Jîrînovsky dîsa Erdogan hişyar kir

Jîrînovsky dîsa Erdogan hişyar kir

Lîderê  Partiya Lîberal Demokrat a Rûsyayê  Vladîmîr Jîrînovsky di malpera xwe de dîsa Tirkiye bi tundî hişyar kir. Jîrînovsky di malpera xwe ya Partiya Lîberal Demokrat a Rûsyayê  de wiha nivîsandiye: “Pêwîst e Tirkiye xwe tevlî karên hundir ên dewleten Ereb neke. Bi taybetî pêwîst e xwe qet tevlî karên hundir ên welatê cîranên xwe neke. Bi taybetî ez behsa Sûriyeyê dikim. Eger wisa dewam bike û Tirkiye xwe tevlî karên Sûriyeyê bike wê dawiya wê wek Muhammed  Mursî be. Hêzên çekdar ên Tirkiyeyê wê Erdogan ji desthilatdariyê bixin. Heqê Tirkiyeyê tune ye ku xwe tevlî bike. Bila li mala xwe rûnin.”

Di dawiya axaftina xwe de Jîrînovsky destnîşan kir ku Tirkiye sîlehan dide çeteyên li hundirê Sûriyeyê û pêwîst e bê sekinandin.