Kalkan: Divê em rêveberiya dîktator, faşîst a AKP'ê gav bi gav hilweşînin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku AKP'ê plana şerê taybet ê topyekûn xistiye meriyetê. Em tolhildanê weke azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiyeyê dibînin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku bi komkujiya li Pirsûsê, pêla girtin-binçavkirin û êrîşên hewayî re AKP'ê plana xwe ya şerê taybet ê topyekûn xistiye meriyetê û bang li gel kir ku gav bi gav rêveberiyên xwe yên Xweseriya Demokratîk biafirînin.

Kalkan bû mêvanê bernameya Polîtîk Alan a MED NÛÇE û bersiva pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk ê li ser komkujiya li Pirsûsê, operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Kalkan da xuyakirin ku bi êrîşên dawî yên ehwayî re piştrast bûye ku li pişt komkujiyên li Pirsûs û Amedê AKP a bi maskeya DAIŞ'ê heye û got, "Maskeya wan ket, rûyê rast derket holê. Ya derket holê rastiya AKP'ê ye. Rastiya dewleta kevneşop a Tirkiyeyê ye. Bê guman ev bûyer bi tekane nîne, mîna goşt û neynûkê bi hev ve girêdayî ne. Biryarên di civîna 30'ê Cotmeha 2014'an a li Desteya Ewlekariya Milî ya dewleta TC de hatin girtin, niha bi cih tên anîn."

DI ÊRÎŞA LI AMEDÊ DE BELGEYÊN HEVKARIYA DAIŞ-EMNIYETÊ DI DESTÊ ME DE HENE

Kalkan diyar kir ku belge di destê wan de hene ku nîşan didin kesên di mîtînga li Amedê de komkujî kirine bi Midûriyeta Emniyetê ya Amedê, bi AKP'ê re xebitiye. Kalkan got, "Min beriya niha jî gotibû, 'Bila Musteşariya MÎT'ê rêxistina xwe ya di nava DAIŞ'ê de aşkera bike'. Niha ya li Pirsûsê jî bi heman rengî ye. Diyare ji ber hestiyariya gel û ji ber bombeyên nekarîbûn biteqînin, negihaştin armanca xwe û nekarîbûn hilbijartinê betal bikin.

Hilbijartin pêk hat û piştî hilbijartin winda kir, li ser bingeha konsepta tinekirinê ya topyekûn, ji bo bingehê ji êrîşê re amade bike ketin nava hin hewldanan. Komkujiya dawî ya li Kobanê jî berhema AKP'ê ye, em vê dizanin. Mînaka dawî ya qirêj komkujiya li Pirsûsê ye. Ev komkujî dewama êrîşa 5'ê Hezîranê ya li mîtînga Amedê ye. Bi hêzên veşartî yên AKP'ê re hatiye kirin."

AKP DIXWAZE TOLA HILBIJARTINÊ HILÎNE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da zanîn ku polîtîkayên heyî yên AKP'ê, ji bo hilanîna tolê ye û anî ziman ku bi komkujiya li Pirsûsê, bi êrîşên hewayî re hewl didin tola hilbijartinên 7'ê Hezîranê hilînin, tolê ji Şoreşa Rojava hilînin. Kalkan diyar kir ku Kurd hinekî xwe gihandine asteke xwedî vîn û azad û got, "Dixwazin vê bieciqînin. Li bendê ne ku di vê de bi ser bikevin. Hevdîtinên li Îmraliyê jî bi vî rengî meşandin. Dema jê encam negirtin, niha ji Îmraliyê jî tolê hiltînin."

AKP XWE JI XWÎN Û KOMUJIYÊ XWEDÎ DIKE

Li ser pirsa "Tevî ku AKP di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji desthilatdariyê ketiye jî, hînê polîtîkayên xwe dimeşîne, ev ne nakokiye?" Kalkan ev bersiv da:

Belê, balkêş e û kesek jî li ser nîqaş nake. Bulent Arinç radibe têra xwe diaxive, lê ne parlamenter e jî. Eger hinek namûs di bêvila wî de hebe, divê tavilê dest ji wezîfeyê berde û biçe mala xwe. Di nava hikûmeteke têkçûyî de wezîfedarkirin nabe. Mafê wî nîne li derdorê biaxive.

