Jinên KDG'yî wê pêvajoya vekişînê bişopînin

Jinên KDG'yî wê pêvajoya vekişînê bişopînin

Danezana encamê ya 1. Konferansa Jinan a Meclîsa Jinan a KDG'ê hate aşkerakirin. Jinan diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP'ê ji di malan de hatin girtin û wiha got: "Di dema vekişînê û piştî piştî vekişînê de pêkanînên hikûmetê, operasyonên leşkerî, çêkirina qereqolên nû û bendavên bi armanca ewlehiyê dê bên şopandin û bên teşhîrkirin."

Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (KDG) di 11'ê gulanê de li Navenda Giştî ya Sendîkaya Petrol-Îş'ê 1'emîn Konferansa xwe li dar xist û danezana encamê weşand. Li 17 bajaran bi sedan jin tevlî konferansê bûn. Di danezanê de hate diyarkirin ku ji ber polîtîkayên AKP'ê yên muhafazakar jin bêtir di malan de hatin hepskirin. Di danezanê de hate destnîşankirin ku piştî Newroza sala 2013'an biryara agirbestê û vekişandina dersînor pêvajoyekî nû hate destpêkirin. 

Di konferansê de ev biryar hatin girtin: 

*Meclîsa Jinan a KDG'ê ji bo makezagonekî nû ya demokratîk, cudakar neyî, cudahiya baweriyan neke û ji zimanê zayendîn hati xilaskirin dê xebatê bike.

* Ji bo aştiya civakî dê lehevhatinên jinan ên girseyî û bernameyên cuda organîze bike û ji bo aştiyekî mayînde dê têkoşîna jinan a rêxistînbûna jinê bikin. Di dema vekişandinê û piştî vekişandinê dê pêkanînên hikûmetê, operasyonên leşkerî, çêkirina qereqolên nû û bendavên bi armanca ewlehiyê tên çêkirin dê bên şopandin û bên teşhîrkirin. Di nav de jinên cerdevan hemû cerdevan bên rawestandin û saziyên şerê taybet bên belavkirin. Divê kiryarên 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bên dîtin û bên cezakirin. Dewlet divê tacîz û tecawizên şer de pêk hatin weke sûçê mirovahiyê qebûl bike û Peymana Romayê îmza bike. Ji bo hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan têkoşîn bê kirin.

* Li hemberî polîtîkayên şer ên emperyalîstan ên li hemberî gelên Suriye û Rojhilata Navîn pêk tên bi jinan re di nava piştevaniyê de bibin. Jinên ji ber şer koçî erdnîgariya me bûn statuya penaberiyê û mafên wan di zagonan dê bên parastin. Bi jinên rastî fuhuşa bi zorê hatin, rastî şîdeta zayandî hatin piştevaniyê bike.

*Li hemberî hemû polîtîkayên AKP'ê yên li dijî nasnameya jinê, cînayetên jinan, şîdeta li hemberî jinan, tacîz, tecawiz, kurtaj û qedexeya sezaryanê têkoşîn bê kirin.

*Ji bo jin di rêveberiyên herêmî de cih bigirin û polîtîkayên wekhev û tevkar pêk bînin têkoşîn bê kirin û jinan teşvîkî rêveberiyên herêmî bê kirin.

*Li hemberî pêkanînên mobbîng, tacîz, tecawiz û bêewlehiya li kargehan têkoşîn bê kirin û bi jinên di grev û berxwedanê de di nava piştevaniyê de bibin.

* Li hemberî desthilatdariya zilam a di nav KDG'ê û li hemberî şîdeta li dijî jinê ya zayendî, fizîkî û hestiyarî têkoşîn kirin.

* Li hemberî polîtîkayên zayendî yên perwerdehiyê têkoşîn kirin. Di mufredata perwerdehiyê de rola zayendî cih bigire kampanya bên meşandin."

Di encamnameyê de gelek birayên din ên têkildarî jinan de cih girtin.