Kabîneya Alman pesend kir ku, li Tirkiyeyê fuzeyên Patriot bên bicih kirin.
Çavkaniyekî nêzî hikumeta Alman ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re axivî û got, lijneya wezîran ya hikumeta Angela Merkelê pesend kiriye ku ji bo fuzeyên Patriot li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê bêne bicih kirin.
Çapemeniya Alman jî nivîsand ku, Almanya ku dê 2 bataryayên fuzeyên Patriotan bişîne Tirkiyeyê dê pesen bike ku, 400 leşker jî ji bo cihê xwe di operasyonê de bigirin dê peywirdar bikin.
Kabîneya Alman ya ku ev pêşniyar pesend kir, çav lê ye ku li Meclîsa Federal ya ku çengê jêr yê parlementoyê ye jî pesend bike.
Di serî de muxalefeta sereke Partiya Sosyal Demokrat, Partiya Kesan û piraniya muxalefetan ji bo bicih kirina fuzeyên Patriot li ser sînorê Tirkiye-Sûriye derdikevin. Lê belê li rexmî vê çav lê ye ku di Meclisa Federal de jî bê pesend kirin.
Sêşema borî wezîrên derve yên NATO’yê li paytextê Belçîka Brukselê kombibûn û li ser daxwaza Tirkiyeyê, biryar dabûn ku fuzeyên Patriot li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê bicih bikin.