Karataş piştî emeliyatê kirin bin çavdêriyê
Karataş piştî emeliyatê kirin bin çavdêriyê
Karataş piştî emeliyatê kirin bin çavdêriyê
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Ahmet Karataş ê îro danê sibehê rastî êrîşa bi kêrê hat, piştî emeliyata 3 saetan di beşa lezgîn de kirin bin çavdêriyê.
Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Ahmet Karataş yê îro danê sibehê rastî êrîşa bi kêrê hat, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Enqere Numune hat emeliyatkirin. Emeliyata Karataş sê saetan berdewam kir.
Piştî emeliyateke serketî Karataş ê talûkeya jiyanî derbas kir, hat ragihandin ku wê 24 saetan di bin çavdêriyê de bimîne.
Serdanên nexweşxaneyê yên ji bı Karataş didomin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Buldan hatin serdana Karataş û der barê rewşa wî de agahî wergirtin.