Kantona berxwedanê xwe perwerde dike
Kantona berxwedanê xwe perwerde dike
Kantona berxwedanê xwe perwerde dike
Li gundê Mehser ê Pirsûsê ku çalakiyên destekkirina berxwedana Kobanê lê dewam dikin, li kantonên ku hewl tê dayîn rêxistinbûyîneke modela jiyana azad a li Rojava bê meşandin, ji bilî nobed û piştevaniya kolektîf, perwerde tê dayîn.
Mîna modelên kantonên xweser ên li Rojava, li gundê Mehser ê Pirsûsê ku çalakiyên destekkirina berxwedana Kobanê lê dewam dike, modelek jiyanê hat rûniştandin. Li qadên jiyana komunal a welatiyên ji bo nobedê bigirin ji gelek deverên welat hatine, navê "kanton" hatiye kirin. Yek ji van kantonan jî Kantona Botanê ye û li vê kantonê, ji bilî nobed û rêbaza jiyana kolektîf, dema mayî bi xebatên perwerdeyê tê derbaskirin.
PERWERDEYA BI HEV RE
Xebatên perwerdeyê her roj saet di 14'an de pêk tê û li gel şêniyên kantonê, yên kantonên din jî weke mêvan dikarin beşdar bibin. Berdevkê Kantonê Emîn Akman da xuyakirin, ku yek ji gelê herî birêxistin ê cîhanê gelê Kurd e, lewma divê gelê Kurd li her qaa jiyana rojane rêxistinbûyî be. Akman got, "Hem em hem jî şêniyên gundê em niha lê dijîn, tevlî vê xebata perwerdeyê dibin. Divê neyê ji bîrkirin rêya yekane ya guhertin û veguhertina gelekî, perwerde ye." Akman diyar kir ku ew di perwerdeya xwe de, di serî de rewşa li Kobanê rewşa tevahiya cîhanê dinirxînin.