Kademeya kamutaya nû ya artêşa Tirk diyar bû

Kademeya kamutaya nû ya artêşa Tirk diyar bû

Şûraya Leşkerî ya Bilind (YAŞ) biryara xwe aşkera kir. Beyî  Fermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Necdet Ozel hemû femandar ji bo teqawîtbûnê hatin sewqkirin û 34 amîral û general bo rutbeya bilind, 50 albay jî ji bo general û amîraltiyê hatin tayînkirin.

Civîna di bin serokatiya serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan de civiya û sê rojan berdewma kir de, der barê YAŞ’ê de biryar hatin girtin li gorî daxuyaniya nivîskî ya li ser malpera înternetê ya serokatiyê hate weşandin de, hat îlankirin. Fermandarên hêzên Bejayî, hêzên Behrê û hêzên Hewayî ji bo teqawîtbûnê hatin sewqkirin. Ji bo fermandariya hêzên Bejayî serokê dueymîn yê fermandariya gitşî Orgeneral Hulusî akar,  ji bo Fermandariya Hêzên Hewayî Orgeneral Abîdîn Unal, ji bo Fermandariya Hêzên Behrê Oramîral Bulent Bostanoglu hat tayînkirin.

Fermandarê Giştî yê Cendermeyan Bekîr Kayoncu ji bo teqawîtbûnê hat sewqkirin û li şûna wî jî fermandarê EDOK’ê Orgeneral Servet Yorut hat tayînkirin. Ji bo Fermandariya Akademiyên Harpê Orgeneral Yalçin Ataman, ji bo Fermandariya Artêşa Yekemîn Orgeneral Ahmet Turmuş hat tayînkirin. Ji bo duyemîn serokatiya Fermandariya Giştî jî Korgeneral Salîh Zekî Çolak hat tayînkirin.  Koramîral Bulent Bostanoglu cara yekemîn bi rutbeya ‘kor’ tevli ‘YAŞ’ dibe.

Her wiha di YAŞ’ê de 34 armîral û general derketin rutbeya jor û 50 heb jî ji bo generaltî û amîrtiyê hatin tayînkirin.