Durziyan sala 2023'an li Siwêdayê li dijî rejîma Esad serî hildan, daxwaza xweseriyê kirin û di nava vê demê de di pratîkê de herêmeke xweser ava kirin. Daxwaza xwe ya xweseriyê ji rêveberiya HTŞ'ê re jî ragihandin ku rejîma Baasê hilweşand. Weke ku di dema rejîma Esad de hate kirin, jinan pêşengî ji serhildanê re kirin û bi hatina HTŞ'ê re ji têkoşîna xwe venegeriyan. Aktîvîstên jin ên Durzî yên ji Siwêdayê Rochelle Junior û Enas Naeem ku sîstema navendîperest a rêveberiya HTŞ'ê red dikin, ji ANF'ê re axivîn.
ARMANCA BINGEHÎN PÊKANÎNA AZADIYÊ YE
Rochelle Junior anî ziman ku xelkê Siwêdayê bi taybetî piştî serhildana 2023'an rêxistiniya xwe xurt kir û got, "Durzî ji bo guhertina rewşa siyasî ya li Sûriyeyê daxwazên xwe bi biryardarî tînin ziman. Lêgerînên wan ên bingehîn pêkanîna azadiyê ye. Di dema rejîma Esad de xelkê Siwêdayê piştgirî da serhildanê, rêxistinên azad ava kir û gelek çalakî lidar xist."
'NEBÛNA TEMSÎLIYETA JINÊ GEFEKE MEZIN E'
Rochelle Junior bal kişand ser konferansa bi navê 'serketinê' ku 29'ê Çileyê pêk hat û got, "Di biryaran de temsîliyeta gel bi taybetî jî ya jinan tine tê hesibandin. Ev yek jî bi gelek kesan re dibe sedema pirsê. Nebûna jinan nîşan dide ku wê paşerojê gef li ser mafên jinan hebe."
Rochelle Junior nerazîbûn nîşanî tevlîbûna kujerê Hevrîn Xelef li konferansê da û got, "Cihê şermê ye ku kujerê Hevrîn Xelef tevlî konferansê bû. Li platformên bi vî rengî divê kesayetên cidî, xwedî berpirsyarî amade bin ku rûmeta mirovahiyê diparêzin. Binpêkirinên li hemberî gel, jinan divê bi şênberî bêne redkirin, naxwe ev binpêkirin tê wateya binpêkirinên mafên mirovan."
'JI BO TEVLÎBÛNA LI PÊVAJOYÊN BIRYARDANÊ WÊ TÊKOŞÎNA ME DEWAM BIKE'
Rochelle Junior destnîşan kir ku wê nehêlin rêveberiya HTŞ'ê helwesta bi biryar û rola jinan ji nedîtî ve bên û got, "Piraniya beşdarên serhildanên li Siwêdayê jin bûn. Ji bo jin tevlî pêvajoyên biryardanê bibin wê têkoşîna xwe dewam bikin."
Rochelle Junior ragihand ku jinên Durzî hem di rêxistiniya civakî hem jî li qada siyasî bi roleke girîng radibin û di dawiya axaftina xwe de got, "Jinên Durzî li gel jinên li Siwêdayê cih girtin û ji bo avakirina saziyên azad piştgirî dan."
'LI HER BAJAREKÎ SÛRIYEYÊ DIVÊ NAVENDEKE JINOLOJIYÊ BÊ AVAKIRIN'
Rochelle Junior destnîşan kir ku ji bo rêxistiniya xurt a jinan divê di navbera jinên Sûriyeyî de konfederasyona jinan bê avakirin û got, "Divê dengê jinan hemû bibin yek. Jin divê li her bajarekî Sûriyeyê Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê ava bikin; divê her kes hurmetê nîşanî jinan bide. Ji xwe jin wê dest ji têkoşîna xwe bernedin."
'EM SÎSTEMEKE NENAVENDÎ DIXWAZIN'
Enas Naeem jî bi bîr xist ku xelkê Siwêdayê li hemberî tevlîheviya heyî ji bo xwe ji aliyê siyasî, civakî û leşkerî ve bi rêxistin bike rêyên herî bi bandor bi kar tîne û got, "Divê neyê jibîrkirin ku di hilweşandina rejîma Baasê de serhildana xelkê Siwêdayê roleke girîng lîst. Divê bibêjim ku em ne li dijî avabûna dewletê û destûra bingehîn in. Me destpêkê ev yek ji wan re ragihand. HTŞ jî baş bi vê zane, lê belê me cidiyeta sozên wan nedît. Ev soz û armanc ji bo bêdengkirina gel a ji bo demekê ne. Di vê demê de hewl didin li bajêr baregehê ava bikin. Em baweriya xwe bi sîstemeke nenavendî tînin, lewma jî dixwazin mafê her kesî bê parastin. Lê belê ji ber vê helwesta xwe em bi cihêkariyê têne sûcdarkirin."
'SÛRIYEYA NÛ DIVÊ BI MODELA RÊVEBERIYA XWESER BÊ AVAKIRIN'
Enas Naeem destnîşan kir ku civakeke xwe bi îrade, biryardarî û fedakariya jinê bi rêxistin kiribe nikare bê tinekirin û got, "Bicihanîna mafên jinan û mafên mirovan mafên bingehîn e ku divê bêne pêkanîn. Her wiha jinên Siwêdayê hewl didin têkiliyên xwe bi hemû Sûriyeyiyan re xurt bikin."
Enas Naeem got, "Rêveberiya Xweser ji bo paşeroja Sûriyeyê çareseriya herî rasteqîn e û got, "Piştî serketina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em di wê baweriyê de ne ku birêxistinkirina vê modelê li tevahiya Sûriyeyê wê mafên her kesî biparêze. Modela Rêveberiya Xweser zemîneke welê pêşkêş dike ku yekbûna siyasî, civakî û çandî ya gelan wê pêk bîne."