Kalkan: AKP wendahiya dengan dixwaze li Kurdistanê telafî bike

Kalkan: AKP wendahiya dengan dixwaze li Kurdistanê telafî bike

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan diyar kir AKP ji bo hilbijartinan qezenc bike şer ji xwe re daniye. Kalkan got AKP’ê li seranserê Tirkiyê deng wenda kiriye û plan dike dengan ji Kurdistanê bigire. Kalkan wiha got: “AKP kozên xwe yên dawî dilîze.  Bi hemû kesî re îtîfaqê dike û lgeil vê hemû derfetan seferber dike. Li gorî namzetan nîşan dide.  Parlamenter, wezîr ku hemû kesên MÎT û JÎTEM’ê pêk tên. Pişta xwe dispêre wan û hewl dide ji Kurdan dengan bigire.

Kalkan ji bernameya Analîz ya Sterk Tv re axivî û balkişand ser hilbijartinên 30’ê Adara 2014’an.

Kalkan diyar kir ku AKP ji bo qezenckirina hilbijartinan şert daniye ber xwe û got: “Pêşeroja AKP’ê dê bi qezenckirin hilbijartinan diyarbe. Ev dê riya AKP’ê diyar bike. gelo dê qels bibe? ev dê dekevin holê. Bi taybet Erdogan dê bibe serokomar an jî desthilatdar, girêdayên encamên hilbijartinê ye.

DENGÊN JI KURDISTANÊ BIGIRE DÊ DIYAR BIKE

Kalkan da zanîn ku AKP’ê ji bo hêza nû ya dehilatdariyê bidomîne, girêdayên encamên ku ji Kurdistanê bigiriye û wiha got: “Ji ber ku ev dê ji bo desthilatdariya wî rolek girîng bilîze. Heta niha digot ‘Ez herî baş kurdan îdare dikim, bi rêve dibim. Partiya herî zêde ji kurdan dengan digire partiya mine.’ Bi van gotinan hêza xwe parasat. Niha jî dixwaze wê bike. bê guman zor û zehmetî hene.  Ji ber ku mijulkirin, li gorî xwe tevger, berjewendî û demogojî ev qas didome.

Ger ku mîsyonek AKP’ê hebûya ev jî aniye cih. niha di serî de li DYA û Ewropayê li her derê di rewşeke ku tê nîqaş kirinê ye.”

PERGALA AKP HEWCEDARIYÊN GEL NAYNE CIH, BI HER KESÎ RE DI PEVÇÛNÊ YE

Kalkan diyar kir ku AKP li jor pevçûnên desthilatdariyê dijî û di serî de li DYA û Ewropayê, li derve jî hewcedariyên pergalê nayne cih. Kalkan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gelek aliyan ket rewşa pevçûnê. Bi taybet bi Cemaata Gulen re pevçûnê dijî. Di vê nokteyê de zêde tavîzê nade, hewl dide hemû aliyan li gorî xwe eyar bike. Hewl dide bi Yekitiya Ewropayê re têklliyê deyne, têkiliyê wê yê bi KDP’ê re jî di vê çarçovê de ye. Ji ber van qelsiyan dengên ku wenda kiriye, niha dixwaze qezenc bike.  ji ber vê jî bi taybet dixwaze ji kurdan dengan bigire. Ji ber vê jî ger ji kurdan bigire dê pêşeroja wî diyar bike.”

NAMZETÊN GIRÊDAYÊ MÎT Û JÎTEM’Ê NÎŞAN DIDE

Kalkan  da zanîn ku bandora wê ya li ser kurdan dê desthilatdariya AKP’ê diyar bike û got ji bo vê tawizê ddie KDP’ê bi Hîzbûlahê re hevdîtinandike û di nava îtîfaqê de ye. Kalkan wiha got: “AKP kozên xwe yên dawî dilîze. Bi her kesî re îtîfaqê dike, hemû derfetên xwe seferber dike.  Namzetên li gorî xwe nîşan dide.  Parlamenter, wezîrên wî hemû bi karên qirêj yên JÎTEM û MÎT’ê  re di nava têkiliyê de ne. Xwe dispêre wan û hewl dide ji Kurdistanê dengan bigire. Bi vî awayî dixwaze deshilatdariya xwe bipêze, bide jiyîn. Ev rastiyek vekiriye. Ji ber vê dixwaze ji Kurdistanê dengan bigire, dengên li wir biparêze.  Ev pir aşkeraye. Ev bibe nebe meseleyek cudaye. Ev stratejiya AKP’ê ye. Dixwaze vê wendahiya xwe wisa çareser bike.

