Jinên Colemêrgê: Emê xwe jî û bajarê xwe jî bi rêve bibin!

Jinên Colemêrgê: Emê xwe jî û bajarê xwe jî bi rêve bibin!

Ji hilbijartinan re hêj 5 meh mane û her derê xebatên serlêdana bo namzetiyê didome. Tê payîn ku sibê yanî 10’ê mijdarê de endam diyar bin û her wiha li bajaran daxwazên gel jî dertên holê û bendewariyên gel dertên pêş. Ji bo vê me li kolanan nabza gel pîva û em bi gel re  hatin cem hev.

Li Colemêrgê li kolanan her kes hilbijartinê nîqaş dike, kotaya jinê nîqaş dike. Li bajar ji sedî 90’ê dengan diçe BDP’ê û ji ber vê jî bêguman BDP qezenc dike.

Li Colemêrgê jî koteya jinê pêk tê û ev ne suprîse. Jinên Colemêrgê di sala 2009’an de bi dirûşmeya  ‘dê xwe jî û bajarê xwe jî bi xwe  bi rêvebibin’ çalakî pêk anîbûn.

Niha li gorî vê dirûşmeyê dê jinek şaredariyê bi rêve bibe. Emê niha bendewariyên gel yên ji şaredara nû gundarî bikin.

EMÊ FEODALIYÊ BIŞIKÎNIN

Melek Atan- karkera malê (41)

Vê kotayê em kêfxweş kirin. Ev encama têkşîna me ye. Em ne tenê bi dewletê re bi hemû hêzên serdest re têdikoşin. Tê gotin ku 7 endam hene.  Em êdî dibêjin bes e. Bila jinek be.  Li Colemêrgê feodalî didome. Me hêj ew neşikandiye. Lê hêviya me eve bi şaredara nû re dê ev bişikê. Ev dê bihêle jin xwe îfade bikin.  Dê îstîhdama jinê zêde bike.

Remziye Sezgîn- Karkera malê(38)

Em çiqas bêjin feodalî li Colemêrgê heye jî asteke hişmendiyê derketiye holê.  Dema me nû bi van xebatan kir em gelek kêm bûn. Lê îro dê şaredara me jin be. Ez her tim bawer bûm. Divê em vê baş binirxînin. Divê em bînin cihekî baş.  Şaredara me dê her tiştî biguhere. Mînak dê hinek kes bêjin ma jin dê me bi rêve bibe. Ma jinek dikare malê bi rêve bibe, dikare pêşeniya çalakiyê bike, dê nekaribe şaredartiyê bike.

Rojhat Kahraman (16) – Xwendekar

Divê pergala axatiyê bê rakirin. Ji bo vê jî divê şaredara me jin be. Jinan ked daye vê tevgerê. Bedel dane. Têkoşîn dane. Şehîd dane.  Niha dibêjin jin dikare şaredariyê bike. Çima axayên eşîran dike, çima jin nekare bike. Li gorî min jin baş tir dike. Ez gelek kêfxweş bûn. Ev tenê bo Colemêrgê projeyeke gelek girînge.

Ji navenda Jinan a Binevş civaknas Ozgul Dogan

Colemêrg bajarekî gelek cudaye. Jinan di he nokteya têkoşînê de cih girtiye.  Lê dîsa jî vê têr nekir ku feodalî bişikê. Jin ji malê, zarokan berpirsyare. Têkoşîna polîtîk jî parçeyekê vê ye. Lê mêr ne wisa ye. Hebûna wê nayê dîtin. Di malê de wenda dibe. Şîdet didome. Hêwîtî hêj didome. Ev hemû wek pirsgirêkan tên dîtin.  Ev dê şaredara me ya jin re ji holê rabe.

Serokê MEYA-DER’ê Ramazan Elmas

Em niha di pêvajoyeke  ku ji şaredariya herêmî derbasî şaredariya demokratîk dibine.  Ji ber vê divê em xebatên xwe lezgîntir bimeşînin. Em dê hilbijartinan qezenc bikin. Kotaya jinê li bajarê me heye.  Em wek MEYA-DER gelek kêfxweşin.

Serokê Komeleya Mirovan Îsmaîl Akbulut

Tenê bendewariya gelê Colemêrgê a ji rêveberiyê ne av, rê û kanalîzayone. Ji ber vê jî divê şaredara me ya ku nû dê bê hilbijartin divê van kêmasiyên me temam bikin û hêviya me ya herî mezin ev e.