Kampanya 'NA' li Baselê jî dest pê kir
Li bajarê Basel ê Swîsreyê, têkildarî referandûma 16'ê Nîsanê, kampanya 'NA' dest pê kir.
Li bajarê Basel ê Swîsreyê, têkildarî referandûma 16'ê Nîsanê, kampanya 'NA' dest pê kir.
Komên cihêreng ên çep, sosyalîst, elewî, baweriyên cuda, rêxistinên jin û ciwanan û Navendên Civaka Demokratîk beşdarî civîna kampanyayê bûn.
Di civînê de karê ji bo referandûmê were meşandin hat nirxandin û nexşerêyek di vî warî de hat diyarkirin.
Di civînê de biryar hat dayîn, ji bo eniya 'NA' bi xurtî beşdarî referandûmê bibin, bingeh bê amadekirin û bi vê armancê komîteyên kar hatin avakirin.