DI HILBIJARTINÊN BERÊ DE BI HÎLEYAN DENG GIRT

Lê dê ne wek wî be, teşîr bû. Xera bû.  Di hilbijartinên beriya vê de bi hîleyan deng girt. Parlamenteriya Hatîp Dîcle xist û parlamenterî qezenc kir. Niha li Amedê hinekan wek namzet nîşan dide.  Wekê welatparêzekî nîşan dide. Lê ew parlamenterê AKP’ê ye, pirsigrêka kurd qebûl nake.  Kesekî bi navê Ensarîoglu heye.  Dibêje wisa pirsgirêk çareser dibe û hewl dide gelê Amedê bixapîne. Lê em bi gelê Amedê bawerin. Gelê kurd rêberê xwe dizane. Heta mirinê girêdayê wî ye.

GELÊ KURD DÊ DERSA AKP’Ê BIDÊ

Kalkan diyar kir ku dê gelê kurd li Amed, Dêrsîm, Çewlîk, Sehad, Êlih, Mêrdîn, Botan û Colemêrgê dersa AKP’ê bidê û gelê kurd dê bendewariyên AKP’ê bişîkîne, lîstika wan xera bike û got: “Gelê kurd ji bo dersa AKP’ê bide divê bibe xwedî potansiyela bi hêz û bibe xwedî hişmendî. Pêvajo vê dixwaze û vê ferz dike.

GER AKP QEZENC BIKE DÊ KONSEPTA ÎMHAYÊ BIKEVE DEWRÊ

Kalkan got ger AKP dengên xwe yên berê biparêze ev rê li ber xeterên mezin vebike û wiha got: “Di hilbijartinên 12’ê hezîrana 2012’an de AKP’ê şerê topyekun ferz kir.  Li dijî gelê kurd û hêzên demokratîk şerê îmhayê da destpêkirin.  Niha ji bo dengan bigire bi KDP, Hîzbûllah, MÎT, JÎTEM’ê re îtîfaqê dike. Ger di vê hilbijartinê de jî tiştek wisa bibe, dê wek hilbijartina 2011’an îmha bikeve dewrê. Divê her kes vê bizane. AKP dê vê bike. divê ev rastî bê dîtin.

‘JI BO AKP DI HIBIJARTINAN DE BI SERNEKEVIN DIVÊ HER KES BI XEBITE’

Kalkan destnîşan kirin ku ji bo AKP hem li Tirkiyê û hem jî li Kurdistanê di hilbijatinan de bi sernekeve tişta ku dikeve li ser milê wan divê pêk bîne û hemû hêza xwe bi karbîn. Kalkan destnîşan kir ku ji bo vê yekê jî nêzikbûnên rast girîngin.

