Kaplan: Bila Erdogan mitînga xwe ya sibe betal bike

Kaplan: Bila Erdogan mitînga xwe ya sibe betal bike

Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan bang li Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan kir ku, mitînga xwe ya sibe ya li Stenbolê betal bike.

Piştî êrîşa tund ya polîsan ya li Parka Gezî Hasîp Kaplan li ser hesaba xwe ya Twitterê got; “Li Stenbolê teqîna hersê çêdibe, rê cûdane û semt qadên çalakiyanin, eger serokwezîr difikire weke Fatîh bikeve Stenbolê xwe dixapîne.”

Kaplan bigotina “Eger Serokwezîr ji Tirkiyeyê hez bike, bila mitînga xwe ya sibe betal bike, yê ku înatê bigel re bike zû winda dike” hişyar kir û got: “Hinek lîder di hêrsa xwe de dixeniqin.”