Karasu: Yên li Rojava êrîşê Kurdan dikin tu eleqeya wan bi Îslamê nîne
Karasu: Yên li Rojava êrîşê Kurdan dikin tu eleqeya wan bi Îslamê nîne
Karasu: Yên li Rojava êrîşê Kurdan dikin tu eleqeya wan bi Îslamê nîne
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu diyar kir ku rewşa siyasî ya ku êrîşên li Rojava derxistiye holê, ev e ku muxalifên li dijî rejîma Sûriyeyê xitimîne, ji bo vê ji holê rabikin, li pey stratejiya desteserkirina Kurdistanê ye.
Karasu da zanîn ku, kesên ji xwe re dibêjin em muxalifin, dest ji şerê li dijî Sûriyeyê berdane û li hemberî herêmên Kurd dest bi tevgera dagirkirinê kirine û wiha got: “Li Rojava li hemberî Kurdan komên ji xwe re dibêjin em îslamîne, lê tu eleqeya wan îslamê nîne, di nava hewldanên berjewendiyên xwe de ne. Tu eleqeya êrîşan bi Îslamê nîne.”
Mustafa Karasu ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ya li Almanyayê weşanê dike re axivî û geşedanên Rojava wiha nirxand:
“Li rojavayê Kurdistanê komkujî û êrîş didomin. Li ser axa Kurdan ya ku xwe liser bi rêve dibin êrîşek heye. Tiştên ku rû didin di navbera kurdan de naqewime. Ev êrîş ji derve tên. Li hemberî Kurdan tevgereke dagirkeriyê destpêkirin. Dîsa li hinek bajar, bajarok û gudan êrîşên nekurdkirinê pêk tên. Li ser erdnîgariya Kurdan herî kêm ev sed sale ev êrîşên nekurdkirinê hene. Êrîşên li Rojavayê Kurdistanê jî bi vê armancê tê kirin. Kesên êrîşê pêk tînin bi rupuşa Îslamî pêk tîne. Heta niha kesên li hemberî kurdan êrîş pêk anîne jî her tim behsa biratiya Îslamî kirine. Ji xwe ya ku herî zêde kurd ijîn ev trajediya mezine. Li ser erdnîgariya Îslamî ji kurdan re mafê jiyanê nayê nasandin.
Êrîşên li Rojavayê Kurdistanê li hemberî kurdan tê kirin, ji aliyê kesên ku xwe re dibêjin em îslamîn û tu eleqeya wan bi îslamê tuneye, dixwazin hevsengiya siyasî ji bo başiya xwe saz bikin. Li hemberî Sûriyeyê darbe xwarin, li dijî rejîmê rawestiyan. Li aliyê din li Misrê Îhvan-i Mulim ji desthilatdariyê hat xistin. Vê yekê hêzên ku ji xwe re dibêjin em Îslamî ne kir cihê teng. Ji bo vê jî ji bo li dijî vê pozîsyona xwe bi hêz bike, ji xwe re riya herî hêsan hilbijartin û êrîşê Kurdan kir. Sedemeke din ya van êrîşan nîne. Hêzên şoreşger yên li Rojavayê Kurdistanê, bi van koman re heta ku êrîşê wan nedikir, têkiliyê baş danîn. Dema di cihên nêzî Kurdistanê re derbas dibûn de dengê xwe dernexistin. Çav lê girtin. Kurdan heta ku ne muxalifan û ne jî hêzên rejîmê mudaxeleyê wan nedikir, neketin pevçûnan.
Bê guman Kurdan ji bo herêma xwe kontrol bikin hêzên dewletê ji bajar, bajarok û gundên xwe derxistin. Li Qamişlo ji bilî deverekê li Rojavayê Kurdistanê otorîteya xwe ya demokratîk avakirin. Lê çawa ku dewletê li hemberî muxalifan hêza xwe mezin kir, hêzên ji xwe re dibêjin em îslamîn de li Heleb û derdora w êli hemberî kurdan dest bi êrîşan kirin. Muxalif ku li hemberî dewletê xitimî û ji bo vê xitimînê ji holê rabike berê xwe dan dagirkirina Kurdistanê. Niha hêzên ku ji xwe re dibêjin em muxalifin dest ji şer êli hemberî Sûriyeyê berdane û dest bi tevgera dagirkirina herêma kurdan kirine. Rewşa siyasî ya ku êrîşên Rojava derxistine holê eve.
