Kadir Înanir: Ocalan rêberê gelê xwe ye

Kadir Înanir: Ocalan rêberê gelê xwe ye

Endamê Heyeta Aqilmendan Hunermend Kadir Înanir ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got: "Ew lîderê gelê xwe ye, rêberê gelê xwe ye."

Hunermendê navdar ê Tirk Kadir Înanir tevlî bernameya rojnamevan Şîrîn Payzin a di CNN Turk de bû û careke din diyar kir ku ew destekê dide pêvajoya çareseriyê.

Înanir nerazîbûn nîşanî neheqiyên li hemberî Kurdan da û xwest newekheviya ku heye ji holê bê rakirin. Kadir Înanir li hember gotina 'aktor' a ji bo Rêberê Gelê Kurd tê bikaranîn derket û got “Ger jin bûya wê çi bi hatiba gotin." Înanir der barê rola Ocalan de got: " Ew lîderê gelê xwe ye, rêberê gelê xwe ye."

Înanir da zanîn ku ji ber ku ew destekê dide pêvajoya çareseriyê, rastî rexneyan tê û got: "Hinek ji me re dibêjin kekê Kadir me gelek jê hez dikir, te xwe tevlî vî karî kir. Ez aşkera dibêjim ger ev pirsgirêk çareser nebe, ti kesek ji me nikare bi awayekî bi ewle bijî."

Kadir Înanir destnîşan kir ku ger pêvajoya çareseriyê bi dawî bibe, wê tiştên gelek xerab biqewimin û got: "Ez qet naxwazim behs jî bikim. Wê tiştên gelek xerab biqewimin. Kî destpêkê destê xwe ji vê pêvajoyê bikişîne, ew ê di bin de bimîne."