Kamboçya: Di hilweşîna kargeha pêlavan de 3 kes mirin
Kamboçya: Di hilweşîna kargeha pêlavan de 3 kes mirin
Kamboçya: Di hilweşîna kargeha pêlavan de 3 kes mirin
Li Kamboçyayê di encama hilweşîna kargeheke pêlavan a li paytext Phnom Penh de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeya euronews, di bûyerê de bi tenê beşeke biçûk a kargehê hilweşiyaye. Hat ragihandin ku, li kargehê heta heft hezar karker dixebitin û di dema hilweşînê de bi tenê çend sed xebatkar hebûne.
Wezîrê Sosyal ê Kamboçyayê Îth Sanheng da xuyakirin ku ew bûyerê lêkolîn dikin, da ku kêmasiyên xwe tespît bikin û pêşî li bûyerên bi vî rengî bigin.
Welatê başûrê asyayê Kamboçya mîna Bangladeşê yek ji welatên ku bi karê tekstîl û çêkirina pêlavan navdar e. Hêjayî gotinê ye, di hilweşîna kargeheke tekstîlê ya li Bagladeşê de zêdeyî hezar û sed kesan jiyana xwe ji dest dabûn.