Kaçeroglû yê rastî êrîşa polîs û faşîstan hat jiyana xwe ji dest da
Kaçeroglû yê rastî êrîşa polîs û faşîstan hat jiyana xwe ji dest da
Kaçeroglû yê rastî êrîşa polîs û faşîstan hat jiyana xwe ji dest da
Ekrem Kaçeroglû yê di çalakiya li Îzmîrê ya ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Li Îzmîrê ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê û şermezarkirin êrîşên çeteyên DAIŞ'ê gel daket kolan û çalakiyên girseyî lidar xist.
Di 7'ê Cotmehê de polîs û faşîstan êrîşî çalakiya li taxa Doganlar a Bornovaya Îzmîrê kirin û di encamê de bavê 3 zarokan Ekrem Kaçeroglû bi guleya ku li serê wî ketî bi giranî birîndar bû. Kaçeroglû li beşa lezgînî ya Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê dihat dermankirin. Kaçeroglû ev 12 roj in li nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê dida û îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Kaçeroglu rakirin morgê û piştî otopsiyê wê radestî malbatê bê kirin.