Karasû: Elmanya desteka herî mezin dide Erdogan ê faşîst

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di nivîsa xwe de ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê hate weşandin, diyar kir ku Elmanya û Ewropa bûne şirîkê qirkirina Kurdan.

Karasû destnîşan ir ku Elmanya û Serokwezîra wê Merkel desteka herî mezin dide desthilatdariya faşîst qirker a Tayyîp Erdogan.

Gotara Karasû ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê wiha ye:

"Elmanya û Ewropa bûne şirîkê qirkirina Kurdan. Bêguman DYA û Rûsya jî şirîkê polîtîkayên qirkirina Kurdan e. Niha kî destekê dide Tayyîp Erdogan û desthilatdariya wî, ew şirîkê qirkirina Kurdan e. Kî polîtîkayên desthilatdariya Tayyîp Erdogan weke polîtîkaya qirkirina Kurdan nabîne, haya wê/î ji dîrokê, ji rastiya îdeolojîk û siyasî ya Tirkiyeyê nîne û pêkanînên niha ji nedîtî ve tê. Divê em bê navber vê yekê bêjin; Desthilatdariya ku Tayyîp Erdogan serkêşê wê ye, qirkerê Kurdan e. Dixwaze qirkeriya 95 sal in tê kirin bi dîn binixumîne û temam bike.

Elmanya û Serokwezîra wê Merkel desteka herî mezin dide desthilatdariya faşîst qirker a Tayyîp Erdogan. Tevî ku Tayyîp Erdogan şantaja 'ez ê penaberan bişînim' li Elmanya û tevahiya Ewropayê dike, serî li ber vê desthilatdariya faşîst tê tewandin û destek jê re tê dayin. Ji wan heye ku wê bi vî rengî ber dilê desthilatdariya faşîst û şantajê ya Erdogan xweş bikin. Elmanya her ku dixwaze kêfa Tirkiyeyê bîne, êrîşê dibe ser saziyên Kurdan ên demokratîk. Piştî hilbijartinê, Elmanya ji bo nîşan bide ku destekê dide desthilatdariya Tayyîp Erdogan avêt ser komeleyeke demokratîk ku bi giranî Êzidî lê ne. Bêguman bi hincetên lihevçêkirî! Ji bo dilê Tirkiyeyê xweş bike, wêneyên Rêberê Gelê Kurd, wêneyên şervanên li dijî DAÎŞ'ê şer kirine û şehîd bûne, flamayên YPG/YPJ'ê dide hev. Bi vî rengî mesaj û moral-destekê dide Tayyîp Erdogan ê qirker û dijminê Kurdan. Bêguman ev yek desteka ji bo qirkirina Kurdan e. Bi têkiliya bi PDK'ê û dayina hin çekan re Elmanya nikare vê desteka xwe ya ji bo qirkirina Kurdan binixumîne. Desthilatdariya li Elmanyayê bûye pitşevan û sponsorê vê qirkirinê ku gelê Elman jî dixe bin tawanbariyê. Ev polîtîkaya ku di şexsê Merkel de tê meşandin, ti eleqeya xwe bi gelê Elman re nîne. Nabe ku bi navê gelê Elman tesrûfeke wiha bê kirin. Gelê Elman dengê xwe ji bo vê yekê nedaye Merkel.

Merkel ne tenê desteka siyasî dide hêzên ku Kurdan qir dikin; her wiha desthilatdariya qirker ji aliyê aborî ve jî xwedî dike. Ji bo penaberan neşîne Ewropayê fîdyeyê dide desthilatdariya Tayyîp Erdogan a faşîst. Berê 3 milyon Euro dabûn. Niha jî 3 milyaran dide. Di ser re pesnê polîtîkaya penaberiyê ya Tayyîp Erdogan ê faşîst dide. Li ser vê nêzîkatiyê gelek tişt dikare bê gotin. Bi gotina herî sivik, ev sekn li Serokwezîra Elmanyayê nayê û gelê Elman biçûk dixîne.

