê bêhêvîtiyê, hêvî, israr, biryardarî, zanebûn û vîn hat afirandin. Têkoşîna ku bi felsefeya Apoyî dest bi tevgerê kir, li Kurdistanê guhertineke bi vî rengî ya bingehîn pêk anî. Dijmin dixwest welatê me bike welatê paşverû û nezanan. Lê belê, têkoşîna ku bi pêngava Rêber Apo re dest pê kir, Kurdistan kir welatê zanebûn, pêşveçûn, têkoşîna azadî û demokrasiyê. Gelê Kurd ew gel e ku li Rojhilata Navîn ala demokrasî û azadiyê herî zêde bilind dike. Ya herî girîng jî; jinên Kurd bi vê felsefeyê xurt bû û gava rêxistinî ya ya jinê hat avêtin. Paradîgmaya Rêber Apo; li dijî qirkirin û asîmîlasyonê sekinî. Li dijî modernîteya kapîtalîst, alternatîfeke nû afirand. Hem ji bo Kurdistan û herêmê, hem jî ji bo hemû gelên cîhanê bal bir ser pêngaveke nû. Bêguman ev yek bi saya ked û hewldana Rêber Apo û têkoşîna destanî ya bi hezaran şehîdên leheng pêk hat.
DIJMIN JI PEYAMÊN RÊBER APO DITIRSE
Rêber Apo ne tenê rêbereke ku tenê têkoşîna siyasî û civakî dimeşîne. Di heman demê de ew fîlozofek e. Rê li ber zanebûna civakê vedike, analîzên kûr dike û zêdeyî 200 pirtûkên wî hene. Yanî, têkoşîna ji gelek aliyan ve hat meşandin, civaka Kurd ji nû ve afirand. Ji ber vê yekê ye, gelê me di vê aste de dilsozê Rêberê xwe ye. Hin kes û dijmin vê fêhm nakin. Bêguman em qala Rêberekî dikin ku ev têkoşîn, bawerî, hêz û vîn afirandiye. Lewma, civak di nava her şert û mercî de xwedî li Rêberê xwe derdikeve. Ji ber ku hem hêviyê dide civakê, hem jî enerjiyê. Ji ber vê, dijmin bi rêbazeke ku li cihekî din nehatiye dîtin, sîstema îşkence û tecrîdê li Îmraliyê dimeşîne. Me sîstemek dişibe vê, li cihekî din nebihîstine. Rêberê gelekî tê girtin û bi salan e agahî jê nayê girtin. Dijmin çima vê dike; ji ber ku ditirse ku peyamên wî bigihêjin gel. Dema digihêje gel, gel jê hêzê didgire. Lewma dixwaze dengê wî bibire. Lê belê yê ku hatiye tecrîdkirin şexsekî bi tenê nîne; tecrîdkirina siberoja gelekî ye. Tecrîda li Îmraliyê tecrîda li dijî gel e; îşkenceya Îmraliyê îşkenceya li siberoja gelên Kurdistanê ye.
BERXWEDANA APOYÎ TEQEZ WÊ BI SER BIKEVE
Hevrêyên li gelek zîndanan, bi taybetî li Girtîgeha Şakranê ev 49 roj in di greva birçîbûnê de ne. Bêguman van hevalan biryara xwe bi xwe girtine; em di vê derbarê de nikarin tiştekî bêjin. Lê belê armanca ku wan danîne pêşiya xwe armanceke pîroz e û gelekî hêja ye. Ev grev dkeve rojên 50'î û roj bi roj rîska li ser jiyanê zêde dibe. Ev, dengekî girîng e. Pêwîste gelê me li pêşberî qîrîna ji zîndanan bilind dibe, bêdeng nemîne. Gelê me, ku li Amara û her cihî 4'ê Nîsanê pîroz dike, wê xwedî li azadiya Rêber Apo û qîrîna ji zîndanan bilind dibe, derkeve. Ev banga bi grevên birçîbûnê ji zîndanan tê kirin, bangeke girîng û cidî ye. Bi vê wesîleyê, ez roja bûyinê li hemû hevrêyên di greva birçîbûnê de ne pîroz dikim û wan silav dikim. Em bawerin, gelê me û têkoşîna me wê bi berxwedana Apoyî bi ser bikeve; serketin a me ye. Bi vê bîr û baweriyê, roja bûyinê li hemû hevrêyan, gelê me û li Rêber Apo pîroz dikim."