Ev jî derdikeve holê, AKP ji desthilatdariyê ket, wê hîn bêhtir bikeve. Lê belê bi polîtîkaya şer û aloziyê dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne. Bi edebiyata bê îstiqarerê re dixwaze têkeve hilbijartinan û bêje 'binêrin eger hûn deng nedin AKP'ê, wê alozî derkeve' û ji nû ve dengan werbigire. Yanî hesabekî li ser xwînê dimeşîne. AKP xwe ji xwîn û komkujiyê xwedî dike. Veguheriye desthilatdariyeke bi vî rengî. Navê vê jî dîktatoriya faşîst a mêtînger e."

HÎNÊ 'A' YA AKP'Ê TINEBÛ, PKK HEBÛ, LI BER XWE DIDA

Kalkan bal kişand ser xwerakişandina rayedarên AKP'ê li şer û got, "Ahmet Davûtoglû profesor e. Digotin belkî bi aqil e, lê derket holê ku ne welê ye. Ji ber ku her hikûmet tê şensê xwe diceribîne û dibêje 'Ez ê PKK'ê biqedîne, ez ê bibim Ataturkê duyemîn'. Lê belê 15 hikûmetên beriya wî nebûn. Yê herî bi îdîa Tayyîp Erdogan bû. Ji sala 2007'an heta sala 2012'an di çarçoveya şerê taybet de ya nekir nehişt. Encam; wî jî winda kir. Tevî vê yekê jî Davûtoglû yê ku hînê salek nebûye bûye hikûmet radibe dibêje 'ez ê jî şensê xwe biceribînim'. Hînê 'A' ya AKP'ê tinebû, PKK hebû û ev berxwedan bi rêxistin dikir. Ev 35 sal in vê berxwedanê didomîne. Ew balafir hemû hatin bikaranîn, lê ti encam bi dest nexistin."

EV GEL BÊ XWEDÎ, BÊ HÊZ Û BÊ VÎN NÎNE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan helwesta tevgera azadiyê ya Kurd li hemberî êrîşan nirxand û got, "Em li ser lêdanê siyasetê nakin. Davûtoglû ji ber ku nû ye, dibêje qey ev yek zemîneke girîng a siyasetê ye. Halbûkî dikarin lê bidin, hevrêyekî me şehîd ket. Hevalekî me yê giranbuha bû. Çend hevalên me birîndar bûn. Êrîş tên kirin, normal e. Dibe ku em şehîdên din jî bidin... Ev gel ne bê xwedî, ne bê hêz, ne bê vîn e. Dikare ji her kesî re bi zimanê jê fêm dike, bersivê bide.

AKP WÊ ÊDÎ BIQEDE!

Kalkan anî ziman ku maskeya AKP'ê êdî ji rû ketiye û yên bendewariyên xwe ji AKP'ê hebûn êdî nemane. Kalkan destnîşan kir ku ev yek ji bo wan gelekî girîng e û got, "Gelekî xetere bû ku rûyekî ji hezar maskeyî bû. Her kes dixapand, niha nikare kesî bixapîne. Bendewariya kesî êdî ji AKP'ê nemaye.

AKP êdî qediya ye, wê biqede. Çiqasî dixwaze bila xwînê birijîne, wê di xwîna rijandî de bifetise. Eger hinekî bi aqil be wê dest ji rijandina xwînê berde. Naxwe dawiya wan wê nebaş be. Yên xwînê dirijîne, li Rojhilata Navîn, li cîhanê diyare ku ketine çi rewşê. Bila li ya bi serê wan hatiye, binêrin. Jİ ber vê yekê ji niha ve ji AKP'ê re vê bêjim: Bila bi aqil bin! Bi van polîtîkayan re nikare bigihêje ti cihî. Bi vê polîtîkayê re nikare encamekê bi dest bike. 