Heke dewlet negihêje hişmendiya demokratîk ku xwe bi hêz bike dê berê xwe bide kurdan. Ji ber vê yekê hêzên muxalif jî dê xwe bi xwe rêveberiya kurdan nepejirîn e. Lewra bîrdozî û bernameya siyasî navendiye. Hemû cudahiyan bi siyasî red dikin. Her çiqas di peyvê cudakariya bi pejirînin jî di esasê xwe de ev e. Bi taybetî du sed salên dawî feraseta ummetbûna îslamê jehrî kiriye. Tenê vegeriyaye bîrdoziya argumanê civakên desthlatdar. Tê zanîn ku dixwazin qirkirina kurdan di bin vê rûpoşê de bimeşîn in. Niha jî ev êrîşên ku pêk tên jî bi temamî encama hişmendiya nijadperestî û şovenîst e. Ol tenê ji bo êrîş û siyaseta xwe rewa bikin wekî bin cil likar tîn in. Her çiqas li hemberî kurdên Rojava di bin navê ola îslamî pêk were jî di esasê xwe de nijadperestiya modernîteya kapîtalîzm bi riya netewdewletê ku ev du sed sale ji bo Rojhilata Navîn di xwazi ye.
Li Rojhilata Navîn Çanda Îslamî wekî bi nirx tê hesibandin. Îslam li hemberî modernîteya kapîtalîst, pozîtîvîst û oryantalîst e. Ola îslamê jî nirxên vê axê ne. Baweriyên din jî nirxên vê axê ne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd li hemberî modernîteya kapîtalîst û pozîvîst e. Cudagirtina kirde (suje) û bireser (obje) feraseta modernîteya kapîtalîst e û mêtingeriyê jî bi vê yekê dixe fermiyetê. Bi taybet jî li hemberî şêweya ramîna rojavayî şêwaza ramîn û nirxên rojhilatî ji xwera esas digirin. Ji bo wê jî Rêberê Gelê Kurd di parêznameyên xwede pozisyona parastina Rojhilata Navîn li hemberî Rojava daniye holê. Çawa ku heqîqet bi Hz. Musa, Îsa û Muhammed hatibe şênber kirin û nirxê vê yekê tê vegotin. Rojava bingehê xwe ji vê felsefê û zanînê digire. Ji xwe Ronesans û Reform çûye ‘Rojava’ her wiha wek ‘zarokê sirgûn’ kirî jî tê bi navkirin. Ji xwe Rêberê Gelê Kurd mafê her tiştê didiyê. Di destpêkê de mafê Pêxember û Pêxembertiyê di diyê.”
Çeteyên ku rûpoşa olê didin rûyê xwe, ji bo ku rûyên wan ên qirêj derneyê holê êrîşê gelê Kurd dikin. Ên ku îro êrîşê kurdan dikin jî, dij îslamên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan behsa wan dikir. Ji modernîteya kapîtalîst hatine perwerdekirin. Îro li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn AKP û Fetullahiyan ajanê modernîteya kapîtalîstin. Modernîteya kapîtalîst ji bo wan carnan terbiye bike nêzîkatiyên neyînî nîşanê wan dide. Stratejiya polîtîkaya modernîteya kapîtalîst niha li Rojhilata Navîn komên îslamî terbiye dike. Darbeya Misirê ya dawî jî ji bo terbiyekirina Îhvan-Muslîmî ye. Çawa darbeya 28’ê Sibatê li hemberî AKP’ê pêş xistiye, ya Misirê jî heman armacnê pêk tê.”
Li Misrê Selefî bûne alîgirên darbekaran. Rastiya Siûdî û helwesta Selefiyan a li Misrê nîşan dide ku vana ajanên modernîteya kapîtalîst in û dixwazin li ser navê modernîteya kapîtalîst, civakan têxin bin kontrola xwe.