Kalkan anî ziman ku ji bo vê yekê kar û xabatê bi bandor pêwîst  û wiha dewam kir: “Di vê AKP di hilbijartinan de bi sernekeve. Divê hêzên Welatparêz û Demokrat bi serbikevin. Pêwiste ku namzetên ku ji aliyê siyaseta demokratîk ve hatîn destnîşan kirin di hilbijartinên di 30’ê Adara 2014’an de bi serbikevin. Divê em vê ji xwe re bikîn armac. Emê vê çawan biser bixîn û pêkbîn ev yek girînge. Ji bo vê yekê divê em nêzîkatiyên AKP’ê yên demogolojîk baş deşifre bikîn. Hinek dibêjin AKP herî başe vî karî bi rêve dibin. Vaye pirsgirêka Kurd çareser dike. 11 sale li ser desthildariyê, ket sala 12’yê. Di sala 12’an de çi hat  çaresernekir. Di vê demê de ji vêyekê de gelê Kurd tiştek vê sud negirt. Gavên AKP’ê avêtin hemû di berjewendiyên wê de bûn. Hevkariya bi PDK’ê re jî bi xetereye. Yanî ji bo Başûrê Kurdistanê gotina Kurdistanê bi kar anî, têkiliyên aboriyê çêdike, maf nasdike, lê hebûna gelê Bakûrê Kurdistanê jî nasnake. Ta pirsgirêka gelê Kurd jî nasnake. Li hiimberî rengê Kurdî û alê şer îlan kiriye. Wek sembola Kurdan jî napejîrîne. Tu perwerdeya bi zimanê dayîkê nabe. Di bêje hun rêveberiya xwe îlan nakîn.  Yanî gelê Bakûrê Kurdistanê wek civak, gel napejirîne. Ev 12 sale nêzîkbûnên wan wihaye. Ji berî 12 salan nêzîkbûnên Erdogan hîn baştir bûn. Dema ku serokê şaredariya Stenbûlê tiştên diparêztin qet tiştek pêkneaniye. Bi pêşneketiye, gav bi paş de avêtiye. Bi teybet tişta di derbarê dengan de kirî diyare. Nemînin hêviyê ku wê ev kar bi AKP’ê çareser bibe.”

‘DIVÊ DERÎ DERÎ BIGERIN Û FÊLBAZIYA AKP’Ê BÊVEGOTIN’

Kalkan got hilbijartinê heremî ê 2014 ji bonî gelê Kurd û derdorê demokratik kezençbikin, divê  ji ciwakêre rastîya AKP’ê, di çareserkirina pirsgirêka Kurd a demokratikde hilebazî, mûjilkirin, nêzîkîtîyê berjevendîperest bê gotin.

Kalkan got, pêyvistiye vergerandin, vegûhestina demokratik, demokratikirina Tirkî û peyvistiya çaraserîya  pirsgirêka Kurd, heger ev tunebin vê bi çi rubiru bimînin,  xeterîyê hene gere baş ben nîşandin û wiha berdevamkir; “ peyviste ciwak rastîya bibînê û bê asta ku qadera xwe bi xwe xwedî derkeve. Levra demokratîzekirina Tirkî ji di nawde, li ser wî esasî çareserkirina pirsgirêka Kurd j idi navde pêyviste bernameke hilbijartine a esasi hebe. Li gora van îlka çep, liberal, îslamî, Elevî, Kurd û hemû komên etnîkî, ciwakên xiristiyanan  yanî bi şekilkî berferah ê demokratikê ciwakê gere bigirê naw xwe.  Bernameke ku van koman humû bigirê nav xwe ya rêgez hebe.”

Kalkan destnîşankir ku, peyvistî bi xebateke rast, xwurt heye û got bi çend mîtîng bi hin bername nabê. Kalkan da diyarkirin ku peyvistî bi xebatek tanzîmkirî heye û gere li her dere buroyê hilbijartinê hebin, ev di xebatê bi tanzîmkirî de peyvistiye serekeye.

“Divê biçin li her derê. Li gel herkesê danostandinan bikîn, divê mal bi mal bigerîn û armancên hilbijartinê vebêjîn. Divê rasterast bi mirovan re danostandin bên kirin. Rastî ji wan re bê gotin.” Divê namzet jî nêzîkbûnên xwe yên rast derxin holê. Divê rêveberiya ji aliyê gel ve tê naskirin ya xweseriya Demokartîk baş bê bi rêvebirin.

Kankan destnîşan kir ku divê namzet xwe li gorî vê yekê nûbikin û rastbikin û got: “Bi nêzîkbûnekî rastgele çênabe. Divê neyêngtoin ‘potensiyekî diyar heye, bi vê potensiyelê emê hilbijatinan bi serbixîn’ bi xebatê hûnê bi serbikevîn. Ya rast wê bi demokrasiya rast bi serbikeve. Divê helwesta demokrasiyê di her milê de bê destnîşan kirin. Divê 24 seatan bê navber kar bê kirin. Eger wiha çêbibe wê di hilbijaRtinan de serkeftin çêbibe.”