Jinên Kurd ên li Ermenîstanê ji bo 25'ê Mijdarê civiyan

Jinên Kurd ên li Ermenîstanê ji bo 25'ê Mijdarê civiyan

Li gundê Elegezê yê navçêya Axbaran a li herêma Elegezê, bi munasebeta 25’ê Mijdarê Têkoşîna li dijî tundiya li hember Jinê civînek hat lidarxistin. Di civînê de berxwedana şervanên YPJ û YJA Star mohra xwe li rojevê xist.  

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hember Jinê li gundê Elegezê yê girêdayî Axbaran a Ermenîstanê ji aliyê Ofîsa Kurdistan Komîte ve civînek hat lidarxistin. Civîn ji aliyê endama Kurdistan Komîteya Medya Rêzan ve hat rêvebirin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Piştî rêzgirtinê endama Kurdistan Komîte Medya Rêzan diyar kir ku jina Kurd îsal bîrdozî û hebûna xwe bi cîhanê da nîşandan û êdî ti kes nikare bêje ku jina Kurd bê îrade ye. Rêzan axaftina xwe wiha domand: “Bi saya şoreşa PKK’ê û mîmarê vê Rêber Apo em li ser raya giştî weke stêrka li asîman diçirisin. Bi taybet bi hevalên YJA Star û YPJ’ê ve em jinên Kurd hem li Rojava û Başûr û bi teybet jî li Kobanê, Şengal, Kerkûk, vîna jina Kurd û ala jinê bilind kirin. Ji ber vê yekê em di serî de, hemû şehîdên jin ên şoreşa Kurdistan, bi hurmet bi bîr tînin û em bejna xwe li ber wan ditewînin.

Jina Kurd ev ferman daye me ku em jin li her qadê, xwe bi rêxistin bikin û em her tim layiqî wan bin. Ji bo vê, divê em her maleke Kurd, weke dibistaneke xwe bi rêxistin bikin.”

‘LI HEMBER PERGALA MÊR BISEKININ’

Rêzan di dawiya axaftina xwe de ev bang li jinan kir: “Keçên Kurd jî li ku derê dibe bila bibe,weke rêheval, Bêrîtan, Zîlan,  Sakîne, Arîn Mirxan û hwd. fikra wan heval ji xwe re bikin armanc. Bi wê hêrsê li hember pergala mer, bisekinin û têkoşîn bidin.”

Paşê  jina bi navê Xanim Bekoyan di axaftina xwe bal kişand ser têkoşîn û berxwedana gerîlayên jin ên li Kobanê û Şengal di nav berxwedanê de ne û wiha axivî: “Ez dikarim vê bi rehetî bêjim, li Kobanê keçên me yên qehreman du meh û nîv zêdetir e bi çeka xwe me diparêzin. Ew namûsa me diparêzin.

Dayika bi navê Gulîzer jî got, “Me wer zanibû ku karê me jinan tenê zarok anîna dinyayê û xwedîkirina malê ye. Lê ev çendî sal e ku hevalên jin tên gel me, behsa jiyana azad dikin û dibejin pêwîst e em jin jî xwedî li keda xwe derkevîn, lê me digot hevalên keç in û xwe re diaxifin. Lê me dît li Kobanê jinên Kurd (YPJ)’ê li hember wan terorîstan çawa şer dikin. Ez silavên xwe weke, dayikek Kurdeke Ezîdî  ji Ermenistanê bi dil û can ji wan keçan re dişînim. Bijî keçên Kurd, bijî Serok Apo.”

Paşê jina bi navê Kulîla Tahîr jî ku mafê axaftinê wergirt behsa girîngî û wateya berxwedana jinên Kurd ên li Kobanê li hember çeteyênDAIŞ li ber xwe didin û wiha dewam kir, “Em jinên Kurd êdî em dizanin em dijîn, em dizanin em hene. Ev bi saya keç û xortên me yên Kurd in.”

Civîn bi dirûşmên, “Jin jiyan azadî” û “Bijî jinên Kurd” û “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.