OPERASYONÊN LI HEMBERÎ DAIŞ'Ê HEMÛ DEREW IN

Kalkan îdîayên rayedarên Tirk ên şerê li dijî DAIŞ'ê nirxand û got, "Ji bo ser komkujiya li Pirsûsê binixumînin, ji bo rojevê berevajî bikin, ev kirin. Şerekî li dijî DAIŞ'ê li holê nîne. DAIŞ'ê gule berneda wan. DAIŞ'ê daxuyanî da: 'Pêkane dewleta Kurd ava bibe'. Yanî daxuyaniyek ku piştgiriyê dide polîtîkayên AKP'ê. Hêzek ku AKP li dij şer dike, dikare vê bike?

Ew berbazê hat kuştin jî, ji aliyê wan bi xwe ve hat kuştin. DAIŞ'ê ew nekuşt. Operasyonên li hemberî DAIŞ'ê hemû derew in. Di bin navê DAIŞ'ê de li PKK'ê, li Kurdan, li hêzên şoreşger-demokratîk dixin. Ji ber ku DAIŞ gelekî teşhîr bûye, DAIŞ û PKK'ê li aliyekî nîşan didin û bi vî rengî dixwazin berxwedana PKK'ê û Kurdan bê qîmet bikin. AKP û DAIŞ li cem hev in, dostên hev in, hevalbendê hev in. Heta niha bi vî rengî bû, niha jî AKP hewl dide mejiyê raya giştî ya Tirkiyeyê bişo."

EM Ê BI AZADKIRINA KURDISTANÊ RE TOLÊ HILÎNIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku gel ji wan hêvî dikin ku tolê hilînin û got, "Em tolhildanê weke azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiyeyê dibînin. Em ne di rewşeke sivik a tolhildanê de ne. Tolhildana rastî weke meşandina têkoşîna siyasî û li ser vê bingehê bi destxistina serketinê dît.

Bê guman çalakî dibin, protesto dibin. Divê ev hîn bêhtir werin kirin, AKP bê teşhîrkirin, AKP bê tevizandin. Lê belê AKP ji xwe teşhîr bûye, ji rêveberiyê ketiye. Divê civaka Tirkiyeyê were zanakirin. Weke gel, weke tevger pirsgirêka me ya pêkanîna çalakiyan nîne. Heta niha bi deh hezaran çalakî hatine kirin, berxwedan hatiye nîşandan. Ya niha girîng çalakiyên ku AKP'ê teşhîr dike, ditevizîne û di heman demê de rêxistinbûyîna civaka demokratîk, avakirina neteweya demokratîk, afirndina rêveberiya xweseriya demokratîk e. Ya rast ev e."

DIVÊ RÊVEBERIYÊN XWESERIYA DEMOKRATÎK BÊN AFIRANDIN

Kalkan diyar kir ku gerîla wê têbikoş e, serhildan wê bi pêş bikeve, hemû hêz wê bikevin nava tevgerê û got, "Lê belê li dora çi? Di vê mijarê de girîng e em zelal bin. Li şûna tolhildanê yan jî bendemayîna li hinekî din, divê neyê kirin. Li şûna vê, li cihên ji sedî 80-90 deng hatin stendin ên Kurdistanê, rêveberiya xwe bên avakirin. Pêwîste organên xwe yên biryardayîn, rêveberî û meclîs werin avakirin. Girînge Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk bên afirandin."

GAV BI GAV BI AVAKIRINA RÊVEBERIYÊN XWE RE TIRKIYE DIKARE DEMOKRATÎK BIBE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ragihand ku xurtkirina têkoşîna li hemberî AKP'ê tê wateya li gund, bajarok û her devera Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê xweseriya demokratîk bê avakirin, rêveberiya xwe ya demokratîk were afirandin û got, "Wê demê divê em sîstemeke demokratîk a herêmî ya azadiya Kurdistanê nîşan dide, li her devera Tirkiyeyê biafirînin. Divê gel vê vînê bi kar bîne, êdî vê gavê biavêje. Pêwîste nebêje 'Em ê çi bikin?' divê nebêjin 'Bila hinek werin ji me re çê bikin'. Girîng e gel rêveberiyên xwe yên demorkatîk, organên xwe yên biryardayînê ava bike û xwe bi rêxistin bike.