Kalkan: Lîsta rêveberên PKK’ê di berîka Erdogan de heye
Kalkan: Lîsta rêveberên PKK’ê di berîka Erdogan de heye
Kalkan: Lîsta rêveberên PKK’ê di berîka Erdogan de heye
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan şevê din ji bernameya Sêla Sor a bi pêşkêşvaniya Cahît Mervan di Stêrk TV de tê weşandin bû û daxuyaniyên girîng da. Kalkan derbarê bûyerên li Serêkaniyê de jî daxuyaniyên girîng da.
Kalkan bal kişand ser komkujiya li Parîsê ku di encamê de sê jinên Kurd hatin qetilkirin û diyar kir ku daxuyaniya dozgerê Frensî dereng maye û kêm e û da zanîn Kurd di nava gumana “Gelo bûyer dê bê nixûmandin?” de ne.
Kalkan destnîşan kir ku ya girîng ne nav e, ya girîng ew e ka cinayet bi çi armancê û ji aliyê kê ve hatiye kirin û wiha domadn: “Dibêjin çûye saziyên Kurdan û Sakîne Cansiz nas kiriye. Dibe, lê vana bi çi armancê kiriye, ya girîng ev e. Bi çi armancê çûye saziyên Kurdan û çima hevala me nas kiriye, xwestiye çi bike. Gava mirov li vir dinêre, bûyer ne zelal e.” Kalkan destnîşan kir ku ev komkujî di demek de ku PKK herî zêde xurt e pêk hatiye û diyar kir ku bi daxuyaniyên “înfaza navxweyî” dixwazin aşkerekirina bûyerê deng bihêlin û got: “Bi vê yekê nehêlin dereng bihêlin.”
MA DÊ ÊDÎ ÇIQAS JI BO PÊKANÎNA CIYANETÊ LI XWE MIKÛR BÊN?
Dûran Kalkan daxuyaniya “Bûyerên weke wê dibe li Almanyayê jî biqewimin” ya Alîkarê Serokê AKP’ê Mehmet Alî Şahîn bi bîr xist û diyar kir ku bûyer aşkere ye û bi xwe li cinayeta ku kirine mikûr hatine. Kalkan diyar kir ku Şahîn ne tenê vê gotiye û destnîşan kir ku gotinek din a wî ya girîngtir heye û got: “Navê Heval Sakîne da û got ‘Beriya du mehan ji me ji rayedarêN Ewropayê xwest ku wê bigirin û radestê me bikin. Lê nekirin, radest nekirin, di dawiyê de wisa bû. Her kesê dawiya wê dît’. Hema bêje gotiye ‘me xwest neda û me jî ew kuşt’. Ev lixwemikûrhatina cinayetê ye.”
AŞKERE BÛYE KU AKP’Ê RÊVEBERÊN PKK’Ê KIRIYE HEDEF
Endamê Konseya Rêveba KCK’ê Kalkan bi bîr xist ku Tansû Çîllerê berê gotibû ‘di berîka min de lîsta karsazên Kurd heye’ û wiha domand: “Diyar e di berîka Tayyip Erdogan de jî lîsta rêveberên PKK’ê heye. Keriyên kujeran û şebekeyên cinayetan şandine ji bo yer ke ji wan. Ev hedefa AKP’ê aşkere bûye.” Kalkan destnîşan kir ku divê li h emberî vê yekê tedbîr bên girtin û got: “Divê li her derê sazî û dezgehên welatparêz baldar bin û xwedî tedbîr bin. Bila nekevin panîkê. Jixwe aliyek ê vê yekê ew e ku dixwazin panîkê çêbikin.”
ME SÎXÛRÊN WAN GIRT
Dûran Kalkan da zanîn ku ne tenê li Ewropayê, sîxûr-provakator bi armanca tunekirina rêveberên PKK’ê şandine herêmên gerîlayan û wiha domand: “Me vana girtine. Lêpirsînên wan berdewam dikin. Em ê bidin çapemeniyê. Em ê di demek nêzîk de aşkere bikin. Ev plan hatiye pûçkirin. Bila AKP xweliyê li serê xwe bike.”
