Karamûs: Bang perspektîfek ji bo aştî û demokrasiyê ye

Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs piştgirî da banga Rêber Apo û ragihand ku pirsgirêka Kurd li şûna şer divê bi çareseriyeke aştiyane û demokratîk bê nirxandin.

AHMET KARAMÛS

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs ê piştgiriyê dide banga Rêber Apo ya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî û got: "Armanca vê bangê ya bingehîn, dabînkirina daxwazên siyasî yên tevgera Kurd, naskirina nasnameyên cuda, berfirehkirina qadên azadiyê û veguherîna demokratîk ya mafan girêdayî wekhevî û edaletê ya girêdayî bingeheke hiqûqî ye."

Ahmet Karamûs destnîşan kir ku ji bo Tirkiye vê pêvajoyê li ser bingeheke hiqûqî û demokratîk bide destpêkirin, divê pêngavên hewce biavêje û diyar kir ku divê Tirkiye nadên gelê Kurd yên weke çandî û nasnameyî nas bike û şertû mercên vê yekê yên qanûnî û civakî pêk bîne û got: ‘’Ev pêngav ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê dê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bibe derfeta pêkvejiyana girêdayî bingeha wekhevî û demokrasiyê.’’

Karamûs got ku ev bang ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû gelê Kurd ên li herêmê gelekî girîng e û diyar kir ku ji bo serkeftina vê pêvajoyê divê dewlet û raya navneteweyî erk berpirsiyariyên xwe bi awayekî zelal bi cih bînin û ev yek anîn ziman: ‘’Mafên Kurdan ên nasnameyî, zimanî, çandî û daxwazên statûyên herêmî rasterast girêdayî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û veguherîna hiqûqî ne. Divê ev pirsgirêkê girêdayî pêvajoya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û naskirina mafên gelê Kurd ên li ser bingeha wekheviyê were çareserkirin.’’ 

TEVGERA KURD YA KU DIKEVE BERÊ WÊ DIKE

Karamûs di dewama axaftina xwe de diyar kir ku tevgerên siyasî yên Kurd yên li hemû perçeyan piştgiriyê didin vê bangê û anî ziman ku çareserkirina pirsgirêka li Bakurê Kurdistanê dê bi awayekî rasterast bandorê li rewşa Başûrê Kurdistanê û Rojava jî bike. Karamûs destnîşan kir ku daxuyaniyên aliyên siyasî yên Kurdan gelekî girîng in û got: ‘’Ev pêvajo ne bi tenê têkildarî Bakurê Kurdistanê ye. Dê bandorê li Başûr, Rojava û Rojhilat jî bike. Divê tevgerên siyasî yên Kurd li dora çareseriya hevpar kom bibin û bi awayekî xurttir têkariya pêşketina pêvajoyê bikin. Bi taybetî jî em dixwazin partiyên me yên siyasî, rûspiyên me û hemû dinamîkên me yên civakî li vê pêvajoyê xwedî derkevin. Bila tu kes bê hêvî nebe. Divê em bi moral û motîvasyoneke mezin li vê pêvajoyê xwedî derkevin. Em wisa dibînin ku ev bang perspektîfeke aşitî û çareseriyê ye. Armanca sereke ya çareserkirina pirsgirêka Kurd, dabînkirina diyalog û aşitiyê, avakirina civakeke demokratîk û afirandina derfetên siyaseta demokratîk e.

HELWESTA YE’YÊ Û AKTORÊN NAVNETEWEYÎ

Karamûs helwesta Yekîtiya Ewropayê ya têkildarî mijarê nirxand û got: ‘’YE’yê hê daxuyaniyeke fermî nedaye lê belê gelek welatên endamên YE’yê diyar kirin ku ew piştevaniya vê pêvajoyê dikin. Ji bo ku  Tirkiyeyê vê pisgirêkê bi rêyên demokratîk çareser bike, piştgiriya civaka navneteweyî gelekî girîng e. Êdî kiryarên Tirkiyeyê gelekî girîng in; ji bo ku ev pêvajo veguhere ser zemîneke hiqûqî û demokratîk, mekanîzmayên zextê yên aktorên navneteweyî gelekî girîng e ku dikare rêya wê veke.’’

Karamûs da zanîn ku divê saziyên YE’yê û Neteweyên Yekbûyî li ser Tirkiyeyê zexta hewce bikin û vê pêvajoyê leztir bikin û got: ‘’Ev ne tenê meseleya Tirkiyeyê ya navxweyî ye, veguheriye meseleye gerdûnî. Di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de, ji bo naskirina mafên gelê Kurd divê pêngavên hewce werin avêtin.’’

DIVÊ GIRÊDAYÎ DEMOKRASÎ Û HIQÛQÊ PÊNGAV WERIN AVÊTIN

Karamûs diyar kir ku divê Tirkiye di mijara pirsgirêka Kurd de guherînên demokratîk pêk bîne û destnîşan kir ku divê Parlamento têkildarî naskirina mafên gelê Kurd û demokratkbûyîna civakê reforman bike û got: ‘’Ev pêvajo ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê, ji bo hemû gelan Kurd jî di nav de, di be ku bibe wesîleya kombûna li dora vîzyoneke demokratîk, û dikare pêvajoyê ber bi model û aşitiyeke xweser ve bibe.’’