Yên maskera Îslamê bi rûyê xwe dikin, êrîşî Rojava dikin. Li ser navê Îslamê vê dikin. Lê çi eleqeya van bi nirxên Hz. Muhammed û bi Îslamê re tineye. Îslamiyên deshilatdarparêz û dewletparêz in. Ji xwe piştî ku Îslam gihaşt desthilatdariyê û dewletê, bû navgîneke hin hêzan a ji bo deshilatdariyê. Nêzîkatiya niha bi vî rengî ye. Ev hêzên mijara gotinê, nirxên heqîqetê yên li nava civakê, nirxên Îslamî ji bo armancên xwe yên deshilatdariyê bikar tînin. Li Rojava, ne hêzek li dijî Îslamê şer dike heye, ne jî Îslam li dijî hêzekê şer dike. Bi tenê êrîşa çeteyên bi maskeya Îslamê heye. Herçend hin derdor hewl didin van êrîşan berovacî nîşan bidin jî rastî ev e. Îslam weke navgîna herî bi bandor a ji bo armancên deshilatdarî û mêtîngeriyê, ji aliyê hin hêzan ve tê bikaranîn.
Li dijî welat, mal, can û namûsa Kurdan ji derve ve êrîş tê kirin. Ev êrîşên ji derve ve tên kirin, bi ti awayî mafdar nayê dîtin. Ya ji derve tê, neheqî û êrîşkarî ye. Berxwedana Kurdan a li dijî vê rewa ye. Rewabûna yekane ev e. Êrîşkar jî zalim in. Deccal in ku ola Îslamê jî ew mehkûm kiriye. Alîgiriya zaliman e. Ev êrîş li gorî Îslamê jî, li gorî Xiristiyaniyê jî, li groî Yahûdiyê jî, li gorî bûrjûvayê jî, li gorî sosyalîzmê jî, li gorî Elewîtiyê, li gorî Êzidîtiyê, li gorî her baweriyê neheq e neheq e neheq e. Niha li Rojava êrîşeke xaçperestiyê heye. Çiqas Nemrût, heramî, deyyus, zordar, fîravûn hebin ketine tevgerê. Mejiyê wan, polîtîkayê wan cûda be jî, ji bo vîna Kurdan bişkînin, ji bo Kurdan têxin bin kontrola xwe, bûne yek.
Ev komên mijara gotinê ji ber hem neheqe li dîwêr ketine, hem jî ji ber bexwedana Kurdan asê mane. Li Sûriyê bi ser bikevin jî, li devereke din bi ser bikevin jî wê li Rojavayê Kurdistanê teqez wenda bikin. Li Rojava rûyê wan ê rastî derketiye holê. Êdî wê li her deverê serberjêr bibin. Ji ber neheqî li mazlûman kirine.
Êrîşa van çeteyan, êrîşa rejîma Esad û helwesta Tirkiyê ya li dijî Rojava tê fêmkirin. Dîsa helwesta hin dewletên herêmê û hin hêzên derve bi şiklekî tên fêmkirin. Lê PDK nayê fêmkirin. Nebaşiya herî mezin a li gelê Rojava tê kirin, ne êrîşa van çeteyan ne, helwesta PDK'ê ye. PDK bûye pêşengê dorpêçî û ambargoya li hemberî Rojavayê Kurdistanê. Di çarçoveya berjewendiyên netewî yên Kurd de li Rojava nanêre. PDK di çarçoveya têkoşîna siyasî û îdeolojîk a bi komên din ên siyasî re, li Rojava dinêre. Ji ber vê yekê di pozîsyona herî paşdemayî ya netewî de cih digire. Ev nêzîkatî bi tena serê xwe, nêzîkatiya PDK'ê ya li Konferansa Neetwî dixe nava gumanan.
Divê Kurd, di rewşa niha de tevî çeteyên bi maskeya Îslamê, helwesta heyî ya PDK'ê jî lêpirsîn bikin. Ji bo selametiya Konferansa Netewî, ev divê. PDK niha Konferansa Netewî dixe rewşeke nebaş. Ev yek bi ti sedeman nayê ravekirin. Her sedema wê, wê ji pêkanînên wê yên neyînî xerabtir be."