Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîdê çalakî li dar xist

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan febrîqeyek û heft wesayit şewitandine.

Di daxuyaniya Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga berxwedanê li gelê Kurd hate kirin.

Însiyatîfê diyar kir, "Bi navê ciwanên Kurd û însiyatîfa ku li metropolan li dijî sîstema faşîst çalakiyan dike, ragidihînin ku ji îro û pê ve em ê di çarçoveya pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' tevbigerin, heta serketinê li ber xwe bidin û çalakiyên xwe berfireh bikin."

Însiyatîfê ragihand ku ji bo bersivê bidin tecrîdê û pêngava Tevgea Azadiyê ya Kurdistanê silav bikin, wan hin çalakî li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê, di 8'ê Îlonê de li Avcilar a Stenbolê "3 wesayitên AKP-MHP'î yên faşîstan" hatin şewitandin.

Heman rojê li Kuçukçekmece ya Stenbolê qadeke herêma leşkerî û "2 qemyonên li otoparkekê yên AKP'iyên faşîst" hatin şewitandin.

Însiyatîfê ragihand ku 9'ê Îlonê li Kuçukçekmece ya Stenbolê wesayitên 2 hevkarên faşîstan hatine şewitandin.

Li gorî daxuyaniyê 9'ê Îlonê li Gebze ya Kocaeliyê jî febrîqeyeke dermanan a karsazên AKP'î yên faşîst hate şewitandin û bi milyonan lîre zerar li febrîqeyê bû.