Bêguman bila Elmanya bibe dostê gelê Tirkiyeyê. Lê belê ev polîtîka tê wateya desteka ji bo dijminê gelên Tirkiyeyê. Tê wateya desteka ji bo qirkirina Kurdan, desteka ji bo polîtîkaya mezhebî. Merkel bi vê helwesta xwe re dikeve rewşa hikumeta Elman a destek dida Qirkirina Ermeniyan.

Li gelemperiya cîhanê, polîtîkaya herî qirêj, herî gemarî û namerd a li dijî penaberan tê meşandin, di şexsê desthilatdariya Tayyîp Erdogan de li Tirkiyeyê ye. Tirkiyeyê ji bo 4 armancan polîtîkaya 'deriyê vekirî' li ser Sûriyeyê meşand. Ya yekê; bi van penaberan û di ser van penaberan re bi çeteyên mîna DAÎŞ û El Nûsrayê xwest bandorê li polîtîkaya li Sûriyeyê bike. Beşek ji van penaberan ji neçarî hatibin jî, piraniya wan ji aliyê desthilatdariya Tayyîp Erdogan ve bi zanebûn anîne Tirkiyeyê. Hewl daye siyaseta xwe ya li ser Sûriyeyê bispêre van penaberan. Ji xwe kampên Erebên ji Sûriyeyê hatine veguherîne eniya piştevan û baregehên lojîstîkî yên rêxistinên mîna El Nûsra û DAÎŞ'ê. MÎT'ê bi xwe tevî van çeteyan li Sûriyeyê êrîş kir.

Ji bo van kampan ti lêçûneke madî ya Tirkiyeyê nebûye. Pereyê ku li van kampan xerç kiriye, qat bi qat jê zêdetir ji penaberan girtiye. Mal û milkên wan li Tirkiyeyê helandiye û ew weke hêza erzan xebitandiye. Lewma Tirkiyeyê di mijara penaberan de ti fedakarî nekiriye. Dibe ku rê li ber pirsgirêkên civakî vekiribe. Ev yek jî ne xema desthilatdariya Tayyîp Erdogan e. Ji ber ku hem ji aliyê siyasî, hem jî ji aliyê aborî ve penaberan weke qadeke qezençkirinê dîtiye.

Armanca duyemîn jî ew bû ku nehêle Kurd li gelemperiya Sûriyeyê û Rojava bibe xwedî destketiyeke siyasî. Xwest ku Kurdên li Rojava derxîne, berê wan bide Ewropayê û nifûsa Kurdan a li Rojava kêm bike. Bêguman xwestiye beşek ji wan jî li dijî Şoreşa Rojava bi kar bîne. Hewl daye bi vî rengî Kurdên noker biafirîne.

Armanca sêyemîn jî ew e ku Erebên aniye li Kurdistanê bi cih bike û demografiya herêmên Kurdan biguherîne. Ji bo hebûna Elewiyan a li herêma Terolar a Mereşê tine bike, 25 hezar Erebên ji Sûriyeyê anî li wir bi cih kir. Bi rêya Erebên li Riha û deverên mîna wê hatine bicihkirin dixwaze hem demografiyê biguherîne, hem jî amadekariyê ji êrîşên li ser Şoreşa Rojava bike. Ji xwe li Xaniya Xezalan li dijî Girê Spî êrîş tên plankirin û bi cih tên anîn.