AKP HEVDÎTINAN JI BO PROPANDAYÊ BI KAR TÎNE
Dûran Kalkan derbarê hevdîtinên li Îmraliyê de jî nirxand kir û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di mijara çareseriyê de cidî û bi biryar e û da zanîn ku aliyê hukûmeta AKP’ê bi vî awayî nêzîk nabe. Kalkan wiha axivî:
“Nêzîkatiya AKP’ê ya li hemberî hevdîtinên li Îmraliyê veguherî propagandayê. Ji bo qezençkirina dengan (ray), qezençkirina alîgiran, ji bo operasyonên komkujiyan ên li hemberî PKK’ê veşêre vê yekê dike. Wer dixuyê ku şandina şandeya BDP-KCD’ê bo Îmraliyê jî ji bo armanceke wiha ye. Ger li gorî berjewendiyên AKP’ê pêwîst be dê biçin, ger ne pêwîst nebe jî naçin. Bi vê yekê propagandayê dikin.”
Dûran Kalkan bi bîr xist ku roja hevdîtin li Îmraliyê pêk dihatin li Licê Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Ethem Karabûlût (Nûman) hate qetilkirin û wiha domand: “Niha jî lI Kurdistanê operasyonên leşkerî didomin. Operasyonên qirkirina siyasî yên di bin navê KCK’ê de jî didomin. Zext, îşkence, komkujî weke berê berdewam dikin. Bi Rêber Apo re hevdîtinê dikin, lê di guhertina sîstema Îmraliyê de tu guhertinek tune. Li ser vana hemûyan re jî Tayyip Erdogan radibe û dibêje pirsgirêka Kurd tune. Çi heye, pirsgirêka welatiyên min ên Kurd heye! Ev demogojiye ji rêzê ye, di heman demê de gotinek cûda a ji bo înkarkirina gleê Kurd ne.” Kalkan destnîşan kir ku tu cûdahiya rêbaza Erdogan ji ya Kenan Evren û Tansû Çîllerê tune ye.”
GELO AKP DIXWAZE SERÊKANIYÊ BIGIRE?
Dûran Kalkan bal kişand ser bûyerên li Rojavayê Kurdistanê jî û ev nirxandin kir: "Aşkere ye ku li Rojava yekitiyek xurt çêbûye. Ligel hewldanên belavkirin û astenkirina yekitiyê yên hin kesan gelê Rojavayê Kurdistanê yekitiya xwe afirandiye. Desteya Bilind a Kurd dixebite. YPG’ê konferansa xwe pêk anî, kete çapemeniyê. Hat diyarkirin ku biryara ji nû ve avabûnê daye. Bi vî awayî rêxistin û aliyên cûda di nav de cih giritye û hêzek nû ya parastinê derxistiye holê. YPG bi partiyekê re ne sînordar e. Hêza parastina Rojavayê Kurdistanê ye. Û hêza parastina gel e. Hêza parstina Kurdan e, girêdayî Desteya Bilind e. Em weke PKK’ê piştgirî didin wê. Bi ya me tişt divê bikin saziyek demokratîk a li ser partiyan re û hêzek parastinê ya girêdayî vê saziyê ava bikin. Ev hewldaneke girîng e. Divê her kes destekê bide vê yekê. Bi rastî jî dewleta Tirk û AKP dixwazin vê yekê asteng bikin. Jixwe êrîş dikin. Weke li Serêkaniyê. Dibêjin çete lê li wir AKP êrîş dike. Tu dibêjî qey AKP dixwaze Serêkaniyê bigire an jî bike herêmeke tampon. Çawa li Bakûr li hemberî gelê Kurd komkujiyê pêk tîne, dixwaze li hemberî gelê Rojavayê Kurdistanê jî pêk bîne. Divê hemû Kurd li hemberî vê yekê haydar bin."