Parlementerê BDP’ê Hesîp Kaplan zêdebûna kuştinên jinan ji Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakî Fatma Şahînê pirsî. Kaplan destnîşan kir ku, kuştinên jinan piştî zagona ‘Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Tundiya li Dijî Jinê’ zêdebûye.
Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Hesîp Kaplan pêşnûmepirsa ku ji bo Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakî Fatma Şahîn bibersivîne dayî, kuştinên jinan anî rojevê.
Kaplan balkişande ser ku, piştî zagona ‘Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Tundiya li Dijî Jinê’ ket meriyetê kuştinên jinan zêdebûne, ji Wezîr Şahînê hate pirsîn ka di sala 2012’an de çend kuştinên jinan rû dan. Weke din jî Kaplan xwest Wezîr van pirsan jî bersiv bide:
“Ji roja ku zagona Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Tundiya li Dijî Jinê kete meriyetê heya niha çend kuştinên jinan rû dane?
Piştî zagon derketin di kuştina jinan de zêdebûn çêbûye?
Çend jinan serlêdana parastinê kiriye? Çend jinên serlêdana parastinê kirine û hatine kuştin hene?
Di derbarê kuştinên jinan yên vê dawiyê ku zêdebûn de projeyek we yan jî stratejiyek we heye?
Çend jinên ku hilgirtina stargehan û hatine kuştin hene?
Kuştinên jinan li gorî belavbûna herêman çawanin?
Di kuştinên jinan de kiryarên çendan nehatine girtin?”