JÎTEM li Kocaeliyê li ser peywirê ye!

JÎTEM li Kocaeliyê li ser peywirê ye!

Li Kocaeliyê 5 kesên ku xwe wek ‘JÎTEM’ dan nasîn hatin binçavkirin.

Ekîbên midûriyeta polîsan a Têkoşîna bi Terorê re ya Kocaeliyê li ser îxbareke ku li ser riya D-100 5 kes di destê wan de çek hene û wesayîtan didin rawestandin ket nava tevgerê.

Ekîbên çûn cihê bûyer, 5 kesên bi rupuş bûn xwestin nasnameyê wan kontrol bikin. Li ser vê gumanbaran gotin ew JÎTEM’in û gotin ji bo ew kesekî teslîmê cendermeyan bikin li vir sekinîne.

Di wesayîta gumanbaran de lêgerîn hat kirin û tifingeke M-16, tebanceyek, 4 rupuş, fenerek destan hat girtin.

Kesên hatin binçavkirin M.K. (23), V.O. (23), F.D. (23), A.A.D. (33) û O.Ş (45) sewqî edliyeyê kirin.