Jinên Amerîkaya Latînî jî piştgirî dan çalakiya windayan
Jinên Amerîkaya Latînî jî piştgirî dan çalakiya windayan
Jinên Amerîkaya Latînî jî piştgirî dan çalakiya windayan
Xizmên windayan li Amed, Nisêbîn û Êlihê vê heftê jî ji bo diyarkirina aqûbeta windayan çalakî lidar xistin. Li Amedê jinên ku ji Amerîkaya Latînî hatine jî piştgirî dan çalakiya xizmên windayan û ji bo windayan pîxûr (tütsü) pêxistin.
AMED
Xizmên windayan û endamên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo zelalkirina aqûbeta windayan bi sloganan "Bila winda bên dîtin, kiryar bila bên darizandin" li ber Pêkerê Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu hatin cem hev. Di çalakiya 227'emîn ya xizmên windayan de vê heftê jinên ji Amerîkaya Latînî ku ji bo komxebatekî hatine Amedê jî piştgirî dan çalakgeran. Jinan ji bo piştgiriyê pîxûr (tütsü) pêxistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqubeta Huseyîn Yeşîlmen ê di sala 1993'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatiye revandin û ev 20 sale agahî jê nayê girtin hate pirsîn.
Ji gelê Mapûche ya ku li Şîlî û Arjantînê dijîn jina bi navê Carmen Blaco ku tevli çalakiyê bû û piştgirî da xizmên windayan got ku ji bo piştgirî bidin xizmên windayan hatine vê derê û wiha axivî: "Min ev pîxûr pêxist, lewre kesekî ku jiyana xwe ji dest daye were ji bîrkirin cardin dimire. Lazime neyên ji bîrkirin û hesab bê pirsîn. Li Şîliyê hêj jî mirovên doza mafê xwe dikin rastî îşkenceyan tên. Serokê Şîlîyê yê berê ku qatil bû niha di girtîgehê de ye. Ji ber vê serpêhatiyê, em gelê kurd baş fêm dikin. Ji bo wê jî em piştgirî didin dayîkên aştiyê."
NISÊBÎN
Li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê Dayîkên Şemiyê vê hefteyê jî ji bo xizmên xwe yên hatine winda li parka Aştiyê hatin cem hev. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiya vê hefteyê ya Nisêbînê de aqubeta Halît Kaya yê di sala 1990'an de li Basaya Şirnexê hatiye windakirin hat pirsîn. Hevsera Kaya, Menîce Kaya çîroko windakirina hevserê xwe vegot û wiha axivî: "Hatin malê û hevserê min birin. 4 rojan em ketin dû me nekarî em dewsa wî bibînin. Ew û 11 hevalên wî li herema Pîlî kuştin û xistin nava minîbûsê. Piştre minûbûs jî dan ber agir."
ÊLIH
Li Êlihê jî ÎHD'ê û xizmên windayan bi heman armancê çalakiya heftane bi pankrata "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Kolana Gulîstanê li dar xistin. Di çalekiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin faîlên wan bên darizandin” hat vekirin û malbat û xizmên windahiyan wêneyê kesên wenda hildan. Di çalekiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamê ÎHD, rêveberên BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, KESK, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê û gelek kes amade bûn. Axaftina ewil Serokê ÎHD’ê ya Şaxa Êlihê Osman Kunteş kir. Kunteş, diyar kir ku ji bo kesê di salên 1990’î de hatine windakirin aqubeta wan bê aşkerekirin û faîlên wan bên darizandin ev 227 heftene em li qadan in û ji bo ku gorên komî xebatên wan di domin. Kunteş, anî ziman ku ew ê ji bo mafê mirovan, azadî û aşitiyê dê her tim li qadan dengê xwe bilind bikin û da zanîn ku ji bo pirsgirêk bên çareserkirin û aqubeta windayan derbikeve holê pêvîdiyê wan bi destek û yekîtiyê heye.
‘PEYAMA OCALAN PIRA ÇARESERIYÊ YE’
Piştî Kunteş, rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Îlyas Ekîncî jî daxuyaniya çapemeniyê xwend. Ekîncî, diyar kir ku demek beriya demekê daxwaz dikin ku ji bo hiqûq serdest bibe û edalet ji bo aqubeta windayan bê sazkirin baweriya wan bi hêviya hêzê heye. Ekîncî, anî ziman ku pêwîste bûyer û berxwedana Parqa Geziyê pêvajoya çareseriyê ji rojevê nexîne û da zanîn ku di rojên dawî de yekemîn xala rojeva cîhanê ye. Ekîncî, derbirî ku bi peyama Rêberê PKK Abdullah Ocalan re ku ji bo aşîtiyê bang kir û got biryara PKK a bê dengkirina çekan heta roja îro pêvajo aşitiyê bê pirsgirêk û alozî heta niha meşiya ye. Ekincî, anî ziman ku ew daxwaz dikin pêvajo bila bi aramî û mîsogerî bi dome û got herî dawî birayê Ocalan, Mehmet Ocalan hevdîtin bi birayê xwe re kiriye û bal kişand ser naveroka hevdîtinê. Ekincî, destnîşan kir ku peyama Ocalan ji bo di navbera gelê Tirk û Kurd de bibe pira çareseriyê û xwest hikûmet û dewlet jî di mijara aşîtiyê û çareseriyê de dê gavên berpiryar biavêjin.
Piştî daxuyaniyê çalekiya rûniştina ya 5 deqîqeyan hate li darxistin û çalekî bi dawî bû.