Jinên SDP'yî meşiyan

Jinên SDP'yî meşiyan

inên SDP'YÎ bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan meş li dar xist.  

Jinên Partiya Sosyalîst a Demokratîk (SDP) bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan ji Tunela Beyogluya Stenbolê heta Qada Galatasarayê meşek li dar xist. Pankarta "Em êdî bêdeng namînin, natirsin, îtaet nakin, rizgariya me di têkoşîne de ye" hat vekirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana YPJ'ê" û "Jin, jiyan azadî" hat berzkirin. Endama SDP'ê Şafak Aktaş diyar kir ku di van rojan wê li hemberî jinê tundiyê zêde bûye û wiha berdewam kir: "Ev tundiya li ser jinê parçeyekî zîhniyeta zilaman e. Li hemberî jinê şêrek hatiye destpekirin. Di sala 2014'an de herî kêm 207 jin hatine qetilkirin."

Aktaş derbîrî ku jin li hemberî tacîza patronên ku li cem wan dixebitin tên û wiha pêde çû: "Em jin li malê li hemberî tacîza zilamê xwe li kar jî li hemberî tacîza patronan dibin. Bi destê AKP'ê zagona torbe ya ku hatiye derxistin em jin zedetir giredayî malê dikin." Aktaş got ku ew careke din dibejîn ku ew li hemû qadan hene û wiha direjî da axaftina xwe: "Di vê jiyanê de em jî hene. Li malê, zeviyê û li hemû qadên din em jî dixebitin û hilberînîn. Çiqas em bi polîtîkayan werin veqetandin jî, em wek çîna duyemîn werin nîşandan jî, nivîsandina me were astengkirin jî di vê jiyanê de gotineke ku em jî bibêjin heye."

Aktaş berxwedana Kobanê bibîr xist û anî ziman ku wek Arîn Mîrxan ya çalakî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê pêk anî û Kader Ortakaya ya ku li sînor ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin heta hebin we ruhê jinên têdikoşin bindest nabin. Aktaş got ku li hemberî tacîz û tecawizê destê wan were girêdan jî wê xwe biparezin, mafdar in û wiha berdewam kir: "Li Kobanê gelê Kurd li hemberî çeteyên DAIŞ'ê xwe bipareze ew mafdar in. Têkoşîn mafê me ye û rizgariya me di têkoşînê de ye."

Daxuyanî bi dirûşm û bi tilîliyan dawî bû.