Dema ku ev polîtîkayên li ser penaberan pûç bûn, vê carê polîtîkaya çaremîn xist meriyetê. Di vê çarçoveyê de wê penaber weke şantajê bên bikaranîn û ji bo polîtîkaya xwe ya li Sûriyeyê destekê bixwaze. Ji xwe bi rêya şantaja penaberan li ser welatên Ewropayê ferz kir ku destekê bide polîtîkaya wan a li ser Sûriyeyê. Wekî din, bi gotina 'min ji bo penaberan ewqas pere xerç kir, ji aliyê aborî fedakarî kir' mîna dotina çêlekê dixwaze Ewropayê bidoşe. Eşkere ye ku di serî de Elmanya hin siyasetmedar xapandiye, ya jî bi rêya şantajê teslîm girtiye. Heta niha bi 6 milyar Euroyî fîdye girtiye. Em nizanin bê wê hîn çiqasî fîdyeyê bidin. Xuya ye, kengî pêwîstiya Tayyîp bi pereyan çêbibe wê penaberan bi kar bîne. Ji ber ku hemû komên mirovan dibin derve di bin kontrola MÎT'ê de ne. Dema ku Erdogan dibêje, 'hinekan bişîne' yekser penaber ber bi Yenanîstanê ve tên şandin. Polîtîkaya li ser penaberan ku Merkel pesnê wê dide, ev e.

Hikumeta Elman hem destekê dide polîtîkaya qirker a desthilatdariya AKP'ê, hem jî bi şantajan dîl hatiye girtin. Êrîşên li dijî gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ji ber vê destekê tên kirin. Eşkere ye ji bo Ewropayê ne girîng e bê li Tirkiyeyê desthilatdarî çi be. Dema ku mijar dibe Tirkiye, hemû pîvanên li Ewropayê li cihekî tên hiştin. Dibe ku vê desthilatdariya faşîst li berjewendiyên xwe dibînin. Nirxên Yekîtiya Ewropayê ji bo Ewropayê veguherîne maskeyekê. Ya esasî, têkiliyên li ser berjewendiyên qirêj e.

Ne tenê Elmanya destekê dide polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk. Yek ji welatên Ewropayê ku herî demokratîk tê dîtin; Norwêcê jî aktîvîsteke siyasî ya Kurd ku li Tirkiyeyê dibe ku cezayê giran lê bê birîn, radestî Tirkiyyê kir. Wê Gulîzar Taşdemîr ji ber sedemên siyasî li Tirkiyeyê bixin zindnê. Ev polîtîkayeke çawa ya qirêj e? Ji ber ku wê ji ber sedemên siyasî cezayê giran lê bê birîn, li gorî qanûnên Yekîtiya Ewropayê divê weke penabera siyasî bihata qebûlkirin. Lê belê li şûna vê yekê aktîvîsteke siyasî radestî welatekî welê hate kirin ku ceza li akademîsyen û nivîskaran jî dibire. Gelo ji vê qirêjtir polîtîkayeke din heye? Norwêcê li Osloyê malovanî ji hevdîtinên navbera Kurdan û Tirkiyeyê re dikir. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li gelek deverên cîhanê bi vê rolê rabû. Gelo wê kî êdî bawer bike ku Nowêc welatekî bi vî rengî ye. Xuya ye kî bi hêz be xwe li wir digire. Helwesta Norwêcê nîşan dide ku welatekî endamê NATO'yê, mejiyê xwe yê siyasî û sîstema xwe çi dibe bila bibe, ji aliyê NATO'yê ve tê destekkirin. Ev polîtîkaya qirêj a Norwêcê ispata vê yekê ye.

Têkoşîna Kurdan radixe pêş çavan bê kî hêjayî çi. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ne tenê li Tirkiye û Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê zelal dike bê kî alîgirê demokrasî û azadiyê ye, kî alîgirê polîtîkayên zordar, mêtinger û qirker e. Li pêşberî pirsgirêka Kurd kes nikre rûyê xwe veşêre.

Polîtîkayên heyî nîşan didin ku NATO jî piştevanê herî xurt ê qirkirina Kurdan e. Ev yek hem di dema êrîşên li Tirkiyeyê yên dijî gelê Kurd, hem jî dema dagirkirina Efrînê de nîşan dan. Girîng e gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê li dijî serwerên Ewropayê tevî gelên Ewropayê di nava eniya demokrasiyê de cih bigirin û têkoşîna şoreşa demokratîk û demokrasiyê li her cihî geş bikin. Ya ku Ewropayê ji polîtîkaya qirêj rizgar bike, ev e."