Kakabaveh: Li dijî qeyûman divê em rabin ser piyan

Parlamentera Sosyalîst Amîneh Kakabaveh destnîşan kir ku nerazîbûna li dijî dagirkirina Rojava tê nîşandan divê li dijî kiryarên qeyûm jî bê nîşandan û got, divê Kurd û dostên wan li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê li dijî qeyûman rabin ser piyan.

Parlamentera Sosyalîst a Swêdê Amîneh Kakabaveh der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên dijî Rojava û kiryarên qeyûman ên li Bakurê Kurdistanê ji ANF'ê re axivî.

Kakabaveh anî ziman ku hikumeta Erdogan û AKP'ê mafê hilbijartinê bi kiryarên qeyûman ji holê rakiriye û divê Kurd û hêzên navneteweyî li pêşberî vê yekê bêdeng nemînin.

Kakabaveh bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî qeyûman: "Gel dengê xwe bi kar tîne û rêveberên xwe yên şaredariyan hildibijêre. Hikumet jî bi sûcdariyên bêbingeh hilbijartiyan ji wezîfeyê dûr dixîne, digire û li şûna wan mirovên xwe tayîn dike. Di serî de Kurd divê her kes li dijî vê yekê nerazîbûnê nîşan bidin. Min qeyûmên dewleta Tirk beriya niha xistibû rojeva Parlamenta Swêdê û ez ê ji nû ve bixim rojevê. Heta ku em encamê werbigirin divê em vê yekê di rojevê de bihêlin."

Kakabaveh Swêd û welatên Ewropayê rexne kir ku li dijî qeyûman nerazîbûneke xurt nîşan pêşkêş nakin û got, "Ya ku êriş lê tê kirin demokrasiya xwecihî ye. Bidawîkirina destketiyên HDP'ê yên şaredariyan û meclîsên giştî yên bajêr divê neyê qebûlkirin û berxwedaneke xurt bê nîşandan."

Kakabaveh ragihand ku dewleta Tirk bi êrişên dagirkeriyê yên li dijî Rojava dixwaze YPG û YPJ'ê, li Tirkiyeyê jî bi girtinê û qeyûman dixwaze HDP'ê ji holê rake û got, "Divê welatên Ewropayê û hêzên çep û demokratîk ên Ewropayê vê yekê bibînin. Li dijî van kiryarên dewleta Tirk divê li ber xwe bidin. Heta ku ev neyê kirin wê Erdogan dest ji êrişan bernede."