Kampanyaya piştgiriya bi Şengal re

Kampanyaya piştgiriya bi Şengal re

Federasyona Mêrdîniyan a Îzmîr, ji bo gelê Êzidî kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.

Federasyona Mêrdiniyan a Îzmîr, ji bo Êzidiyên ji ber çeteyên DAIŞ warên xwe terk kirin û hatin Bakurê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.

Serokê Giştî yê Federasyona Mêrdiniyan a Îzmîr Mehmet Şakîn Irmak di daxuyaniya têkildarî kampanyayê de got ku wê wek cara destpêkê 30 hezar Lîra pere, alîkariya ji xurek, kelûpelên tibî û alîkariya cilûbergan pêk tê bişînin Mêrdînê.

Irmak diyar kir ku wê alîkarên serokê federasyonê Ferhan Ademhan û Alî Korkut partiya yekemîn a alîkariyê bibin Mêrdînê û têkildarî pirsgirêkên Êzidiyan lêkolînan bikin.

Irmak got ku wê kampanyaya alîkariyê bidomînin.