‘Jiyana girtiya nexweş Acar di xeteriyê de ye’

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) eşkere kir ku jiyana girtiya nexweş Tenzîre Acar di xeteriyê de ye û banga berdana girtiyên nexweş kir.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 584’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê pêk hat. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Tenzîle Acar a li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiya nexweş Tenzîle Acar bê berdan” hat vekirin û dirûşme hatin berzkirin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Endama Komîsyonê Meryem Bars destnîşan kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin û got: “Mafên girtiyan ji destên wan hatine stendin. Girtî di nava şert û mercên tecrîdê de ne.” Bars bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Tenzîle Acar û diyar kir ku nexweşiyên kronîk Hepatît-B û tuberkuloza giran li Acar peyda bûne û bi zehmetî hilmê dide û distîne. Bars anî ziman ku şert û mercên girtîgehê jiyana Acar dixe nava xetereyê. Bars ji bo berdana Acar û hemû girtiyên nexweş bang li rayedaran kir û xwest demildest bên berdan.