Jinên astengiya leşkeran nas nekirin, li ser sînor in

Jinên astengiya leşkeran nas nekirin, li ser sînor in

Li gundê Mehser ê li ser sînorê Kobanê, ku wê meşa fînalê ya 25'ê Mijdarê roja têkoşîn û piştevaniya navneteweyî ya li dijî tundiya li hemberî jinê bê lidarxistin, li gel nuqteyên lêgerînê yên leşkeran ên li ketin û derketina ji gund, jin li ser sînor dicivin.

Jinên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin Pirsûsê, li gundê Mehser ê li ser sînorê Kobanê ku lê meşa fînalê ya çalakiyên 25'ê Mijdarê de tê lidarxistin, li nuqteyên lêgerînê yên leşkeran hatin rawestandin. Li ser rêya gundên Mehser û Miseynter ên li ser rêya bingehîn a Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ye, leşkeran nuqteya lêgerînê danîn. Leşkerên ku nasname û wesayît kontrol kirin, nehiştin jin derbas bibin.

Jinên ku duh êvarê ji bajarên lê bûn ketin ser rê û li nuqteyên lêgerînê yên leşkeran hatin sekinandin, rêyên derveyî nuqteyên lêgerînê bikar anîn û bi wesayîtên xwe xwe gihandin gundê Mehserê. Jinan li ser sînor li ber erbaneyê govenda azadiyê gerandin.

Çalakiya zincîra ji mirovan a li ser sînor bi awayekî kevneşop tê lidarxistin jî, wê îro ji aliyê jinên herikîne ser sînor ve bi awayekî girseyî pêk were. Jinên li ser sînor civiyan, bi stran, dirûşme û govenda xwe, li benda destpêkirina çalakiyê ne.