Karakaya û Akman bi zorê rakirin nexweşxaneyê

Buroya Hiquqê ya Gel diyar kir ku Ozgur Karakaya û Dîdem Akman ên li Girtîgeha Şakranê di rojiya mirinê de ne, bi zorê rakirin nexweşxaneyê.

Ozgur Karakaya û Dîdem Akman ên ku li Girtîgeha Şakarana Îzmîrê bi daxwaza darizandina bi adil û sererast kirina şert û mercên li girtîgehê, di roja 198’an a rojiya mirinê de rakirin nexwşxaneyê.

Malbatên Akman û Karakaya diyar kirin ku zarokên wan bi biryara dozger bi zorê rakirine nexweşxaneyê û ti agahî ne dane wan.

Buroya Hiquqê ya Gel bi daxuyaniyek nivîskî destnîşan kir ku Akman û Karakaya rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurt.

Destûr nayên dayîn ku herdu girtî ji bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin.