Kalkan: Elmanya aliyekî şer e

"Rêveberên TC’ê, bi desteka dewleta Elman û bi malên Elman li ser Kurdistanê qirkirinê dikin. Elmanya dema ku van difiroşe qet kêmasiyan nabîne, dewam dike. Hemû çek ên Elmanyayê ne."

Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Duran Kalkan ji rojnameya Yeni Özgür Politikayê re axivî û diyar kir ku Elmanya di şerê Kurdistanê de alî ye. Kalkan, "Navenda NATO’yê Elmanya bû û şerê li Kurdistanê organîze kir. Biryargeha NATO’yê ya li Elmanyayê li dijî Kurdan û gerîlayên Kurdan komkujiya herî hov, şerê qirkirinê pêk anî. Ne tenê bû xwediyê zext û zordariya li ser welatparêzên Kurd û sînordarkirinê."

TÊKILIYÊN ELMANYA YÊN BI TIRKIYÊ RE YÊN ABORÎ GEŞ IN

Kalkan bal kişande ser asta têkiliyên PKK’yê yên berê yên bi Elmanyayê re û têkiliyên Elmanya yên bi Tirkiyê re û got, "Ez van pêvajoyan hemûyan bi giştî û bi rengekî rast nizanim. Nebûme rêveberê têkiliyên PKK’ê yên bi Elmanayê re. Ez nebûme rêveber û koordînatorê domdar ê PKK’ê. Heta bi komployê Rêber Apo ev pêvajo bi rê ve bir û koordîne kir. Piştî komployê rêveberiyeke kolektîf heye. Di demên cuda de hevalên cuda û komên hevalan koordîne kirin, polîtîka diyar kirin û têkiliyên dîplomatîk bi rê ve birin. Bi Elmanyayê re û di dewlet û rêxistinên dî re, bi hêzên polîtîk re, têkiliyên siyasî-dîploatîk wan rê ve bir, hevdîtin kirin û gotûbêj kirin. Ji bo vê jî kitekitan bi berfirehî nizanim. Ez baş pê nizanim bê ka tevgera me kîjan deman, çiqas bang li Elmanyayê kirin. Bi rastî jî bangeke wiha kir, ev bangeke çawa bû? Di ser çapemeniyê re bû yan jî li ser hevdîtinan? Ez berbiçav bi vê nizanim û bi berfirehî nizanim.

Ez bi vê dizanim ku li dijî PKK’ê, li dijî gelê Kurd, yek ji navenda ku polîtîkayên mêtinger-qirker a faşîst Elmanya ye. Polîtîkaya Elmanya diyarker e. Di vê mijarê de Elmanya aliyek e. Bi vê maneyê, di nakokî û şerê di navbera têkoşîna azadiya Kurd û pergala mêtinger-qirker de Elmanya aliyek e. Ji vê hêlê ve aliyekî têkoşînê ye.

Ji hêla dî ve têkiliyên aboriyê yên Elmanyayê yên bi Tirkiyê re geş in, li ser Tirkiyê kanên mêtingeriyê pir in. Ji bo vê jî tevgereke li Tirkiyê ziyanê dide berjewendiyên darayiyê yên Elmanyayê yên li Tirkiyê. Derdorên sermiyanê yên Elmanyayê, hêzên siyasî di mijara astengkirina van ziyanan de pir hesas in. Girseyeke girîng pêk tînin. Ji bo vê jî rageşiyeke di navbeyna Tirk û Kurdan de rasterast bandorê li Elmamyayê dike. Têkiliyên Kurd û Tirkiyên li Elmanya jî, ji bo vê jî pergala camaweriyê ya li Elmanyayê jî xira dike.

Bi taybetî di vê dema dawî de derkete holê ku helwesta êrîşkar a rêveberiya Tayyîp Erdoğan a li ser Elmanya rê li ber çi vekir. Ango diyar e ku kirinên MÎT’ê li Elmanya çendî pergalê xira dike û rê li ber vedike ku li Elmanayê bûyerên terorê derkevin. Ji bo vê jî têkoşîna man û nemanê ya Kurdan, têkoşîna azadiyê rasterast bandorê li rewşa navxweyî ya Elmanyê dike. Ji bo vê jî em pê dizanin ku siyaseta Elman û dewleta wê, li bara geşedanên li Kurdistanê, li bara têkoşîna gelê Kurd hesas e, seraqet kontrol dike û dişopîne. Em dizanin ku di vê mijarê de ji bo ku ziyanê nebîne xwedî hin helwest û tevgeran e. Bi vê maneyê car caran dewleta Elman bi hin peywirdaran re, bi rêveberiya partiyê re ketiye nav hin danûstandinan. Ev  beriya komployê jî hebû. Rêber Apo polîtîka diyar dikir. Şert dihatin danîn. Bi rengê, ‘Dewleta Elman wiha tevbigere, PKK jî di ber vê de wê wiha tevbigere’ û wiha nedihişt ku neyêniyên ku min diyar kirin pêk were. Vê rewşê carinan kir ku pêvajoyên demdemî çêbibin."

'DIYAR E KU ELMANYA NABE PARTNERÊ ÇARESERIYÊ'

Kalkan li ser mijara bê ka Elmanya di çareseriya pirsa Kurdan de roleke lîstiye yan na got, "Ez îhtîmaleke wiha nadim vê. Ez bawer nakim ku tiştekî wiha gotibin. Heke gotibin jî ez bawer nakim ku jidil bin’’ û wiha domand: ‘’Bêguman ev ji bo demokrat, sosyalîst, siyasetmedarên Elman derbas na be, ez ji hêla rêveberiya dewletê ve dibêjim. Naxwe hêzên demokrat hene, rêxistin hene. Dostên Kurdan herî pir ji Elmanya ne, derdorên çepgir ên demokratîk. Gelek alîgir, dostên Kurdan ên xurt, endamên Elman, şehîd û gaziyên Tevgera Azadiya Kurd ji Elmanya hene. Ez hemûyan slav dikim. Em nirxekî mezin didine vê. Ev cuda ne.

Em li ser siyaseta dewletê diaxivin. Divê mirov van tevlîhev neke. Ji bo vê jî ez bawer nakim ku li ser navê dewletê tiştên wiha hatibin gotin. Lê di çarçoweya ku min diyarkirî de, dibe ku mutabakat hebin. Ango di mijara ku li Elmanya aramî neyê têk dan, zorê li çarçoweya yasayî neyê kirin, di baldarbûna van mijaran de, her wiha di wê mijarê de ku Elmanya rexneyê kirinên zextê yên Tirkiyê rexne bike.

Salên 90’î carinan hin gerîla rehîn hatin girtin. Ji wir hin têkilî çêbûn. Lê van hemûyan bi asteke bilind a siyasî, bi rengê ku sozdayinê encam bi xwe re neanîn. Ne bi rengê ku di çareseriya pirsa Kurdan de diyalogek çêbibe lê bi rengê ku têkoşîna li Kurdistanê bi neyênî bandorê li Elmanya neke û bi mebesta pêşîlêgirtina vê, bi derdorên îstîxbarî re, hin deman hin diyalog çêbûn. Pêvajoyên wiha çêbûn, hin mutabqa çêbûn. Dewleta Elman her çendî pir bala xwe nedabe ser vê jî, em bi baldarî nêzî vê bûn. Lê Elmanya her demê ev bi Tirkiyê re kire mijara bazarê. Tim bi qedexeya li ser PKK’ê hin kes girtin. Ceza da bi dehan welatparêz, şoreşgeran, bi salan li girtîgehê man. Tenê bi sedemên siyasî ev kir, lê kirasekî hiqûqî li vê kir û bi çarçoweya qedexeyê ev kir.Bi rengê berdest di nav çarçoweya diyalog-têkiliyê de ev dikarin werin gotin. Elmanya weke dewletên dî ye. Di polîtîkaya dewletê de bi rengê ku ji hêzên ku nakokiyên wan hene sûdê werbigire tevdigere. Em dikarin bibêjin ku di nakokî û şerê TC-PKK’ê de yek ji dewleta ku herî pir jê sûd werdigre û wê dixe bazar Elmanya ye. Bi gotina ‘ez ê li dijî PKK’ê têbikoşim’ heta niha çi qas tişt ji Tirkiyê standiye, di hêla aborî de, çi qas mêtiye, destkeftî çêbûye, hêjayî lêkolînê ye. Heke lêkolîna vê were kirin wê were dîtn ku ev bi asteke zêde ye.

Bi min tevgera me, di çareseriya pirsa Kurd de bang li dewleta Elmanya nekiriye. PKK bi rengê, ‘’sûc tê kirin. Dibe hevkarê qirkirina li Kurdistanê. Divê ne wiha be, bi demokratî tevbigere, li bara hebûna Kurdan, azadiya Kurdan bila hurmetdar be’ bang kirine. Naxwe me asta têkiliyên dewleta Elman û dewleta TC’ê dizani. Hêlên vê têkiliyên yên hişmendî, îdeolojîk, siyasî hene. Hêlên aborî hene. Ne têkiliyeke wiha berteng e. Heke tevgera me bangeke wiha kiribe, li ser bangên ku li dijberên wê kirin, bang kiriye. Bang li delweta TC’ê jî dike. Têkildarî çareseriya pirsa Kurd ji bo çareseriyê dema bihurî jî bang kirine. Di wê mijarê de çi gavên wiha berbiçav nehatine bidestxistin.

Elmanya ev kir. 87’an ji bo ku Rêber Apo were girtin û li Dusseldorfê were darizanin biryar stand. Biryara girtinê da. Ev biryar heta 1999’an, heta ku Rêber Apo çûyî Romayê dom kir. Dema ku Rêber  Apo çûyî Romayê heke dilsozê qanûn û biryara xwe bûya diviya ji Italyayê bixwest ku Rêbertî bidin wan û Rêber Apo darizandana. Lê ev jî nekir. Hikûmetea Italya teklîfa ‘em konferansa Kurd bikin’ red kir. Rêber Apo, ‘mirovê ku nayê xwestin’ îlan kir. Qedexe danî ku têkeve Elmanayê. Em bi van dizanin. Diyar e ku hêzeke wiha wê nebe partnerekî çareserî ye. Ji bo vê jî ez bawer nakim ku weke hêzeke ku dikare bibe xwedî roleke cidî tevgera me bang kiribe."

'PERGALA BERJEWENDIYÊ YA ELMAN Û TIRK PIR DI NAV HEV DE YE'

Kalkan li ser rageşiya di navbera Tirkiyê û Elmanyayê de ya vê dema dawî got,"Carinan herî pir ên ku şerê hev dikin dibine birayên hev’’ û got, ‘’Ji bilî vê di navbera Tirk û Elman de têkiliyeke dijber, werin pêşberî hev, tengaziriyek tine. Pergala wan a berjwendiyê pir di nav hev de ye. Di nav vê pergalê de her alî ji bo ku zêdetir sûdê bi dest ve bîbe, polîtîkayan dikin û gavan davêjin. Derfet û delîveyên dest dinirxînin, kartan di dest xwe de digirin. Rageşiyên di navbeyna wan de bi vê astê ne. Naxwe ne bi asteke zêdetir in."

TANGÊN KU PÊ LI KURDAN DIXIN ÊN ELMANAYÊ NE

Kalkan bi berdewamî got, "Elmanya Tirkiyê bi rê ve dibe. Tirkiye jî li Kurdistanê komkujiyan dike, sûcê mirovahiyê dike. Polîtîkavanên Elman, rêveber vê nabînin, pê nizanin? Baş e, bi zanebûn li gel ku dibêjin demokratik in, çawa vî sûcî dikin, destekê didine vê? Lê dikin. Dema ku ditengijin jî li Tirkiyê bar dikin, lê ew bi xwe di rewşên normal de heman polîtîkaê dikin. Qet şaşiyeke nabînin ku vê polîtîkayê bikin. Hin nakokiyên wan di vê çarçoweyê dibin. Di dema dawî de her çendî hev sûcdar bikin jî, xwestin ku rewşa Kurdistanê jî tevlî vê bikin, lê tangên ku bi ser Kurdan de dişînin, panzêr ên Elmanyayê ne. Hemû çe ji Elmanya standine."

Kalkan bal kişande ser leşkerên NATO’yê yên ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê ku xwe li Elmanya girtin û got, "Pirsgirêk hinekî jî ev e. Elmanya ji bo ku zêdetir tawîzan ji wan bistine wan nade Tirkiyê. Jixwe diyar nekirin bê ka ew kî ne. Vedişêrin. Tengijîna wan ji vê ye. Naxwe ez bawer nakim ku ji dîktatoriya faşîst a rêveberiya Erdoğan û tifaqa faşîst a Devlet Bahçeli ya li Kurdistanê zêde aciz bin û li ser dijberiya vê xwedî hin aciziyan bin."

'ZEXTÊN ELMANYA NE NÛ NE'

Kalkan li ser zextên dawî yên Elmanya yên li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê, li ser qedexeya posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, alayên YPG, YPJ’ê jî got, "Ez tevlî vê ramanê nabim. Di van du salên dawî de zext zêde nebûne. Ji berê ve zext hebûn û zextê niha niha ne kêmî yên berê bûn’’ û got, ‘’Ev zext ne nû ne, ji berê ve wiha ye. Beriya ku ti bingehekî sûc û hiqûqî hebe ez 6 salan rehîn hatim girtin, ez girtî mam. Salên 1988-90’î, wiha bi dehan mirov hatin girtin, di hicreya yek kesî de hatin girtin. Bi ramboyan bi ser malên bi sedan welatparêzî de girtin, deriyên wan hatin şikandin. 8 milyon Mark an, li dadgehên taybet ên binerd hatin darizandin. Di doza Dusseldorfê de bi nîşandane hêzeke mezin a polîsan em birin dagehê, ji bo ku bandorê li civaka Elman bikin wiha kirin. Bi gotina, ‘me terorîstên pir bi taloke girtine, dibe ku ziyanê bidin we’ xwestin ku civakê li dijî PKK’ê, li dijî Kurdan sor bikin."

'TIŞTA NÛ QEDEXEYA LI SER ALAYÊN YPG-YPJ’Ê YE, QEDEXEYA LI SER MEDYAYA SOSYAL E'

Kalkan got, "Me ev serdem jî dîtin. Yek ji van tiştan ne nû ye, ne tenê van du salên dawî jî têne kirin. Berê jî nikarîbûn li kuçeyan bigerin, nedihiştin ku alayên PKK’ê werin hildan. Me nikarîbû rozêtên PKK’ê bi xwe ve bikin biçine dadgeê. Nikarîbûn li kuçeyan bigerin û ala werin rakirin. Ji bo ku posterên Rêber Apo li malên wan bûn, ji ber sembolên têkoşîna azadiya Kurdan hildigirtin, radikirin bi ser malên welatparêzan de girtin, derî dişkandin, zarok ditirsandin, malên wan tevlî hev dikirin, dihatin girtin, binçavkirin û êşkence li wan dihatin kirin. Hin welatparêz derxistin derveyî welat, ji Elmanya hatin qewirandin."

Kalkan bi berdewamî got, "Niha tişta nû qedexeya alayên YPG-YPJ’ê ne. Ji ber ku ew rêxistinên nû ne. Bikaranîna medyaya civakî ye. Ji ber ku ev qadên nû ne. Berê ev nebûn. Lê li ser gelê Kurd, li ser welatparêzan, li ser Tevgera Azadiya Kurd her demê Elmanya zext dikir."

'ŞERÊ LI KURDISTANÊ ELMANYA ORGANÎZE KIR'

Kalkan bal kişande ser rola Elmanya ya di şerê Kurdistanê de û got, "Navenda NATO’yê Elmanya bû û şerê li Kurdistanê organîze kir. Biryargeha NATO’yê ya li Elmanyayê li dijî Kurdan û gerîlayên Kurdan komkujiya herî hov, şerê qirkirinê pêk anî. Ne tenê bû xwediyê zext û zordariya li ser welatparêzên Kurd û sînordarkirinê. Bi asta herî pêş destek da hikûmetên TC’ê. Di şerê dijî Tevgera Azadiya Kurd de, di şerê dijî gerîlayên azdaiyê de tim li rex hikûmetên TC’ê bû, bi wan re meşiya. Ev jî disparte ser du têkiliyên; ser têkiliyên NATO’yê lê her carê bû parçeyek ji biryargeha şerê mêtinger û qirker. Divê em bi vê rastiyê zanibin."

'ELMANYA BÛ PARÇEYEK JI ASÎMÎLASYONÊ'

Kalkan got heke mesele wiha neyê danîn rewşa Elmanyayê ya li ser têkoşîna li Kurdistanê berteng dike, rast diyar nake û sûcê wê sivik dike û got, ‘’Li gel ku di eniya faşîst, mêtinger, qirker de cih digire jî, weke ku ne di nav eniyeke wiha de be, weke ku li Elmanya hin zextên sînorkirî hebin, weke ku hin tiştên awarte kiribe, xwedî polîtîkayeke wiha be, tê nîşandan. Ev kêmkirina berpirsyariya Elmanyayê ya di qirkirina Kurdan de ye, sivikkirina sûcê wê ye. Encam dibe wir. Bi teqezî divê mirov nekeve rewşeke wiha. Divê berpirsyariya wê baş were dîtin. Divê were dîtin ku ji destpêkê ve Elmanya zext û zordariyeke çawa li ser welatparêzên Kurd kiriye. Bi dehan welatparêz bi salan de gir girtîgehan de man, mîtîng qedexe kirin. Nehiştin ku alayan rakin, nehiştin ku mafên herî demokratîk werin bikaranîn.

Li ser hemû zarokên kêmaran destûr dan ku bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin, lê nehiştin ku li Elmanya perwerdehiya Kurdî bibe. Ji ber ku hikûmeta Tirk nexwest, qebûl nekirin ku zarokên Kurd perwerdehiyê bibînin. Bûne parçeyek ji polîtîkaya asîmîlasyonê ya Tirk."

'ELMANYA JI HÊLA ÎDEOLOJÎK Û POLÎTÎK VE NE LI DIJÎ DAÎŞ’Ê YE'

Li ser zext û zordariya li ser YPG-YPJ’ê ya ku Elmanya dike, Kalkan got, "Ji ber ku ev rêxistin li dijî DAÎŞ’ê pêşengên têkoşînê bûn. Rêveberiya DYA’yê jî ji ber şerê dijî DAÎŞ’ê got, ‘Divê hemû mirovahî minetdarî YPG-YPJ’ê be’. Ango li ser navê hemû mirovahiyê têkoşiya û mirovahî ji belayeke wiha parast. Qedexekirina YPG-YPJ’ê tê maneya serbestberdana DAÎŞ’ê. Van 4 salên dawî, hêlên ku li Rojhilata Navîn tê jiyîn û bandorên wê yên li Ewropa û Amerîkayê ev e. Eniyek çêbû. ‘Roja Cîhanê ya Kobanê’ çêbû. Li dijî DAÎŞ’ê koalîsyonek heye. Xwedê giravî Elmanya jî di nav vê koalîsyonê de ye. Di nav wê koalîsyonê de YPG-YPJ jî heye. Koalîsyoneke dijî DAÎŞ’ê ye, Elmanya hem li nêl dixe û hem li bizmêr. Ne diyar e bê ka di nav vê koalîsyonê de ye jî. A rast ne ku li dijî DAÎŞ’ê ye û li dij têdikoşe, dibe weke, ‘hema bila ez jî xuya bikim. Dixwaze bibêje ew jî li wir e, lê di rastiyê de binbariyên ku li wir be bi cih nayîne. Ji hêla îdeolojîk, polîtîk ve ne li dijî DAÎŞ’ê ye, bi wan hêzan re ku li dijî DAÎŞ’ê şer dikin ne dost û hevalbend e. Ji ber ku mirovan pesnê YPG, YPJ’ê dane, ji bo ku dilxwazê wan in cezakirina wan, qedexekirina abmlem û alayên YPG, YPJ’ê rûreşî ye. Milîtanên YPJ’ê li qesra Fransayê ya seroktiyê hatin pêşwazîkirin. Amerîka got ew minetdar in. Rûmet û şerefa mirovahiyê parastin. Mirovahî ji belaya niha ya faşîst parastin û parastin. Bi dijminatî helwesta li dijî hêzeke wiha, bi gotina herî nerm, ‘’naxwe ew li eniya dijber e? Elmanya li hêla DAÎŞ’ê ye?’ van pirsan bi mirovan re çêdike. Dema ku mirov van gavan dibîne pirsên wiha têne bîra mirov."

'DIVÊ ELMANYA EV QASÎ XWE NEXE'

Kalkan herî dawî got, "Nikare wiha were gotin: 'Em li dijî DAÎŞ’ê ne jî û li dijî YPG’ê ne jî'. Ê ku wiha bibêje alîgirê DAÎŞ’ê ye. Ev polîtîkaya Tayyîp Erdoğan- Devlet Bahçelî ye. Hişmendî û polîtîkaya faşîst û dîktator a niha ev e. Dixwazin bibêjin, ‘em ne mecbûrî yekê ji wan bin’. TC dibêje, ‘’herdu jî rêxistinên terorê ne’, naxwe wê bibêjin, ‘were vê di guhê min de bibêje’. Ev bi rengekî veşarî domdarkirina alîgiriya DAÎŞ’ê ye, alîgiriya ku nikare hişkere were gotin, tê maneya ku nixumananî alîgiriya xwe ya DAÎŞ’ê didomînin, bi rastî jî mirov xemgîn dibek u Elmanya di rewşeke wiha de bi israr e. Divê ne  wiha be. Divê ev qasî xwe nexe. Divê bi hişmendî û siyaseteke wiha re ku jê re ‘Nazî’ dibêje neyê ser heman şêwazê. Lê mixabin hin rêveberên niha yên Elman, ji bo hin berjewendiyan divê ev qasî nekevin."