Jinên kurd û Amerîkaya Ladîn têkoşîna jinê nîqaş dikin

Jinên kurd û Amerîkaya Ladîn têkoşîna jinê nîqaş dikin

Civîna ku jinên kurd û yê Amerîkaya Latîn tevli bûn ya ku bi pêşengiya DOKH û Platforma Çep a Navnetewî pêk hat, de şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan axivî û têkoşîna azdaiya jinên kurd vegot. Gokkan wiha got: “Em gelek bi şensin ku Rêber Apo hem jin û hem jî gelê kurd ji bin axê derxist.”

Civîna bi hevkariya DOKH û Platfoma Çep a Navnetewî ve hat organîzekirin li Komeleya Jinan a Ekîn Ceren didome.Jinên ji Amerîkaya Latîn hatin di civînê de têkoşîna jinên kurd û jinên cîhanê nîqaş kir. Jinan di bernameya xwe ya îro de çûn çalakiya wendayan, konê sersaxiyê yê gerîlaya HPG’ê hamdiye Onen.

Piştre jin derbasî Komeleya Ekîn Ceren bûn û têkoşîna jinên kurd nîqaşkirin. Di runiştina destpêkê de Ayşe Gokkan axivî û hemû jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û jinên ji Amerîkaya Latîn hatibûn slav kir. Gokkan got jinên kurd pir êş kişandine û bedelên mezin dane. Gokkan wiha got: “Berê em kurd 4 parçe bûn. Jin li 8 parçeyan hatibûn veqedandin. Bi hezaran kurd hatin qetilkirin. Hatin koçberkirin. Bi hezaran kirin zinandn. Ligel vê ji hêviyê dest bernedan. Me jinên kurd hêviyên xwe ji bîr nekir. Em gelek bi şensin ku Rêber Apo hem em jin û hem jî gelê kurd ji bin axê derxist. Di demên împaratorî û padîşahiyê de jinan têkoşîn dan.  Ev 5 hezar sale jin mahkumê feraseta şaş hatiye kirin.  Em jinên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn xwe bi rêxistin dikin.

Rizgariya civakê bi rizgariya jinê mumkune.  Ji bo jiyanek azad jinan bi sedsalan têkoşîn da. Berxwedana jinê her tim dewletên serdest bêzar kir. Li Parîsê sê siyasetmedarên jin yên kurd hatin qetilkirin. AKP’ê bi vê yekê peyam da jinên kurd. Got ger hun wisa bikin emê jî wisa bikin. Daxwaza me eve ku ev komkujî demildest ronî bibe.”