'Jinên Kurd pêşengiyê ji têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê re dikin'
'Jinên Kurd pêşengiyê ji têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê re dikin'
'Jinên Kurd pêşengiyê ji têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê re dikin'
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, ku jinên Kurd îro li Şengal, Rojava-Kobanê û li çar parçeyên Kurdistanê di xeta azadiya jinê de li dijî her şêwe feraseta dijminê jinê û hêzên paşverû têdikoş in û ji rakirina şîdet, zext û zilmê re pêşengiyê dikin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê roja têkoşîn û piştevaniya navneteweyî ya li hemberî tundiya li dijî Jinê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di 25'e Mijdarê roja têkoşîn, piştevanî û yekîtiya li dijî tundiya li hemberî jinê de, hemû jinên li qada navneteweyî bi dilekî û vîneke hevpar careke din israra xwe ya di xeta azadiya jinê de nîşan dan û li dijî modernîteya kapîtalîst a bi serdestiya mêr biryardariya xwe ya ji bo berxwedan û bilindkirina têkoşînê destnîşan kirin."
ŞÎDETA LI HEMBERÎ JINÊ XIYANET LI DAYIKÊ YE
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Şîdeta li hemberî jinê, ku afirînera destpêkê ya civakîbûn û çanda destpêkê ya mirovahiyê ye, şîdeta li hemberî civak û tevahiya mirovahiyê ye" û ev xal destnîşan kir: "Desthilatdariya li hemberî jinê, jêdera hemû desthilatdariyan e. Têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê, têkoşînek li hemberî desthilatdariya pênc hezar salî ye. Azadiya civakê bi azadiya jinê dibe. Heta ku li hemberî destavêtin, destdirêjî û desthilatdariya li hemberî jinê têkoşîn neyê dayîn, ne pêkane ku mirovahî azad bibe. Kengî mirovahî bi têgihiştina vê rastiyê re li dijî tundiya li hemberî jinê têkoşiya, hingî wê bigihêje azadiya rasteqîn. Şîdeta li hemberî jinê, xiyaneta li dayikê, xiyaneta li çanda nîjadê mirov bi xwe ye. Sedema dewamiya mêtîngerî, zext û pirsgirêkên civakî, mêtîngerî û serdestiya li hemberî jinê ye. Pirsgirêka destpêkê ya civakî, bi zext, serdestî û tundiya li hemberî jinê re destpê kiriye. Ji holê rabûna tevahiya pirsgirêkên civakî yên roja îro jî, bi rabûna zext û tundiya li hemberî jinê, pêkane."
JINA KURD LI HEMBER HER CURE PAŞVERÛTIYÊ TÊDIKOŞE
Hevserokatiyê di dewama daxuyaniya xwe de got, “Rêber APO, hê dema di temenê zarokatiyê de li hember zext û tundiya li dijî jinê helwest nîşan daye, fikiriye ku ev nayê qebûl nekir, ev rastî paşê di pêşxistina xeta azadiyê de bûye faktor. Îro jina Kurd li Şengal, Rojava-Kobanê û li çar parçeyên Kurdistanê di xeta jina azad de li hember her cure feraset û paşverûtiya dijminê jinê têkoşîn dike, ji bo rakirina tundî, zext û zilmê pêşengiyê dike. Rêheval Zîlan, Şîlan, Bêrîtan, Sara, Nûda, Viyan, Şîrîn Elemhulî û Arîn li hember tevayî koletiya tê xwestin di şexsê jinê de li ser mirovatiyê bê jiyandin, li dijî her cure serwerî û şîdetê, çeperên azadiyê yên mezin bi jinên cîhanê dane qezenckirin.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber, diyar kir ku pêwîst e zîhniyeta serwer a zilam a hezarê salan di roja 25’ê Mijdarê têkoşîna li dijî tundiya li hember Jinê de xwe di berçavan re derbas bike, kesayeta serwer a zilam di xwe de bikuje û cihê xwe di têkoşîna xwe azadkirinê de bigire.